Dostê xebatekê - Kurdistanmedia.com · 2019. 2. 8. · 2 6--Siyasî Hejmar 37 girî Sergotar Di...

12
Duheftînameyek Siayasî-Giştî Ye, PDK Îranê diweşîne www.kurdistanmedia.com/kurdî www.agirimedia.org Hejmar (307) 06-08-2017 Buha (1000) Tûmen Bidestveanîna mafên netewî yên gelê kurd di çarçoveya Îraneke demokratîk û federal de Dostê xebatekê »»» R:2 Siyaseta çewt a hikûmeta navendî a Îranê, Kurdan zêdetir ber bi serxwebûnê ve pal dide »»» R:5 Pirsa Kurd û dijmin »»» R:6 Kirîs Koçêrayê rojnamevan û dostê gelê kurd û Hizba Demokrat koça dawiyê kir »»» R:4 Spaha Pasdaran li kopika navendên terorîstî ên cîhanê de ye P iştî pesendkirina gelaleya dorpêçên li ser Îranê di Kongireya Amerîkayê de, Donald Tiramp gelaleya han wajo kir û bi vî awayî dorpêçên li dijî Îranê ketin warê pi - ratîkê. Li gor nûçeyan, dorpêçên nû ên li dijî Rejîma Îslamî ya Îranê piştî nirxandina ji aliyê Komarîxwaz û Demokratan ve di Kongireya Amerîkayê de bi piraniya dengan hate pejirandin û bi wajoki- rina Tiramp, gihîşte qonaxa dawiyê. Roja Çarşemî, 2`ê Agusta 2017`an, Donald Tiramp, serkomarê Amerîka, ji ber ewlehiya netewî a Amerîka, gelaleya dorpêçên nû ên li dijî Îran, Rûsiye û Kureya Bakûr wajo kir, û bi vî awayî gelaleya dorpêçan kete warê piratîkê de. Niha ku vê gelaleyê biyaveke yasayî heye, ew kes û navendên ku tometbar in bi pêpeskirina dorpêçan, û bi taybetî firotina çek û teqemeniyên leşkirî bi Îranê, yan li pêpeskirina mafên mirovan û tepeserkirina çalakên siyasî û kêmaniyên mesebî û netewî de çalak in, di çarçoveya dorpêçan de cih digrin. Li gor zaniyariyan, piştî wajokirin û birêvebirina wê yasayê, dibe ku serkomar li midehê 90 rojan de, baykot û dorpêçên nû li dijî Spaha Pasdaran, berpirs, nûner û ew kesatiyên ku li derweyî Îranê de ser bi Spaha Pasdaran in, diyarî bike. Li vê derheqê de jî dadgehên Amerîkayê dikarin milk û heyiya wan kesan zewt bikin ku têkilî bi pirogramên mûşekî ên Spaha Pasdaran ve hene, yan jî dest li pêpeskirina mafên mirov de hene. Eva jî di halekê de ye ku rejîma Îranê reaksiyon û dijkiryarên zaf li dor dorpêçan ji xwe nîşan dane, û gef li Amerîkayê xwarine, û fermanderê Spaha terorîstî a Pasdaran, Amerîka hişyar kir ku ger ew hisar werin pejirandin, dibe ku Amerîka binke û navendên xwe ên leşkirî di Rojhilata Navîn de bi qasê hezar km ji sînorên Îranê dûr bixe. Giştpirsî bo serxwebû- na Başûra Kurdistanê di navbera du hêzên nasyonalîstî ên , “Sen- trîfûgal û Sentrîpêtal”. »»» R:3

Transcript of Dostê xebatekê - Kurdistanmedia.com · 2019. 2. 8. · 2 6--Siyasî Hejmar 37 girî Sergotar Di...

  • Duheftînameyek Siayasî-Giştî Ye, PDK Îranê diweşîne www.kurdistanmedia.com/kurdî www.agirimedia.org Hejmar (307) 06-08-2017 Buha (1000) Tûmen

    Bidestveanîna mafên netewî yên gelê kurddi çarçoveya Îraneke demokratîk û federal de

    Dostê xebatekê

    »»» R:2

    Siyaseta çewt a hikûmeta navendî a Îranê, Kurdan zêdetir ber bi serxwebûnê ve pal dide

    »»» R:5

    Pirsa Kurd û dijmin »»» R:6

    Kirîs Koçêrayê

    rojnamevan û

    dostê gelê kurd û

    Hizba Demokrat

    koça dawiyê kir

    »»» R:4

    Spaha Pasdaran li kopika navendên terorîstî ên cîhanê de ye

    P iştî pesendkirina gelaleya dorpêçên li ser Îranê di Kongireya Amerîkayê de, Donald Tiramp gelaleya han wajo kir û bi vî awayî dorpêçên li dijî Îranê ketin warê pi-ratîkê.Li gor nûçeyan, dorpêçên nû ên li dijî Rejîma Îslamî ya Îranê piştî nirxandina ji aliyê Komarîxwaz û Demokratan ve di Kongireya Amerîkayê de bi piraniya dengan hate pejirandin û bi wajoki-rina Tiramp, gihîşte qonaxa dawiyê.

    Roja Çarşemî, 2`ê Agusta 2017`an, Donald Tiramp, serkomarê Amerîka, ji ber ewlehiya netewî a Amerîka, gelaleya dorpêçên nû ên li dijî Îran, Rûsiye û Kureya Bakûr wajo kir, û bi vî awayî gelaleya dorpêçan kete warê piratîkê de. Niha ku vê gelaleyê biyaveke yasayî heye, ew kes û navendên ku tometbar in bi pêpeskirina dorpêçan, û bi taybetî firotina çek û teqemeniyên leşkirî bi Îranê, yan li pêpeskirina mafên mirovan û tepeserkirina çalakên siyasî û kêmaniyên mesebî û netewî de çalak in, di çarçoveya dorpêçan de cih digrin.

    Li gor zaniyariyan, piştî wajokirin û birêvebirina wê yasayê, dibe ku serkomar li midehê 90 rojan de, baykot û dorpêçên nû li dijî Spaha Pasdaran, berpirs, nûner û ew kesatiyên ku li derweyî Îranê de ser bi Spaha Pasdaran in, diyarî bike.

    Li vê derheqê de jî dadgehên Amerîkayê dikarin milk û heyiya wan kesan zewt bikin ku têkilî bi pirogramên mûşekî ên Spaha Pasdaran ve hene, yan jî dest li pêpeskirina mafên mirov de hene.Eva jî di halekê de ye ku rejîma Îranê reaksiyon û dijkiryarên zaf li dor dorpêçan ji xwe nîşan dane, û gef li Amerîkayê xwarine, û fermanderê Spaha terorîstî a Pasdaran, Amerîka hişyar kir ku ger ew hisar werin pejirandin, dibe ku Amerîka binke û navendên xwe ên leşkirî di Rojhilata Navîn de bi qasê hezar km ji sînorên Îranê dûr bixe.

    Giştpirsî bo serxwebû-na Başûra Kurdistanê di navbera du hêzên

    nasyonalîstî ên , “Sen-trîfûgal û Sentrîpêtal”.

    »»» R:3

  • 2 Agirî06-08-2017 Hejmar (307)Siyasî

    S e r g o t a r

    Di rojên borî de, rojnamevan û lêkolerê dîrokî ê navdar, Kirîs Kûçêra koça dawiyê kir, û ne tenê malbata wî, belkû hejmareke yek-car zaf,ji kesên neteweya din ji bilî neteweya xwe, bo mirina vê kesay-etiyê daxdar bûn.

    Jiyan û derbazkirina temen bo her kesekî din di vê cîhanê de bi her awayekî be diçe pêş, û bi milyonan kesî ji dayîk dibin, û bi milyonan kesî jî dimrin, û her takek jî di jiyana xwe de bi hêviyên taybet bi xwe dijî, wekî tak renge cudahiyek di navbera jiyana kesan de nehê dîtin, û hemû wekî yek li wan bê nihêrîn bi vê wateyê ku bê gotin ku jiyana hemû kesî, ji nuqteyekê ve dest pê dike, û hinek rûdaw bebrirûyê wê dibe, û hin tişt di jiyana wî de têne pêş û di dawiyê de di xalekê de jiyana wî digihîje dawiyê.

    Lê di vê navberê de hin kes hene ku jiyana wan taybetî dibe û di nava milyonan jiyanî de, ew dibin kesên navdar, û xelk wan bi bîr tîne, û ew jî, ew kes in ku jiyana wan bi awayekî asayî derbaz nabe, yan di jiyana xwe de rîskê dikin, yan jî dahînanê dikin û rengeke taybetî didin jiyana xwe û bi hezaran kesên din.

    Di nava wan de jî kesên wa hene wekî Kirîs Kûçêra ku jiyana wan bertengi-yan derbaz dike, û sînorê navbera neteweyan jî dibezîne. Di dawiyê de neteweyeke din heye ku dibêje mix-abin dostê neteweyea me koça dawiyê kir. Jiyana Kirîs Kûçêra ê dostê Kurd ew jiyana bû ku dengê neteweya Kurd gihande guhê cîhanê, û di rûpelên mêjûyê de tomar kir. Lewra Kurd bi

    bidawîhatina jiyaneke weha xembar e. ji aliyekî din ve, jiyan û dostatiya Kirîs Kûçêra biyaveke din heye, ku nahê kirin ku îşare pê nehê kirin, ku ew jî ew biyav e ku kesên weha di nava neteweya Kurd de hene ku hewl dane ku kesên wekî Kirîs Kûçêra bikin dostê Kurd.

