Hejmar/Nr. 147 Peymanek Nû · 2018. 7. 13. · med li Almanyayê derman bike. Rêvebirê beșa...

16
ģŇðīà æËÈīĐ ĪīĠňĨğĤÊīÔËĤ Ğň¶Î Êë¶ôËÈ ´ŇÕô ÇAPA EWROPA www.rudaw.eu [email protected] Nûçe, raport û hevpeyvînên taybet. Herroj, 24 saetan. .net Agahiyên zêdetir u12 Parêzer Uzun Buroya Parêzeriyê Em li seranserê Almanyayê di xizmeta we de ne Reklam Hejmar / Nr. 147 17 Gulan / Mai 2012 Deutschland 1,50 Euro | Österreich 1,50 | Belgium 1,50 Euro | Danmark 15,00 DKK | France 1,50 Euro | Nederland 1,80 Euro | Norway 15 NOK | Schweiz 2,70 CHF | Sverige 21,00 SEK Sefereke bê pere bo Kurdistanê Nav, navnîşan û telefona xwe ji bîr nekin Rûdaw Media GmbH - Tîrûpişk - Gutenbergstr 63 a 50823 Köln / Almanya 5 kuponên ji hejmarên cûda yên Rûdawê bibire û ji vê navnîşanê re bişîne: Nav û navnîşana we: Telefona we: 5 rojnameyan bikire û bilêtekê qezenc bike Bi sponsoriya City Tower (Hewlêr) Kupon 9 Peymanek Nû Li gor rapirsiya li 11 bajarên Kurdan, xwestekên Kurdan yen sereke ev in: Statûya siyasî: 81% Perwerdehiya bi kurdî: 92% Bersivek Havînê ji bo Hewlêriyan heye 3 / 11 www.arsivakurd.org

Transcript of Hejmar/Nr. 147 Peymanek Nû · 2018. 7. 13. · med li Almanyayê derman bike. Rêvebirê beșa...

Page 1: Hejmar/Nr. 147 Peymanek Nû · 2018. 7. 13. · med li Almanyayê derman bike. Rêvebirê beșa kardiyolojiya za-rokan ya Universitätsklinik Bonn, Prof. Dr. Johannes Breuer, ji bo

Ç A P A E W R O P A

[email protected]

Nûçe, raport û hevpeyvînêntaybet. Herroj, 24 saetan. .net

Agahiyên zêdetir u12

Parêzer Uzun

Buroya Parêzeriyê

Em li seranserêAlmanyayê

di xizmeta we de ne

Rek

lam

Hej

mar

/N

r. 1

471

7G

ula

n /

Ma

i 2

01

2

Deutschland 1,50 Euro | Österreich 1,50 | Belgium 1,50 Euro | Danmark 15,00 DKK | France 1,50 Euro | Nederland 1,80 Euro | Norway 15 NOK | Schweiz 2,70 CHF | Sverige 21,00 SEK

Sefereke bê pere bo Kurdistanê Nav, navnîşan û telefona xwe

ji bîr nekin

Rûdaw Media GmbH- Tîrûpişk - Gutenbergstr 63 a50823 Köln / Almanya

5 kuponên jihejmarên cûdayên Rûdawê bibireû ji vê navnîşanêre bişîne:

Nav û navnîşana we:

Telefona we:

5 rojnameyan bikire ûbilêtekê qezenc bike

Bi sponsoriyaCity Tower (Hewlêr)

Kupon

9

Peymanek NûLi gor rapirsiya li 11 bajarên Kurdan,xwestekên Kurdan yen sereke ev in:

Statûya siyasî: 81%Perwerdehiya bi kurdî: 92%

Bersivek Havînêji bo Hewlêriyan

heye

3 / 11

www.ars

ivaku

rd.o

rg

Page 2: Hejmar/Nr. 147 Peymanek Nû · 2018. 7. 13. · med li Almanyayê derman bike. Rêvebirê beșa kardiyolojiya za-rokan ya Universitätsklinik Bonn, Prof. Dr. Johannes Breuer, ji bo

Hundirê Almanyayê:Xwediyê hesab (Kontoinhaber): Universitätsklinikum BonnBanka (Kreditinstitut): Deutsche Bank BonnHejmara hesab (Kontonummer): 0313791Hejmara bankayê (BLZ): 380 700 59 Armanca pereșandinê (Verwen-dungszweck): G-022.0022 Mo-hamed (dagiritina vê rêzêgellekî pêwîst e, daku xebatka-

rên nexweșxaneyê zanibin kupereyê hatin șandin ji bo xelas-kirina Mohamed in)

Derveyî Almanyayê:Nav: UniversitaetsklinikumBonnBanka: Sparkasse Koeln/BonnHesabê navnetewî ya bankayê:IBAN (International Bank Account Number):DE52370501980010650661Swift-BIC: COLSDE33

Xêrderên ku pêdiviya wan bi ka-xeteke fermî (Spendenbeschei-nigung) heye, ji bo bikaribinpereyên ku dane vê aksiyonaxêrxwaz ji bacên xwe qut bikin,dikarin têkîliyê bi nexweșxa-neya Bonnê re deynin:

Prof. Dr. Johannes BreuerDirektor der Abteilung Kin-derkardiologieZentrum für Kinderheil-kunde des Universitätsklini-kums Bonn

Telefon: 0228/287-33350E-Mail:[email protected]