    Di nava pêwendiyên nava neteweyên cîhanê de, renge bi hezaran mînak hebin, ku ducarî jî bin ku kesek bibe dostê neteweyeke din, û herwisa bi sedan û hezaran rojnamvena û reporterên mîdyayî serdana welatekî din bikin, û zanyariyan kom bikin, û karê rojnamevaniyê li ser wna bikin. Lê ewên ku dibin dostên neteweyeke din renge li ber berjewendiyeke taybetî ku bo wan tê diyarîkirin pêwendiyan çirr bikin, ku bilindtirîn asta xwe bo mînak di nava kongireya Amerîka de, endam kongire û endamên Meclisa Sena ên wa hebin ku ku karê lobiyê bo welat û netewyeke din bike. Lê ya ku karê keskeî wekî Dr. Qasimlo gellek girîngtir û cuda dike, ew e ku rojnamevanekî wekî Kirîs Kûçêra dibîne, û wisa bandorê li ser dadinê, ku wî kesî dike dostê xebatekê!. Dostatiya xebatekê bo kesekî rojavayî ku li welatê xwe de jiya û deretaneke baş hebe, li vî warî de girîng e ku berjewendiya madî û şexsî ji wî re dabîn nake, belkû rêberekî bilîmet wekî Dr. Qasimlo bi baskirina hêvî û xwazî û xebata neteweya Kurd bo Kirîs Kûçêra, kesekî din ji parzemînekî din û bi şiyana taybetî ve, radikêşe bo aliyê wan xewn û xweziyan, û di rastî de xewn û xwaziya neteweya Kurd, bi zimaneke serdemiyane dibe nava bîr û hizreke rojavayî ve.Mezinahiya karê Dr. Qasimlo di vir de ye ku kesayteiyekî rojavayî dike dostê xebata neteweyekê ku di navxwe de gellek dij-min hene!.

    Dostê xebat

    ekê

    N: Kerîm Perwîzî

    Behmen Qubadî sînemakarê Kurd şanaziya çûne nav 25 derhînerên berçav ên sedsala 21`an di cîhanê de pêşkêşî serxwebûna Kurdistanê kir û ragehand ku hêviya min ew e ku bi navê Kurdistanê fîlmên me di Oskarê de beşdariyê bikin.

    Li gora raporên belavkirî, Behmen Qubadî sênemakarê kurd ê naskirî, di dema nîşandana yek ji berhemên xwe di Fransayê de, şanaziya bûn bi yek ji wan 25 derhînerên berçav ên sedsala 21 pêşkêşî serxwebûna Herêma kurdistanê Kir û ragehand: Ev şanaziya bi min wekî xortekî Kurd hatiye bexşîn, ku ez wekî Kurdek wekî yek ji wan 25 derhînerên berçav ên sedsala 21`an a cîhanê bême hilbijartin, û ez vê şanaziyê pêşkêşî neteweya belengaz, û zulmdîtî û xebatkar a Herêma Kurdistanê dikim, ku îro bo encamdana piroseya referandomê pêngavan dadinên û ber bi serxwebûnê ve diçin.

    Qubadî bas ji vê kir ku, wî hez dikir li pêşberî navê wî bihatina nivîsandin ku Behmen Qubadî ji Kurdistanê ve, û wî jî bi navê Kurdistanê ew şanaziya bi dest xistiba.

    Piştre Behmen Qubad got: Hêviya min ew e ku di demeke zû de, ew yek rû bide, û bi navê Kurdistanê ve, fîlmên me di Oskarê de beşdariyê bikin, ne bi navê welatekî wekî Tirkiye, Îraq, Îran û Sûriye. Behmen Qubadî wekî endamê jêhatî, di nava van derhînerên navdar ên cîhanê de, pêgeha taybetî ya xwe heye, û herwisa navê fîlmsazên navdar ên din jî, ji wan Alfanso Kiwaron, Eliksander Pêyn, Pol Tomas Andirson, Birayên Dardên, Nûrî Bîlge Ceylan, û…hwd berçav dikeve.

    Behmen Qubadî derhînerê Kurd hefteya borî, ji aliyê rexnegirên sînemayî ên rêkxirawa Rotên Tomeyto ve, wekî yek ji 25 derhînerên navdar ên cîhanê ên sedsala 21`an hate hilbijartin.

    Di şerê navbera Pêşmergeyên PDKÎ û Spaha Terorîstî ya Pasda-

    ran de çendîn dijî gelî hatin kuştin û birîndarkirin

    Di encama şerê di navbera hêza pêşmergeyên Hizba De-mokrat û Spaha terorîstî ya Pasdaran li devera Pîranşehrê de çendîn pasdar hatin kuştin û birîndarkirin û mixabin li wê pevçûnê de 2 pêşmergeyên canfîda yê gel jî tevlî karwanê sorxelat ê şehîdan bûn.

    Li gor nûçeya gihîştî bi malpera Kurdistanmedia, şeva Şemî li ser Yekşemî, 5`ê Tebaxa 2017`an, demjimêr 11`ê şevê, tîmek ji hêza pêşmergeyên navbajêr ên ser bi Hêza Pêşmergeyên Hizba Demokrat li dema encamdana me`imûriyetek hizbî li devera Pîranşehrê de ketne boseya çekdarên Spaha Pasdaran a Ter-orîstî û kirêgirtiyên wê de, û li encamp de şer û pevçûn derket.

    Di wê pevçûnê de, derbek giran ji dujminên azadiyê ket û li gor nûçeya gihîştî 4 terorîstên ser bi Spaha Pasdaran hatin kuştin û şeş kesên din jî birîndar bûne. Herweha mixabin di wê pevçûnê de du pêşmergeyên fîdakar û dilsoz ên Hizba Demokrat bi navên Ye`iqûb Muradî û Hêmin Mewlannijad şehîd bûn û doma rê û rêbaza xwe bi hevalên xwe li nav Hizba Demokrat de spartin.

    Behmen Qubadî sînemakarê Kurd şanaziya çûne nav 25 derhînerên berçav ên sed-sala 21`an di cîhanê de pêşkêşî serxwebûna Kurdistanê kir

  • 3Agirî 06-08-2017 Hejmar (307) Siyasî

    Giştpirsî bo serxwebûna Başûra Kurdistanê di navbera du hêzên nasyonalîstî ên ,

    “Sentrîfûgal û Sentrîpêtal” de

    Elî Munezemî

    Pêşgotin:

    Piştî rûxana Împeratoriya Osmanî ve, (zilamê nexweş ê Ewropa) û serxwebûna Îraqê ji Brîtanyayê di sala 1932`an şûnda hewl hate dan ku Kurd li Başûra welatê me bi zorî wekî beşek ji neteweya çirûk û destçêkiriyê Îraqê were pênasekirin, lê Kurd qet bi vê nasnameyê razî nebû û nekete qedeman. Bonaparastina nasnameyê, xak û mafên xwe tekoşîn kir, û di vê riyê de bi sedan bêbextî û nexweşî û rojên reş dîtin, lê tu demekê serî nete-wandin û neheliyan heya ku bi ser ketin, heya ku gihîştin azadiyê. Her piştî raperîna sala 1991`an ve heya niha Kurdistana Başûr bi şêwazek ji şêweyan, ji aliyê part û aliyên Kurdis-tanî ve bi rê ve diçe.

    Piştî rûxana hizba Be`is ji sala 2003`an ve û cihgirkirina destûra federalî di Îraqê de, hikûmeta nav-endî û aliyên Kurdistanî, li ser birêveçûna Îraqê bi awayê federalî li hev kirin û biryar hate dan ku ew navçeyên Kurdistanî ku heya sala 2003 di bin destê hikûmeta navendî de bûn, çarenûsa wan li gorî yasaya nû were çareserkirin, bo vê mebestê bendeke yasayî di yasaya bingehîn ya Îraqê de hate sepandin, ku ew navçeyên bi navê navçeyên cih nakok yan navçeyên Kurdistanî ên derveyî dehsilata Herêma Kurdistanê dihatin nasîn, li pêş de, rewşa akinciyê wê, bê asayîkirin û piştre ji riya deng-dana rûniştiyan ve bê rohnkirin, ku ew navçane hez dikin ku vegerin ser Herêma Kurdistanê yan na.

    Piştî vê ku Şî`e di Bexda û hikûmeta navnedî de bihêz bûn û ji riya wan ve jî, Îranê derfeteke zêdetir pêk anî, ku destêwerdanê di nava karûbarê Îraqê de bike, Şî`e bi fîtika Îranê ketin dij-beriya Kurd û desketiyên wan, lewra hikûmeta navendî tu demekê amade nebû ku maddeya 140 ya yasaya

    bingehîn cîbicî bike, û ji aliyekî din ve wan dest bi gefan kirin li hikûmeta Herêmê û zimanê zibir li hemberî gel û hikûmeta Herêmê bi kar anîn, û birîna bûdceya hikûmeta Herêmê û bûdceya hêzên pêşmerge, wekî hêze-ke yasyaî û nedana çekan bi pêşmerge wekî hêzeke yasyaî, avakirina hêzeke çekdar ya ne destûrî wekî Heşda Şe`ibî ku di hemberî tu yasayekê de berpirsyar nine, û pirrçekkirina wan û bikaranîna wan, wekî gefekê li dijî gelê Kurd û...hwd.

    Hikûmeta Herêma Kurdistanê her piştî peydabûna DAÎŞê û êrîşa wan li ser Kurdistanê, hikûmeta navendî ya Îraqê tohmetbar dike bi nedana çekên pêşkevtî bi pêşmerge, bona vê ku bikarin li hemberî êrîşên DAÎŞê de bo ser Şingalê bergiriyê ji Şingalê bikin, ku di encam de, eva bixwe karestaeke mezin lê ket û xelkê Kurd li Şingalê hatin komkuj kirin.

    Êrîşa DAÎŞê bo ser Herêma Kurdis-tanê herçend ku gellek karesta li pey xwe hebûn, lê di heman demê de, bûye sedema vê ku hêza pêşmerge hemû navçeyên Kurdistanî ên derveyî sînorê deshilata Kurdistanê kontrol bike, û bi xwîna xwe madeya 140 cîbi cî bike. Tiştek ku bûye sedema tûre-bûna karbidestên hikûmeta navendî û şovenîstan. Niha hikûmeta Herêma Kurdistanê gihîştiye vê encamê ku riya xwe ji riya hikûmeta navendî cuda bikin, û bo vê yekê jî pilan danîne ku di 25`ê Îlonê di hemû bajar û navçeyên Kurdistanî ên Başûra welatê me, giştpirsiyê bi rê ve bibin, bo doza serxwebûna Kurdistanê. Ew doza ji aliyê dijminên Kurd ve dijberiya wê tê kirin. Di vê gotarê de hewl tê dayîn ku ew dijayetî û aloziyên derheq giştpirsiya di Başûra Kurdistanê bi sedema li hev ketina du hêzên cuda ên nasyonalîstî ên “Sentrîfûgal û Sentrîpêtal” ve bê şirovekirin.

    peyvên serekî:

    Peyvên serekî ên vê gotarê ew in: Giştpirsî, serxwebûn, neteweperestî, “Sentrîfûgal û Sentrîpêtal”.

    -Giştpirsî yan referandom tê vê wa-teyê ku li welatekî yan di herêmekê diyarîkirî li ser dozekê, pirs bi xelkê bê kirin û ew bi dengê xwe, vê yekê ret yan pesend bikin. -Serxwebûn wate girêdayînebûna

    bi aliyekî, û bixwe biryardana li ser xwe û qedera xwe, yanî metodek ku tê de mirov bikare bixwe bîr bike, û kar bike, bi bê vê ku hewcehî bi rênîşandan û alîkariya aliyekî din hebe. Li gora konvansiyona “Montê Vîdêo” welatek serbixwe ye ku rêjeye akinciyên hertimî hebe, herêmeke di-yarîkirî hebe, û dewleteke xwedîşiyan hebe ku zal be û kontrola wê hebe bi ser herêmê, û şiyana wê hebe bo ava-kirina pêwendiyan digel welatên din.- Netewe bi desteyek mirovan tê gotin, ku xwediyê nirxeke hevbeş in, û dixwazin ku welateke hevbeş hebin. Neteweperestî bi sê şêwazên nerênî, bê alî, tê bikaranîn. Neteweperestî bi wateya erênî ya wê, yanî kerb û kîn li dijî ên ku biyanî yan xeyrîxweyî ne,bi wateya bêalîtiyê jî yanî her welatek yek netewe tê hesibandin, û bi wateya erênî jî neteweperestî yanî komek xelkê ku bi riya tiştekê ve bi hev ve tê girêdan. Di sedala nozdeyan şûnda neteweperestî wekî tevger û îdeoloji-yeke siyasî tê bikaranîn û tekoşîn dike ku di navbera sînorê welat û netewe de, guncandin hebe.

    - “Sentrîpêtal” ku bi kurd pê tê gotin, navendgera (navendxwazî), ji peyva latînî ya Sentrom bi wateya navend, û pêtal bi wateya lêgerîn hatiye wer-girtin. Bi kurtî yanî geriyan li dewra navend û baldan bi navendê. “Sentrîfûgal” yan avêtina ji navendê ku ew jî ji du peyvên latînî ên sen-trom û Fûgal pêk tê, yanî dûrketin û avêtin ji navnedê, azadkirina laş yan tiştek ji bazineyê gerînê.

    Hêzên rakêşer, û avêtin û dûrxis-

    tina ji navendê, a nasyonalîzma serxwebûna Kurdistanê:Welat bi sedema neteweperestiyê ve têne avakirin, û yan jî têne hiloşandin. Çarenûsa Başûra Kurdistanê di vê hevkêşeyê de ji vê riyê ya çareseriyê ne dûr e. Sedemên Kurd bona bidestx-istina serxwebûna Başûra Kurdistanê, hokarên usulî û xwedîpirensîp in. Dibe ku hemû aliyên qada siyasî di Îraqê de, bo wan hatibe selimandin ku nasyonalîzma Îraqê bo vê ku wekî dewlet-netewe binasîne, rastî têkçûnê hatiye. Piştî şerê yekem ê cîhanî Îraq hate avakirin, û ji sala 1932`an ve ser-bixwe ye. Lê tu demekê karbidetsên Îraqê hewl nedane ku Îraqa rasteqîne jî ava bikin. Welatek ku xelkê wê bi xwe, xwe tê de hevwelatî nezanin, tu demekê nabe welat. Bona vê ku welat dirêjiyê bide jiyana xwe, pêwîst e ku bi awayekî dadperwerane netewesazî tê de bê kirin. Piroseya netewesaziyê di Îraqê de gihaye dawiyê, û kar-bidestên Îraqê ji her du curên Erebê Şî`e û Erebê Sunî di bernameyên xwe de di pêvajoya netewesaziya di Îraqê de, serkevtî nebûn. Her du komên îşarepêkirî, ji aliyekî ve di nava hew-ldanan de bûne ku hev vêde bidin, û xwe bi ser yektir de bisepînin, û ji ali-yekî din ve hemû demekê gelê Kurd û nirx û kultura Kurd di piroseya netewesazî de, her ji destpêkê ve vêde dane, û tu carî girîngî nedanê û nadin.

    Di vir de bi hewce dizanim ku bon az-elalkirina baştir ya vê basê her yek ji faktorên netewesazî û hêza wan fak-toran, bo rakêşan yan paldana xelkê di pêvajoya netewesaziyê di Îraqê de

  • 4 Agirî06-08-2017 Hejmar (307)Siyasî

    Rojnamevan, nivîskar û dostê gelê kurd û Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, Kirîs Koçêra li jiyê 79 saliyê de koça dawiyê kir.Piştî sê rojan, nûçeya koça dawiya Kirîs Koçêra ji aliyê ‘’Êdît Koçêra’’ya hevsera wî ve hat piştrst kirin.

    Kirîs Koçêra parek zaf ji jiyana xwe ji bo lêkolîna ji dîroka gelê kurd û xistine rojeva pirsgirêkên siyasî û civakî ên neteweya kurd veqetandibû û li vê derheqê de komek berhemên binirx pêşkeşî pirtûkxaneya cîhan û ya gelê kurd kiriye.

    Ew rojnamevanê Firansî, dostê gelê kurd bi giştî û Hizba Demokrat û Dr. Qasimlû bi taybetî bû.

    Li gorî nivîsên wî, bîr û hizrên dr. Qasimlû ewqas bandor lê kirine ku ne tenê wekî rojnamevanekê kar û xebatê ji bo gihandina dengê kurdan bike, belkî hewil bide li ser dîroka kurdan jî lêkolînê bike û pênc pirtûkan li ser dîroka kurdan binivîse ku pêk tên ji:

    - Tevgera Netewî a Kurd, çapa sala 1979- Alengarî Kurd û xewna xweseriyê, 1997- Kurdistan, rêberê Edebiyatê, 1998- Pirtûka Reş a Sedam Husên, 2005- Çîroka dîroka Kurdistanê, 2007Ev nivîskarê binav û deng di sala 1938’an de ji dayîk bûye û yek ji lêkolînerên herî navdar ê Rojhilata Navîn û bi taybetî pirsa kurd e.Kirîs Koçêra li dor tevgera netewî – demokratîk a gelê kurd xincî nivîsîna çendîn pirtûkan, bi dehan semînar û reportaj û raport jî berhev kirine.

    Kirîs Koçêrayê rojnamevan û dostê gelê kurd û Hizba Demokrat koça dawiyê kir

    û bandora wan li ser pirsa serxwebûna Başûr bixim ber bas. Pêştir bas hate kirin ku netewe ji komeke mirovan pêk tê, ku xwediyê nirxên hevbeş in, û xwazyarê jiyana di nava welateke hevbeş de ne. Ew nirxên îşarepêkirî dikare nirxên kulturî bin wekî ziman, etnîk, ol, dîrok, deb û resm, û ...hwd, û yan jî nirx û îdeala siyasî wekî azadî, wekhevî, birayetî, û hwd...bin.

    Du neteweyên Kurd û Ereb tu demekê di Îraqê de xwediyê nirxên hevpar nînin, ku neteweyekê pêk bînin. Kurd û Ereb di warê îdealên siyasî de, xwediyê nirxeke hevpar nînin û qet ji aliyê Ereban ve nehatiye qebûlkirin ku digel Kurd yeksan û wekhev bin, Kurd xwediyê vê azadiyê be ku Ereb heye, yan Kurd û Ereb xwediyê îdeyeke siyasî ya hevpar bin, ku wekî birayekî hevbîr li hev binêrin. Ku wate îdealên siyasî hemû demekê bo Kurd palder bûne, heya ku rakêşer bin bo aliyê nasyo-nalîzma Îraqî.

    Di biyavê faktur û nirxên kulturî ên hevpar de jî her wisa ye. Kurd xwediyê zimanê neteweyî ya xwe ye, û ew ziman ne tenê ji aliyê Ereb û karbidestên navendî wekî zimanê Erebî ve wekî zimanê Erebî rêz jê nahê girtin, belkû yan qet wekî zimanê fermî nehatiye qebûlkirin, yan jî wekî zimanê duyem hatiye qebûlkirin. Ji aliyekî din ve jî herçend ku zimanê Kurdî hinek azadî hebûye bo vegeşînê, lê qet ew azadiya heya wê demê ku Ereb zal bû bi ser Kurdistanê de, wekî vê azadiya ku bo zimanê Erebî hebû, nebûye.

    Di warê dîrokê de, Kurd xwediyê dîroka hevbeş digel neteweya serdest di Îraqê de nine. Li ber vê ku ew kesên ku bo Kurd qehremanê dîrokî ne, her bi destê wan karbidetsan hatine kuştin, û ji nav çûne. Eva ku bo Kurd têkşikane di dîrokê de, bo wan bi serkevtin tê hesibandin. Lewra dîrok jî wekî faktor nikare palder be bo Kurd ku ber bi navendê bê rakêşkirin.

    Herwisa Kurd û Ereb xwediyê deb û resmeke bi tewahî cuda ne. Hekî li hinek biyavên biçûk de wekhevbûnek hebe, ew jî nikare gellek bibandor be. Alava herî baş di destê hikûmetan de bo netewesaziyê, sîstema perwerde ye. Mixabin hikûmetên navendî ji vê sîstemê bo çewsandina gelê Kurd mifah wergirtiye,heya avakirina nirxên hevpar. ji aliyekî din ve tu demekê wan hewl nedane ku nirxa Kurd bikin nirxeke hevpar û tenê hewla sepandina nirxên xwe dane bi ser Kurd de. Yanî her takek bi berçavgirtina vê rastiyê bi hêsanî dikare bigihîje vê encamê, ku nasyonalîzma Îraqa Erebî ku xwediyê hêzê bû di Îraqa yekgirtî de, hemû hêzên wê kar kirine, bo bihêzkirina sentrîfûgalê derheq Kurd, û tu hêzeke rakêşer yan sentrîpêtal tune ye derheq nasyonalîzma Kurdî û Erebî de.

    Di serve de bas ji vê hate kirin ku welat di bin navê neteweperestiyê de, hem têne têkdan û hem jî têne avakirin. Hekî bo nasyonalîzma Erebî girîng bû ku Îraq li jêr hejmoniya Împeratoriya Osmanî rizgar be, û bibe hikûmeteke serbixwe, îro rojê jî, bo nasyonalîzma Kurdî girîng e ku ew Îraq tê hilweşandin, bona vê ku Kurdis-taneke serbixwe bê avakirin. Kurd û Ereb ne li ber sedemên xwînê hevbeş in, û ne jî bi sedema xaka hevbeş yek netewe bûne, û tu carî jî nabin yek. Kurdistan û Îraqa Erebî du welatên cuda û du neteweyên cuda ne, û dikarin bi rêzgirtina ji îradeya yektir, du cîranên baş û erênî bin bo hevdu. Kurd neteweyeke aştîxwaz û lêbor e. Dikare ji wan hemû komkujî û bêbextiyên ku ji aliyê neteweya serdest ve hatine serê wê, di pêxema aştî û jiyana aştiyane li rex hevdu xweş be, û wan efû bike.

    Çavkanî:

    -https://www.duo.uio.no/bitstream/handle/10852/15145/9953.pdf?sequence=1-http://www.uio.no/studier/emner/hf/ilos/EXFAC03EURA/h14/timeplan/exfactredje.pdf-https://no.wiktionary.org/wiki/selvstendighet-http://www.ovs0.com/8/2015/01/sentripetal%20sentrifugalkraft.html-http://kommunal-rapport.no/artikkel/hva_er_en_folkeavstemning

  • 5Agirî 06-08-2017 Hejmar (307) Siyasî

    Siyaseta çewt a hikûmeta navendî a Îranê, Kurdan zêdetir ber bi serxwebûnê ve pal dide

    Elborz Ro`înten

    Serxwebûn yan cudahîxwazî têgehek e, ku bi dirêjahiya dîroka hevçerx wekî hêcetekê bo serkut û binpêkirina mafên neteweya Kurd hatiye bikaranîn. Heya ji gellek mafên xwezayî hatine bêparkirin, jiber ku her mafeke destpêkî wekî rewşek ji bo gihîştina bi vê armancê dihesibînin.

    Di vir de ye ku bona pêşîgirtina ji rizgariya Kurdistanê têgeha dagîrkariyê dibe xwedî wate. Lewra jî deshilata xwe li ser bingeha hêz û lênêrîna ewlekariyê li ser Kurdistanê ava dike. Bi vî awayî pêşiya vegeşîna Kurdistanê tê girtin di biyavên aborî û kulturî de. Jiber ku merema hikûmeta navendî dagîrkirin û pêşîgirtina ji azadiya gel û xaka Kurdistanê ye, ne birêvebirin yan baştir kirin yan ber bi pêşvebirin.

    Her di vê rastayê de ye jî, ku di dîrok û bîreweriyên xwe digel dewleta navnedî de, me ji bilî xwîn û stemê tiştekî din nedîtiye. Ji hemiyê balkêştir ew e ku gelek caran bi mafê gellek kêm di pêxema nemana şer û bêbextiyan û gihîştina bi kêmtirîn mafê xwe amade bûye, ku di çar-çoveya van sînoran de, daxwazên xwe anîne gorê. Wate kurd qelembazî daye bi ser xwestek û mafê cudahîx-waziyê li pêxema avakirina civakek pêşkevtî, ku ne tenê ji aliyê dewleta navendî ve pêşwazî jê nehatiye kirin, belkû her berbirûyê heman siyaseta reftara dijberan û dagîrkeran bûne. Heta asta dijberiya mafê Kurdan tenê ji bo desthilatdarên Tehranê nemane, belkû bi kêmî hilketiye, ku yên herî demokrat jî, kêmtirîn mafî rewa biza-nin ji bo Kurdan, berevajiyê vê yekê ji tirsa herifîna yekîtiya destçêkirî bi zorî herwekî dagîrkeran bîr bikin, û di warê lênihêrîn ve jî cudahiyek di navbera wan de nine.

    Piştî van hemû salan niha ji hemû demekê zêdetir ew pirsa tê pêş, ku heya kengê emê berdewam bin, li ser daxwaza mafên xwe, di çarçoveya vê sînorê destçêkirî ku nîşana gewhera neteweyî ya me nine. Yan bo çi di de-mekê de ku Kurd hertim amade bûye bona danûstandinan, û çareseriyê, lê her bi xwîn û şemşîran bersiva wê hatiye dan, yan bo çi berdewam dibe li ser daxwaza çareseriyê bi awayê diyalog û selmandina niyetpakiyê, di demekê de tenê û tenê ew dixwa-zin Kurdan li ser maseya gotûbêjan çareser bikin?

    Heya kengê em amade bin li ber hestiyarbûna wan dev ji mafên xwe yê rewa berdin, lê ew amade nebin bo çareseriyeke aştiyane danûstandinê jî bi me re bikin.

    Hatina pêş ya hemû van pirsyaran, di nav xwe de, xwendineke dîrokî ya serok eşîran û nûnerên Kurd û rêberên wekî Simko û Pêşewa û heyeta Kurd û Qasimlo bi bîr tîne, û bersiva wê jî li cem nivşa nû bi “êdî bes e” dest pê dike. Ez nabêjim ku yên berî me şaş bûn, belkû binêşe û xîmê vê “êdî bes e” ya nivşa nû, berhema xebat û tekoşîna wan, û serdema niha ya vegeşîna biyavên cuda cuda ên doza Kurd e. Lewra jî dema wê hatiye ku li ber sîbera giran ya vê dîrokê strate-jiya nû ya gel û xebat û tekoşîn ji çarçoveya sînorê destçêkirî ve bêne guherîn bo daxwaziya gel, îca her çi be, wate biryardan li ser çarenûsa xwe, em bikin manşêta daxwaziyên xwe.

    Bona selimandina vê daxwaza rewa

    jî, em dikarin ku dîroka stema çendîn sale, bi belge bînin, ku pirr e ji des-tanên qirkirin, û jînosayd û girtinê, wate siyaseta çewt û dijberane ya navendî ya Tehranê, zêdetir ji hemû hêcetekê, me tûj dike ku em ser ji nû reh û rîşeya stemkariya navendê, derheq Kurdan pênase bikin, û strate-jiyeke din, me di hember de hebe.

    Min jêve ye ku hêza Rasanê û daynemoya şoreşê, wate PDKÎ bona nîşandan û raxistina ber çavan ya vê daxwazê, roleke bibandor dilîze, jiber ku daynemobûn û qurbanî û xebata

    nêzî yek sedsalî ya derbazbûyî vê erkê jî dixe stûyê vê hêzê. Bê gu-man baş dizanim ku bona vê ku ew daxwaza ji diruşmeke biçirûsk ve bê guherîn bo stratejiyeke bernamedar-êtî, destpêkê hewce ye, rewşa teorî ya vê çendê li ber ronahiya bêbextiyên dîroka derbazbûyî ya me bê darêtin, û bibe armanca şoreşê, û piûtre bona cîbicîkirin û piraktîzekirina rasanê bigehînin lûtkeya bihêziyê, lê tenê anîna ber bas ya vê mijarê, vê çendê nîşanî dijmin dide ku bi hilgirtina dersa dîrokê xebata xwe didomînin.

    Belavoka ‘’Hîl’’ piştevaniyê ji guhertina rejîam Îranê

    di hundir de dike

    L i gorî belavoka ‘’Hîl’’ a Kongireya Amerîkayê, hatiye daxwaz kirin ku Waşîngton guhertinê di siyasetên xwe li hemberî Îranê de bike, û guhertina rejîmê li hundir de bike destûra karê xwe.

    ‘’Hîl’’ îşare bi gotina rayedarên payebilind ên Amerîkayê bi taybetî ‘’Riks Tîlirson’’ û ‘’Cîmz Metîs’’wezîrên karê derve û yê Berevaniya Amerîkayê dike ku rejîma Îslamî ya Îranê weke mezintirîn gefa li dijî berjewendiyên Amerîka di Rojhilata Navîn de didin zanîn. Belavoka han daye zanîn, Civata Ewlehiya Nîştimanî ya kabîneya Tramp ku mijûlê pêdeçûna bi ser siyaseta derekî deye, dibe ku guhertina li hundirê rejîmê de bike armanca kar û siyaseta xwe.

    ‘’Corf Rabêrt’’ balyozê berê yê Amerîkayê jî li vê derheqê de eşkere kiriye ku ‘’siyaseta me dibe jiyan û hêvîdariyê bide opozîsyonê, û wan neraziyên ku li hundirê Îranê de xebat û piştewaniyê ji demokrasî, mafên mirov û dewleta sekolar dikin. Piştî hatine serkar a Tramp givaşên li ser rejîmê roj bi rojê zêdetir dibin û li dawîn nimûne de jî serkomarê Amerîkayê pejrandiya Kongireyê li dor baykotên li ser Îran, Rûsiya û Koreya Bakûr wajo kir û Serokê Civata Nûnerên Amerîkayê ev pêngava Amerîkayê bi peyamek eşkere û rohn a Waşîngtonê bi dujminan da zanîn.

  • 6 Agirî06-08-2017 Hejmar (307)Siyasî

    Pirsa Kurd û dijmin

    Cemal Resûl Dinxe

    Neteweya Kurd di erdnîgariya Rojhilata Navaîn de bi dirê-jahiya dîrokê ji bo bidestxistina mafê xwe xebat kiriye, û di pêx-ema bidestxistina vî mafî de jî, qurbanî û nirxeke giran daye. Hekî xisranasiyê em ji bo van hokaran bikin, ku sedema vê ku heya niha Kurd serbarê vê ku têçûyeke zaf ya madî û me`inewî daye, lê negihane mafên xwe, vedigere ser gellek sedemên navxweyî ên xebata Kurd di navxwe de, û piştre jî sedemên wekî pêwendiya digel cîhana derve.

    Rojhilata Navîn di dîrokê de tejî ye ji şer û nakokiya di navbera netew-eyên vê erdnîgariyê, û berdewam qada rimbazîna hinek aliyên derekî û navxweyî ên hêzên vê navçeyê bûye. Bi xwendineke destpêkî ji rewşa siyasî û erdnîgariyê em dikarin bigihîjin vê encamê ku Kurd di cîhana siyasetê de bona desteberkirina mafên xwe di biyavê siyasî de bilindî û nizmî bi xwe ve dîtiye, û nekariye balansa xwe di biyavê siyasî de ragire, û siyasetê bike, û bo hertim di dîroka Kurd de hekî em qonaxbendiyê bikin bo me eşkere dibe ku hertim Kurd bo heyameke kêm serdema zêrîn he-bûye, û piştre ji dest daye, û dîsan “ceribandin” ceribandine. Di biyavê leşkerî de neteweya Kurd hêza çekdar hebûye, û li dijî dagîrkeran şer kiriye. Di şiroveya dîrokî de hertim bas ji vê tê kirin, ku Kurd yekgirtin di biyavê siyasî û leşkerî de nebûye, û ew yek bûye sedemek bona vê ku Kurd negihîje mafên xwe.

    Lê tewahiya kêşeyê di nebûna yekîtiyê de nine, belkû zêdetir kêşe vedigerin bo lawazî yan jî nebûna çanda Kurd di siyaset û rêberîkirina şoreş û xebatê de. Di dîroka Kurd de her tim ew hêzên ku xebat ji

    bo azadiya neteweya Kurd kirine, bedela qebûlkirina hevdu û ji hev têgihîştinê, li pey vêdebirina hevdu bûne, û di vê derheqê de, gellek caran hêzeke Kurd bo jinavbirina aliyê din hawara xwe bo dijmin biriye.

    Dirêjbûna xebata hêzên şoreşger ên Kurd bona gihîştina bi azadiyê sedemek din e ku lawazî û jihevbe-lavbûn li pey xwe aniye, û nebûna xebatê bixwe di nava beşên taybetî ên Kurdistanê sedemeke din e ku neteweya Kurd têçûya gihîştina bi rizgariyê bide. Herwisa piraniya herî zaf ya hêzên dijberî rejîmên dagîrkar ên Kurdistanê, ku daxwa-za herifandina rejîmê hene, bixwe alaya pêkvesazanê digel dijmin hilgirtin.

    Sedemek din ew e ku dijminên Kurd di vê navçeyê de di dîrokê de li dijî yektir bûne, lê di hem-berî xwesteka neteweya Kurd de yek helwest bûne. Herwisa sede-meke din ya dirêjbûna xebata Kurd vedigere ser çend siyasetên giştî û hertimî ên dijminan li dijî Kurd, û yekem siyaseta înkarkirina pirsa Kurd e. ya duyem jî, siyas-eta nalojîk li hemberî pirsa Kurd e. Ya sêyem jî texek e ku îdiaya zanistîbûnê dike.

    Li gora siyaseta yekem, dijmin berdewam û ji hemû riyekê ve, û bi awayî bernameyên hemû cure, bas ji vê dike ku tiştek bi nave pirsa Kurd di gorê de nine, û ew çar

    welatên ku Kurdistan bi ser de hati-ye parvekirin, pirsa Kurd destçêkirî û şibhê cinan e, û bas ji vê dikin, ku destepeyva “Neteweya Kurd” (Kurd Nation), destçêkiriyê dijmin e. Herwisa di vê siyasetê de dijmin rû li neteweya Kurd dibêje: “ Em yek in, û cudahiyên heyî destçêkiri-yê dijm in”. Sansora peyva Kurd di her biyavekê de ji aliyê deshilat-darên van rejîman ve nîşana eşkere ya înkara neteweya Kurd e.

    Di siyaseta duyem de, vê desteyê ji hêza Kurd bi siyaseta xwe, ne tenê tu alîkarek nebûne bo çare-seriya pirsa Kurd, belku di qa-libê şoreşgerbûnê de pirsa Kurd kirine girêyeke hişk, û herwisa temenê Kurdxwaziyê bo jinavçûnê rakêşane. Pêkhateya siyasî û derûnî ya vê desteyê bê îdia bûn. Herwisa di siyaseta sêyem de, hinek hêzên siyasî ku xebatê bo neteweya Kurd dikin bas ji îdiaya zanistîbûnê dikin, û ji vê riyê ve dixwazin ku mafê Kurd bi dest bîne, di metoda yekem de wê desteyê di biyavê şiyana neteweyî “Ability Nation” de, şiyana hilgirtinê ya hewce tunîne, da ku bikare neteweya Kurd organîze bike, û xebatê bike û di rastî de, tu xwendineke wan bo pirsa Kurd nine.

    Dawî

    Pirsa Kurd yek ji pirsên herî aloz ên Rojhilata Navîn e, hekî bi awayekî lojîkane û bi sebr û tehemul ve, hewl jê re nehê danê,

    di pêşerojê de jî, wekî derbazbûyî û niha wê aloztir û bixwîntir be. Herwisa kêşeya Kurd hekî tevli-heviyek ji hemû kêşeya Kurd be, û hêzeke bihêz di gorê de nebe, ku neteweyea Kurd bo gihîştina bi azadiyê organîze bike, ji aliyekî ve neteweya Kurd wê çiq û hêzên cur-bicur di bin navên cur bi cur de jê çê bibin, ku bixwe çaresernekirina wan pirsan vedigeşîne, û ji aliyekî din ve, temenê xebatê zêdetir dibe û nirxa wê zêdetir. Lewra dibe ku neteweya Kurd di her beşekê de bê ser vê baweriyê, ku dijmin dagîrker e, û Kurdistan kolonî ye, û bo rizgarkirina xakê, tenê amadebûn rêçare ye bo çareserkirina pirsa Kurd.

    Pirsa Kurd yek ji pirsên herî aloz ên

    Rojhilata Navîn e, hekî bi awayekî lojîkane û bi sebr

    û tehemul ve, hewl jê re nehê danê, di pêşerojê de jî, wekî derbazbûyî û niha

    wê aloztir û bix-wîntir be

  • 7Agirî 06-08-2017 Hejmar (307) Rojev

    Nerîna Lîderan

    Barzanî: “ Nabe ti welatek ji referanduma Kurdistanê

    bitirse”.

    Parêzer Mêhdî Şems: Destê sê wezîran û serokê banka navendî di gendeliya neftî de heye

    7.mîn civîna dadgehîkirina tohmetbarên dosiyeya gendeliya petrolê bi rê ve çû, û tê de bas ji desthe-bûna sê wezîran jî hate kirin.

    Parêzerê tohmetbar Mêhdî Şems ragehand ku di sala 1387`an de, Babek Zencanî digel binkeya Xatem El-enbiya (ser bi Spaha Pasdaran) girêbesta bazerganî hebûye, û di sala 1390`î de, binkeya Xatem El-enbiya rêz ji Babek Zencanî girt.

    Bi gotina wî, wan Wezîran, Mêhdî Şems nas nedikirin, û kesên serwetir hebûn, ku kar bi Mêhdî Şems dabûne kirin.

    Pêştir bas ji vê jî hatibû kirin ku kesên tohmetbar bedela vê ku ew perê neftê bixin nava xizîneya welat de, lê bi vî pereyî karxaneyeke alominyomê kirîn, û şirketeke veguhastinê jî bo zawayê Erdoxan kirîn. Mêhdî Şems di civînên pêştir de, ew yek eşkere kir ku Mehdewî nûnerê şirketa Petrolê, kompanyayeke navneteweyî li derveyî welat heye. Li gora gotina parêzerê Mêhdî Şems hevdestê Babek Zencanî, yek ji wan mijarên ku kêşe bo Mêhdî Şems çêkiriye, ew e ku navbirî regeznameya welatekî din heye, û niha gellek kesên xwedî regznameya welatekî derekî di Îranê de hene ku di girtîgehê de ne, û rejîm wan wekî rehîn (girûgan) bi kar tîne, da ku di danûstandinên bi welatên rojavayî re, wan bo berejwendiya xwe bi kar bîne.

    El-qebes: Civînên şaneya ajantiya Spaha Pasdaran di balyozxaneya Îranê a Koweytê de bi rê ve diçûn

    Rojnameya Kowêytî ta El-qebes ragehandiye ku hukmê dadgehê ê dawiyê, nîşan dide ku endamên vê şaneyê, li Lubnanê de perwerde dîtine, û bi alîkariya digel yek ji dîplomatên Îranê û yek ji endamên Spaha Pasdaran, civînên xwe di balyozxaneya Îranê ya Koweytê de bi rê ve dibirin.

    Hukmê dadgehê ku ji aliyê dadwer Ehmed El-ecîl ve bi rê ve çû, weha ye: Bi hebûna gellek sedeman hate selimandin ku Hizbullah saziyeke terorîstî ye, û di biyavê berjewendiyên rejîma Îranê de kar dike, û dixwaze siyasetên wê rejîmê li Koweytê û welatên din ên Îslamî de, vegeşîne. Armanca wan siyasetan jinavbirina sîstema bingehîn ya Koweytê, û welatên din ên Îslamî û êrîşa li dijî sîstema civakî û aborî ji riya bombedanînê, û bikaranîna zorê û kiryarên din ên terorîstî ye. Li gora zanyariyên ku dadgehê eşkere kirine, Hizbullahê pêwendiya wê digel revandina balafira hejmar 422 ya xeta esmanî ya Koweytê, û hewldan bo terorkirina Şêx Cabir El-ehmed emîrê berê ê Kowetê, û herwisa pêkanîna şaneyên sîxoriyê hebûye.

    Herwis Hizbullah û rejîma Îranê hewl dane ku şaneyên ajantiyê çê bikin, û ji riya wna ve çek û teqemeniyên hewce bibin Koweytê. Herwisa di destê tawanbarê rêza heştê de, xerîteyên leşkerî û bajarî hatin girtin, ku tê de navnîşanên çal û mey-danên neftê hebûn. Şaneya ku hatî vedîtin, ji 21 kesan pêk tê, ku karê wan casûsiya bo Spaha Pasdaran bûye.

    Îranê pileya herî nizim ya azadiya aborî a navçeyê heye

    Serokê meclisa rejîmê ragehand ku rewşa aboriya me gellek xirap e, bi awayekî ku li gora pîvanên aborî em di nava welatên herî lawaz ên cîhanê de ne. Elî Larîcanî serokê meclisa rejîmê di civîna heyeta “Omena” ya zankoyên pizişkî de rexne li aboriya welat girt, û ragehand ku xirapiya rewşa aborî wê demê zêdetir eşkere dibe ku em li amaran binihêrin. Bo mînak di biyavê azadiya aborî de, Îran di nava 22 welatên Rojhilata Navîn de pileya dawiyê heye. Di nava 181 welatên cîhanê de, pileya 147 ji xwe re misoger kiriye, yan di biyavê rewşa giştî ya aborî de, di biyavê geşeya nepaqij ya navxweyî di nava 24 welatên navçeyê de, dehem e, û di nava 191 welatên cîhanê de pileya 84 heye.

    Larîcanî ragehandiye: Ew amar berevajiya belgenameyên berjewendiya geşeya Îranê ku dibû Îranê pileya yekem ya navçeyê hebûya, em dibînin ku berdewam ber bi paşve vegeriyaye, û tu pêşkevtineke berçav jî tê de nahê xûyakirin. Ew gotinên Larîcanî di demekê de ne, ku Baqir Nobext çend roj berî niha bas ji vegeşîna %11 a aborî a Îranê di sala borî de kiribû. Serokê meclisa Komara Îslamê herwisa bas ji dawî amarên pêwendîdar bi pişka Îranê di sermayeya derekî de kiriye, û ragehandiye: Di nava 24 welatan de, bo sermayedanîna derekî Îranê pileya 22 heye, herwisa di biyavê piştevaniya ji sermayedaneran Îranê pileya 19 di nava 20 welatên navçeyê de heye, û pileya 117 di nava 138 welatan de heye, ku ew yek cihê şermê ye. Navbirî d doma amaranîna xwe de, bas ji rêjeya bêkariyê kiriye, û dibêje ku: Îran di biyavê bêkariyê de, di nava deh welatên navçeyê de, pileya 9 û di nava 105 welatên cîhanê de pileya 90 heye, ku ew yek cihê mixabniyê ye.

    Heather Nauert: “Karesata Şingalê qet nayê jibîrkirin”.

    Larîcanî: “Amerîkayê “ber-cam” binpê kiriye”.

    Hoşiyar Zêbarî: “Roja 25ê Îlonê rapirsî wê bi

    rê ve here, û ew roj nahê guherîn”.

  • 8 Agirî06-08-2017 Hejmar (307)Jin û Berxwedan

    Doza Serxwebûna Kurdistanê di seranserê cîhanê de tê şopandin

    Pirsa Serxwebûna Herêma Kurdistanê di civînên cîhanê da tê axivtin,û gellek navend û rêxistinên siyasî di vî warî de dişopînin.

    Paş diyarîkirina roja referan-domê bo serxwebûna kurdistanê û diyarîkirina maf û çarenivîsa gelê Kurd bi destê xwe, serbarê vê ku bi dijberiya hin welatên cîranan re berbirû bû, lê belê têkoşîn bo encamdana vê referandomê ji aliyê rayederên Hikûmeta Herêma Kurd-istanê ve didome.

    Di vê peywendiyê da gellek malper,kanalên televîzyonî,navendên siyasî,akademîsiyen û medenî ên kurd û xeyrî Kurd, di derbara pirsa referandoma Kurdistanê, giştpirsî saz kirin, û nêrînên gelê kurd di vê warî de pijirandin.

    Di vê giştpirsiyê de bêhtirî kar-beran ji du bijardeyên Erê û Na,piraniya karberan dengê Erê

    Gola Urmiyê wê jiyana 14 milyon kesî bixe metirsiyê de

    B irêvebirê giştî ê çavdêrîkirina kirîzan a parêzgeha Urmiyê hişdarî daye ku hekî gola Urmiyê nehê vejiyandin, zê-detir ji 14 milyon kesî, jiyana wan wê di metirsiyê de be, û cureyên nexweşiyan gefan li wan dixwe.Li gora rapora nûçegihaniya HRANA, civîna vejiyandina gola Urmiyê, bi beşdariya berpirsyarên pêwendîdar bi rê ve çû, û di vê civînê de Ce`iferî ragehand ku navçeya Miyandoawê roleke mezin û girîng di vejiyandina gola Urmiyê de heye, û ber-pirsyarên pêwendîdar di vê herêmê de dibe bi rol û erka xwe rabin. Lê di heman demê de, navbirî xwest ku kêmkarî û xemsari-ya dewletên yek li dû yekê derheq kêmbûna ava gola Urmiyê bipeçêve, û got: Hişikbûna gola Urmiyê tenê girêdayî bi dewletan nine, û guherîna rewşa hewayê, hişiksalî, zêdebûna bikaranîna avê, hokarên mirovî û kêmiya barînê wekî sedemên hişikbûna golaUrmiyê bi nav kir.

    Wî bas ji vê kir ku serdemekê gola Urmiyê pêl didan, û tu kesî bawer nedikir ku %95 a wê hişk bibe, û hekî ew gol nehê ve-jiyandin, wê zêdetir ji 14 milyon kesî jiyana wan bikeve metirsiyê de, û wê berbirûyê gellek cureyên nexweşiyan bin. Derheq vejiyandina ava golê wî ragehand ku hekî ew bikarin %8 ji ava cotkariyê bo vejiyandina gola Urmiyê bi kar bînin, wê di pên salên dahatî de, heya %40 wê bikaranîna avê kêm be, ku ew yek dikare bo vejiyandina gola Urmiyê bi cî be.

    Nûnerê kongireya Amerîka: Hikûmeta Îranê li zanîngehên me de pere direşîne

    Den Danawn, nûnerê Civata Nûnerên Amerîkayê daxwaza lêkolîna li ser alîkariyên malî ên navendeke xêrxwazî bi navê ‘’Elewî’’ya girêdayî Îranê ji bo dehan zanîngehên Amerîkayî kir.Li gorî vê nûçeyan, ew navenda xêrxwazî li çendîn zanîngehên weke Kulimbiya, Harward û Pirîniston de bi awayek berbiçav pere direşîne û saporta malî ya mamostayên dijberê Îsraîlî û alîgirê Îranê dike.Ew nûnerê Kongireyê dide zanîn ku navenda han hewil dide xirabkariyê li zanîngehên me de bike.Heyeta çavdêrî ya dadgehek federal ya Amerîkayê jî li vê derheqê de eşkere kiriye ku navenda Elewî dorpêçên li ser Îranê binpê kiriye û dest bi ser avahi-yek wê navendê de girtiye. Dadgeha New Yorkê berê jî dabû zanîn ku navenda Elewî û kompaniya’’Asa’’ ji bîroyên bazerganî ên banka Millî ya Îranê ne û 40 milyon dolar ji dahata wê avahiyê jî ji hesaba banka Millî û dewleta Îranê re şandine.

    Nawenda Elewî li sala 1973’an ji aliyê Mihemedreza Şa ve hat avakirin. Armanca wê nawendê, vegeşandina lêkolînên Îranî û Îslamî li Amerîkayê de û herweha alîkariya bi qutabxane û nexweşxaneyan bûye. Piştî serketina şoreşa gelên Îranê, rejîma Komara Îslamî piraniya personelên wê nawendê bi kesên girêdayî xwe ve guherandin.

    dan bo serxwebûna Kurdistanê.Kanala televîzyunî a Elcezîre,Malpera (RT) ya Rûsiya,Peymangeha Demokrasî a Nîştimanî a Amerîka,Malpera koşka spî, û Malpera dengî a pişka farsî a Dengê Amerîka,giştpirsî ji bo serxwe-bûna kurdistanê pêk anîn.Bi vî awayî gellek malper û televîzyonên Kurdî jî di wî warî de,bo serxwebûna kurdistanê rapirsî saz kirin, û derencama vê giştpirsiyê derxistiye holê ku xelk , dengê xwe ji bo serxwe-bûna kurdistanê bi kar bîne.

    Gellek rêxistinên medenî kempîn bo piştgîrîkirina serxwebûna kurdistanê rê xistin.

    Ji aliyekî din ve hemwlatiyên Ereb bi taybet jî welatê Erebistana si`ûdî piştgiriya xwe ji bo referandomê ragihandiye, û ji tora civakî ya twetterê di bin navê “Saudi With Kurdistan” piştgîrî ji serxwebûna kurdistanê kirin.

    Rêxistina Neteweyên Yekbûyî jî ratpirsî ragihandin, ku diyarîkirina mafê çarenivîsê, mafeke xwezayî û rewa yê hemû xelkê cîhanê ye, û yê gelê Kurdane jî ye,û em rêz ji îrade û daxwaza gelê Kurd digrin.Rayederên hikûmeta Herêma Kurdistana Başûrê di civînekê de bi serpereştiya Mes’ûd Barzanî Srokê Herêma Kurd-istanê di meha Cozerdana îsal de ser pirsa serxwebûnê û brêvebirina referandomê civiyan.Roja birêvebirina referandoma serxwebûna kurdistanê di heyama 55 rojên bê de, tevî hemû ev êrîş û dijberiya çend welatên cîranan bi taybetî rejîma Îranê wê bi rê ve here.

    Siyasî

  • 9Agirî 06-08-2017 Hejmar (307) Civakî

    Komîsyona Çandî ya Meclisa rejîma Îranê lêkolînê li ser hiloşandina konsertan dike

    Pêleke nû ji hiloşandina konsertên îzindar di Îranê de dest pê kiriye. Perwane Selehşorî nûnera meclisa rejîma Îranê jî qewl û soz daye, ku destêwerdana dozgeran (dadistanan) di hiloşandina konsertan di Komîsyona Ferhengî a meclisa Şêvra Îslamî de bixe ber behsê.

    Li gora gotina navbirî destêwerdana dozgeran di konsertan de yasyaî nine. Behs û gotûbêj di vê derheqê de di ragehandinên giştî de nekariye encam hebe, û niha jî bi gotina wê dibe di Komîsyona Çandî de bikeve ber behsê.Di rojên borî de, bi hukmê dozger, konserta çendîn hunermendan û bi tayabetî konserta Şehram Nazirî, û Hafiz Nazirî di Qûçanê de hatin hiloşandin.Roja Înê 6`ê Gelawêjê biryar bû ku ew kon-serta Şehram û Hafiz Nazirî bi rê ve here, lê bi biryara dozgerê bajarê Qûçanê, ew konsert hate hiloşandin.

    Nûçegihaniya Kar ya Îranê (ÎLNA) belav kiriye, ku Şehran Nazirî di encama zextên esebî de, şevekê di nexweşxaneyê de derbaz kir. Perwanê Selehşûrî endama Komîsyona Ferhengî ya Meclisa Şêvra Îslamî a Îranê, bi nûçegihaniya Xanêyê Milet gotiye ku, li gora yasayê erk û wezîfeya dozgeran û hêza Întizamî ew e ku ewlehiya konsertan biparêzin, ne eva ku konsertan hiloşînin.

    Li Kerecê de jî dema ku Fereydûn Esrayî dixwast konsertekê bi rê ve bibe, berpirsyarên Vegeşîna Îslamî (Irşada Islamî) a Kerecê bi vî ragehandin ku nabe vê konsertê bi rê ve bibe. Elî Muteherî daxwaz ji Rûhanî kiriye ku baştir ew e ku vê carê Ebdulriza Rehmanî neke Wezîrê Navxwe, jiber ku wî roleke mezin di hiloşandina konsertan de hebûye.

    Serokê polîsê “FTA” : Telegram û Twetter rê bo kiryarên terorîstî xweş dikin

    Serokê polîsê “FTA” a hêza Intizamî (fenaweriyê tebadulê Itila`at) ragehand ku rêxweşker bo kiryarên terorîstî di pileya yekem de tweteer û di pileya duyem de Telegram e. Serokê polîsê “FTA” Hadiyanfer, pêdagirî kiriye ku dibe fîltera li ser Twetterê her bimîne. Hejmareke zêde ji berpirsyarên fermî ên hikûmetî di tweteerê de hesab hene, û her li ser vê bingehê jî bas ji egera rakirina fîlterîngê li ser tweteerê hebû.

    Serokê polîsê “FTA” ragehand tweteer sedema sereke ya çalakiyên terorîstî ye, û wî di civîneke li Spa-nyayê de gotiye birêveberê wê, ku niha zêdetir ji 750 hezar kes di cîhanê de alîgiriyê ji DAÎŞ`ê dike, û kiryarên terorîstî bi biryara DAÎŞ`ê bi rê ve dibin, û tewahiya çalakiyan wan jî di Tweteer de rû dide.

    Serokê polîsê “FTA” a hêza Întizamî êrîşî ser Telegramê jî kir, û ragehand ku hemû hevahengiyên di navbera terorîstên DAÎŞ`ê ku êrîşî ser Meclisê li Tehranê de kirin, ji riya Telegramê ve rû da.

    Di bersivdana bi hewlên rejîmê bo fîlterkirina Telegramê hinek ji karberan nivîsandine, jiber ku DAÎŞ`ê ji riya riya asfaltkirî ve, xwe gehande Tehranê, dibe ew rê jî bêne xirakirin.

    Karbidestên rejîmê di demekê de bas ji metirsiya Telegram û Tweteerê dikin, ku bi xwe jî zêdetirîn mifahê ji wan torên civakî bi taybetî bo serkut û zexta zêdetir, û ji bo kiryarên xwe ên terorîstî li derveyî sînorên Îranê mifahê werdigrin.

    Ferhenga Metelî Zagros wê bê weşandin

    Pirtûka Ferhenga Metelî Zagros ku hilgirê yek hezar têgeh û metelokan e, ji aliyê zankoya azad ve tê çapkirin.

    Li gora raporên belavkirî, ew pirtûk bi zimanên Îngilîzî, Farsî û Kurdî tê çapkirin, û wekî du wahidên dersî, wê di zankoyê de bê dersdayîn.

    Ew ferheng di du qonaxên kardanî û kar-nasî de, wê bihê xwendin. Ew ferheng ji aliyê Ebdullah Ebdullahzade û Dr. Pey-man Rezwanî ve hatiye komkirin, û ji aliyê Dr. Îbrahîm Îsma`îlpûr û Dr. Îsma`îl Mistefazade û Qerenî Emînpûr ve pêdaçûn hatiye kirin.

    Herwisa ew pirtûk ji aliyê heyeta zanistî ya zankoya azad ya Bokanê ve hatiye erêkirin.

  • 10 Agirî06-08-2017 Hejmar (307)

    Beşa 1Îdeolojî û têkdana reng û rûyê edebiyatê

    Çand

    Necat Espîndareyî

    Ebdilkerîm Siruş dibêje: “Îdeolojî ji marîfeyeke qelp û derewîn pêk tê û îdeolog ew kes e ku bi riya fen û fûtên hizirî û lojîkî xelkê dixapîne.” Îdeolog mirovekî xwedî bîr û baweriyeke xeyalpûç û dûrî rastiyê ye, wîjdana wî jî xapînok û derewîn e. Xapandin li vir dibe mebesteke veşartî ya hizirên ku bi îdeolojiyê tên mezinkirin. Îde-olojî ne tenê ramanek e, lê rêberiya komek ramanan dike ji bo dirustki-rina arasteyekê ku şiyana wê ya kar û guherînê hebe. Îdeolog xwedî endîşeyeke siyasî ye û pir caran dişemite nav war û riyeke çewt. Gramsci dibêje: “Îde-olojî hîmek e, mirov li ser dilive û bîr û bawerî û berjewendî û pile û payeya xwe li ser bi dest dixe û cih û statûya xwe diyar dike.” Lewma nabe mirov xwe bixe nav tevna aloz a îdeolojiyê, çimkî kilîtên îdeolojiyê di destê hizbê de ne û hizb jî li jêr dirûşma azadiyê, azadiya mirovên din zeft dike û wan diçewisîne û diperçiqîne. Hinek kes hene di bingeh de bê ezmûn û bê şiyan in, lê li jêr sîwa-na îdeolojiyê dibin keleşêr û banga xwe bi her kesî didin bihîstin. Sedem jî ew e ku îdeolojî rewşeke psîkolojî ye û mirov li ser bingeha xweperestî û xweserdestdîtinê perwerde dike. Di kûrahiya wan kesan de ruhekî mezin û werimî raketiye. Mirovê îdeolog girêdayî her rêbazekê be, xwediyê xisleteke xweserdestbîn e û ji ser bircê li jêr dinere û mirovên bi wî re cuda ne biçûk dibîne. Balkêş e ku piraniya îdeologan nûnertiya wan aliyan dikin ku bi dirêjiya temenê xwe azadiya mirovan dîl dikin û rewatiyê didin desthilata nerewa û serkutker. Derbarê rola kirêt a îdeolojiyê, Marks dibêje: “Îdeolojî şerietdan e bi desthilatê îcar ew desthilat rewa be yan nerewa be. Îdeolojî hertim hewl dide wê nerewatiya ku di desthilatê de heye, berovajî rastiyê nîşanî xelkê bide û xisleteke şeriî bidiyê, lê pêwistiya desthilata rewa bi şeriîetdanê nîne.”

    Îdeolojî gef e li ser proseya dahênanê û metirsiyê li ser azadiya fikirê dirust dike. Ji ber serdestiya îdeolojiyê em vêga di hejariyeke fikirî û kultûrî de dijîn, çimkî îdeolojî hertim rewşenbîriyeke bê marîfe berhem tîne. Ew rewşenbîrî jî bi marîfeya xwe ya lawaz zehmet e bikare naveroka meseleyan wer-gire û wan fêm bike. Îdeolojî behreya dahênanê nependî dike û hest û soz û xeyalê bêdeng dike, bi awayekî ku mirov nik-are tiştê di nava wî de asê maye, bi formeke hunerî nîşan bide. Têkiliya edîb û nûserên îdeolog bi tu dîtineke fikirî re tune û tiştên ku dibêjin û dikin ji çarçoveya pesin-dan û bilindkirinê dernakeve, çimkî edîbê îdeolog hertim teoriya hizb û desthilatê pratîze dike û daqûlî nav kûrahiyên marîfeyê nabe. Pêwistiya me bi fikir û marîfeyeke xwerû heye ku dûr be ji mij û mo-rana îdeolojiyê, çimkî îdeolojî nik-are bibe hoya dirustkirina nerîneke kûr di rehendên curbicur ên hizirî-na me de. Fikir û marîfeya ronak bêtir meraqa zanîn û kifşkirina reh û rîşên kûr dike. Lê fikirê îdeolog hinek hest û soz lê tên barkirin û raberî dinyaya marîfeyê tên kirin. Bêguman ew fikir di jîngeheke wiha de tê berhemanîn ku di aliyê marîfî de dogma li ser diyar e û di aliyê civakî de jî dûvelangî û îtaeteke korane, lewma fikirê di civaka me de koka xwe ya marîfî winda kiriye û di nav guman û sergerandiyê de dijî. Bêguman ew rewşa nesiruştî ya bilez derketin û peydabûna komek nûser û rewşenbîr di malzaroka îdeolojiyê de, sistî û tevizîn di warê fikir û marîfeyê de peyda kiriye. Hinek nûser û rewşenbîr hene di bingeh de ne xwedî behre ne, lê ew dîrok dirust kirin ku hizira îdeolojî tê de di germ û tîn û geşbûnê de ye. Wan nûser û rewşenbîran di en-cama geşbûna hizira îdeolojî de karîbûn xwe bi bîr û bawerî û pêrew û bernameya partiyan re biguncînin û nav û dengekî peyda bikin ku heta niha jî nan pê dixwin, ango li ser bingeha marîfe û zanînê navdar nebûne, lê hizira îdeolojî ew çêkirine. Lewma dema mirov dinere, eger di aliyê fikirî de jî ji hev cuda bin, lê berjewendiyên hevbeş wan li ser heman hêlê kom

    dike. *** Pêwist e edîb an nûser xwe ji wan nasnameyên ku bûne barekî giran li ser milê wî rizgar bike. Ango nas-nameya hizbî û îdeolojî û mezhebî. Çimkî ew nasname me ber bi aliyekî ve dibin ku rehendên wê ne zelal û eşkere ne. Her demê îdeolojiya xwe li ser hest û nest û hizirîna nûser û rewşenbîran ferz kir, wê çaxê teksteke mirî ji dayik dibe. Wek edîb û nûserên ku di dema xwe de di bin sîbera îdeolojiya realîzma sosyalîst de kar dikirin, tekstên wan ne ewqasî temendirêj bûn ku ji serdemekê heta serdemeke din bi zindîtî bimînin. Çimkî realîzma sosyalîst bi zahirî dixwest hemû nûser û rewşenbîran perwerde bike û asoya afirandinê ji wan re veke. Lê di bingeh de dixwest hemû wek kûreya mêşên hungiv li yek şaneya hizbî bialin û kar bikin. Piştî ku Marksiyan komara Sovyetê damezrandin, realîzma sosyalîst ki-rin pîvana hemû berhemên edebî û hunerî. Bi dîtina wan her berhemek eger nikarîbû di qalibê wê îdeoloji-yê de bilive, êdî berhemeke jirêder-ketî bû û li derveyî çarçoveya edebiyat û hunera resen dima. Realîzma sosyalîst rengdana bîr û bawerî û siyaseta Şoreşa Ok-toberê bû. Yanî edebiyata çîna proletar û rêbazeke nexşekirî bû, behreya dahênan û afirandinê ew dirust nekiribû, lê îdeolojiyê ew anîbû holê. Lewma ew nûser û rewşenbîrên ku li ser wê rêçikê çûn, berhemên wan temenkurt bûn û wek goştê qutîkirî zû ekspayer bûn. Çimkî realîzma sosyalîst dijî dîtina nûser bû, dijî bîr û baweriya azad bû, dixwest dahênana azad berteng bike. Lê şaîr û nûserên ku xwe nedan dest wê îdeolojiyê û qelemên xwe yên sertûj bi hîmên wê îdeolojiyê ve girênedan û pabendî tu bîr û baweriyeke liqalibxistî nebûn, berhemên wan wek gencîneya tije gewher ji sedsalekê bo sedsaleke din her bi zindîtî man. Ji bo vê yekê jî belgeyên dîrokî li ber destê me hene: Li Yekîtiya Sovyetê biza-vek hebû bi navê (prolitkult) ango edebiyata proletariya ku hizirvanê Rûs (Bogdanov) birêve dibir. Bog-

    danov dixwest edebiyateke çînayetî damezrîne ku bingeha wê li ser fîlosofiya Marks hatibe damezran-din. Di destpêka şoreşê de piraniya edîb û nûseran dan ser şopa wê rêçikê. Prolitkultvanan şanazî bi wê yekê dikirin ku ew dikarin di wê ber-banga nû de peyameke mezin ji bo gelê Sovyetê hilbigirin, paşê karbidestên mîrî xwestin wê bizavê bi partiyê ve girêbidin. Vladimir Lenin bi wan da zanîn ku divê metoda partiyê pêrew bikin û hemû enerjî û şiyanên xwe di wê çar-çoveyê de xerc bikin. Lê Bogdanov ev daxwaza Lenin red kir. Her bi redkirina wê pêşniyarê re ji hemû aliyan ve bêhn lê hat çikandin. Lenin got: Bog-danov ketiye bin bandora hizirên îdealist û dixwaze edebiyateke burjwazî ya kevin zindî bike. Bi vê tometa ku xist stûyê wî de, hemû kesên ku hevbîr û hevbaweriyê wî bûn, poşman bûn û ji ser rêçika wî jûvan bûn. Paşê bi biryareke hizbî di 23ê Nîsana 1932an de Yekîtiya Nûserên Sovyetê hat damezrandin. Ew yekîtiya ku her ji destpêka damez-randina xwe ve mijûlî provekirina hizira sosyalîst û parastina desthi-latê û çespandina prensîbên partiyê bû. Her bi vê hoyê edebiyata rûsî bireke zêde ya hevsengiyê ji dest da, bi taybetî ji dema Cenga Cîhanî ya Duyem û heta mirina Stalin, wê dema ku (Endreh Gdanov) serperştiya edebiyat û kultûra rûsî dikir. Di wê demê de realîzma so-syalîst bûbû realîzma siyasî. Pirani-ya edîb û nûserên komunist ên wê serdemê di wê baweriyê de bûn ku divê edebiyat hilgira îdeolojiyekê be û li jêr ronahiya wê îdeolojiyê peyama xwe bigihîne xelkê. Bi rastî ev nexweşiyeke rewşenbîrî bû ku tevî fikirê gelên Sovyetê hatibû kirin... Dom heye

  • 11Agirî 06-08-2017 Hejmar (307) Zimanê Kurdî

    Têdîtin: Amadekar destkariya devoka metelokan nekiriye

    Xwendevanên hêja! Hûn dikarin bersiva

    tiştonekan bi riya E-Maila [email protected] ji

    me re bişînin

    Tiştonek

    A: Mahir Berwarî

    - Du pîre jina her êkê selkeka/sebete hêka hebû. Hekepîrejina êkê du hêka bidete pîrejina dî dê hêkên wanwekhbin. Heke pîrejina du yê du hêka bidete ya êkê dêhêkên pirejina êkê bine du hindî ya du yê. Bersiv: (* 10, 14)

    - Jinekê hêk di firoştin. Zelamekî nîveka hêka û nîv hêk jêMetelokanên zaroka--Mahir Ber-warî-2009 87kirîn. Zelamêkê dî nîva hêkên may û nîv jê kirîn. Zelamêsê nîva hêkên may û nîv jê kirîn bêy çi bimînin. Erê çendhêk wê jinê hebûn? Bersiv: 7/2=3.5, 3.5-0.5=3, 3/2=1.5,1.5-0.5=1, ½=0.5, 0.5-0.5=0 (* 7 hêk hebûn.)

    - Sê kes çune xaringehê xarnê bixûn. Paştî xarê viyan parêxarnê bidin. Yê êkê gute xwediyê xaringehê çendêbideme te ? Xodanê xaringehê gutê: Parên/dexlê minçend têdane tu jî hindê bike tê da û heşt derhema jê rake.Her heman axiftin jî gute yê duyê û sêyê. Domahiyêlênêrî ku çi pare bo nemane? Erê parê wî bi xwe/dexilçend bû? Bersiv: 7+7-8=6, 6+6-8=4, 4+4-8=0 (* 7 derhem bûn)

    Zimanê KurdîÇar kes werin cem hev, û li ser van pirsan gotûbêjekê li pêş bixin:

    Nazê: Li gorî min bihîstiye, vê carê cidî ye. Xanimê bi destê zarokan girtiye û çûye mala bavê xwe, gotiye reîsêcumhûr jî were ber lingê min êdî ez venagerim wê malê.

    Gulîstan: Rast e, reîsêcumhûr here ber lingê wê venagere, lê ger Dewran here ber lingê wê, ew ji doh ve amade ye ku vegere.

    Zozan: Tu dibêjî yanê delaliya xwe li ser serê wî dike?

    Gulîstan: Erê, ma çi ye. Ji sibehê heta êvarê feqîrê Dewran li ser avahiyan dixebite û Xanimê jî destê xwe di ava sar û germ de danake. Bitir bûye.

    Nazê: De xwedê ya bi xêr bike. Dilê min bi zarokên wan dişewite. Hîn tev jî hûr in.

    Gulîstan: Dev jê berde! Tu çi dikî Zozan. Ka te dibistan neqedand?

    Zozan: Belê, min qedand, niha li karekî digerim. Ger cihek min bipejirîne, ezê dest bi kar bikim.

    Nazê: Tu li karekî çawa digerî?

    Zozan: Li ber zarokan. Min dibistana xwe li ser wê qedand. Niha yan li dibistanekê yan jî li malekê digerim ku li zarokan binêrim.

    Gulîstan: Tê kar bibînî. Gelek jin hene ku diherin ser kar û pêwîstiya wan bi yekê heye hema li ber zarokên wan bimîne.

    Zozan Rast e, lê ew jî dixwazin hindik pere bidin. Ger li dibistanekê be, wê baştir be.

    Nazê: Wîîî saet bûye çar û nîv. Niha mêrik ji ser kar hatiye û li ber deriyî qiyametê radike. Bi destûra we, divê ez herim.

    Gulîstan: Tu jî xwe hinekî delalî bike, ma wê çi bibe?

    Nazê: Na yadê, yê min ji xwe feqîrek e. gotineke min nake dudu. Ma hîn çi delaliya xwe li ser serê wî bikim.

    Zozan: Erê wele tu pê xenê bûyî.

    Nazê: Yekî wilo bibe qismetê te jî. De bi xatirê we. Xwişka Gulê car din destê te sax be. Rojekê jî werin bibin mêvanên min. Baş e Zozan. Ji bîr meke.

    Gulîstan: De ka em binêrin. Ger vala bibim, çima nebe.

    Zozan: De oxir be. Zû biçe hîn mêrik hêrs nebûye.

  • Rojnameya “Agirî” di van malperên jêrên de bixwînin: www.Kurdistanmedia.com www.Agirimedia.org [email protected] www.facebook.com/Agirikirmanji

    Navnîşana derveyî welat: AFKB.P. 102- 75623 ParisCEDEX 13 –FRANCE E - Mail: [email protected] Hejmar (307)

    Şehîd Hêmin Mewlannijad Şehîd Ye`iqûb Muradî