Aktuel Rûdaw2 Hejmar 147

Köln (Rûdaw) - Hem bê nas-name, hem penaber, hem jîgiran nexweș: Gava MohamedSalih Qubat çavên xwe li dinêvekir, bê șans bû. Zarokê 10-salîji Dêrîka Hemko ne tenê wekemalbata xwe li Sûriyê bê nifûs ûji hemû mafên bingehîn bêparbû, ew herwiha bi nexweșiyekegiran a dil jidayikbû. Dilê wî bikun e û damarê bingehîn a kudiçe “pişikê“ xetimî ye; di ser dejî bergê wî yê dil, ku bi damarêbingehîn a cesedê ve girêdayîye, ne baș girtî ye. Niha jî metir-siyeke gellekî mezin heye kudilê Mohamed, ku ev 8 sal intevlî malbata xwe li kampa pe-naberan a Domîz/Dihokê di

nava perîșantiyê de dijî, her kê-liyekê bisekine û dawî li jiyanawî bîne. Ancax emeliyatekemezin dikare vî kurikî ji mirinêxelas bike. Lê mercên teknolojîû pisportiya doktorên li BașûrêKurdistanê ji bo emeliyatekewiha kompleks têrê nakin.Lewma nexweșxaneya zanîn-geha Bonnê li Almanyayê bi herșêweyî xwe daye ber ku Moha-med li Almanyayê derman bike.Rêvebirê beșa kardiyolojiya za-rokan ya UniversitätsklinikBonn, Prof. Dr. Johannes Breuer,ji bo berhevkirina mesrefêndermankirina Mohamed, ku nê-zîki 30.000 € wê lê mesref bibe,bi kampanyayeke mezin bang li

gelê xêrxwaz dike ku ji bo Mo-hamed bibin alîkar. Li aliyê dinkonsolosxaneya Almanyayê liHewlêrê jî ji vê rewșa aloz hay-dar e û soz da ku, eger mesrefêndermankirinê werin dayin, ewêjî ji ber sedemên hûmanîter pa-

saportekê ji Mohamedê “bênasname“ re çêbikin, daku ewderbasî Almanyayê bibe.

Xêrxwazên ku pirsên wanderbarê alîkariya ji bo Moha-med hebin, dikarin bi JomanaDjoumma (jomanadjoumma@

hotmail.com, Tel.: 0049-228-92989178, Mobîl: 0049-178-8495283) bikevin têkîliyê.

Jomana hem bi malbata Mo-hamed, hem bi nexweșxaneyaBonnê di nava pêwendiyê deye.

Șansekê bidin Mohamed!Șansekê bidin Mohamed!Zarokê penaber ji kampa

Domîzê/Dihokê dimire, eger bilez neyê emeliyat kirin

Kesên ku dixwa-zin alîkariyaMohamed bikin,dikarin vê yekêbi rêya vî hesabêbankayê bikin:

Koln (Rûdaw) – Saeta xelatda-yînê bû, dema ku 30 polîsênawisturyeyî bi ser salona wan adawetê de girtin û zava bi xwe rebirin. Li salonê derdore 2000mêvan amade bûn. Sûcê zavayêkurd: Şirîkekî wi yê berê giliyê wîkiribû û ew bi wê yekê sûcdar kirku ew bi pereyên wî daweta xweçêdike.

Ev bûyera balkêş nîvê mehaAdarê 2012 li gundekî nêzî pay-texta Awisturya Viyanayê çêbû. Jihingî ve fîlmên video yê dawetaOnur G. (35) û Yasemin (25) li seryoutube û malperên din rojane bihezaran caran tê tikandin û şîro-vekirin. Hin ji wan kesên ku fîl-man şîrove dikin nerazîbûn ûdilgiraniya xwe tînin ziman ku

çima polîsan di roja dawetê wanherdu ciwanan de bi ser wan degirtin û hinek kes jî henek û laqir-diyên xwe bi Onur G. û Yaseminêdikin. Heta televizyonên almanî jîbûyera daweta Kurdên li Viya-nayê ji xwe re kirin mijar.

Berpirsê vê serdegirtina me-mûrekî îcrayê (bi fermana dad-gehê pereyan ji denydarandistîne) û 30 polîsên awisturyeyîbi ser daweta Onur û Yasemînêde, Kurdekî din yê 57 salî bi navê

Riza Demir bû. Riza Demir wihabehsa bûyerê kir: “Piştî ku ez 30salan li hotela Intercontinentalxebitîm, min dixwest ku ez resto-rantekê ji xwe re vekim. Wekîşirîk jî ez û malbata Onur G. li hevhatin. Berê jî wan pereyên xelkêdixwarin û wan ez jî xapandim.Çar dozên min li hemberî wan di-meşin, lê heta niha min ti pere jiwan wernegirtine. Ez jî ji wanaciz bûm ku deynên min nadin, lêli aliyê din bi dehhezaran Euro jibo daweta xwe xerc dikin. Jixwepirsgirêk ne ew e ku pereyên wantine, ew naxwazin deynên xelkêbidin wan “

Tevaya pereyên ku polîsênawisturyeyî dikarîbûn wê şevê bidest bixin, tenê 600€ bû. Ev hej-mara biçûk jî hîn bêtir bû sedemanerazîbûnan. Li gor qanûnênAwisturyeyê, memûrekî îcrayêdikare tenê pereyên bi kesê sûc-dar re ji wî bistîne û bi Onurêzava re tenê 600 € hebûn. Polîsannikarîbûn xelatên bûk û zavê jiwan bistînin.

Memûrekî îcrayê dawetek Kurdan têk bir

Riza Demir (jor): Wan bi pereyênmin daweta xwe çêkirin, min ji pe-reyên xwe xwestin.

www.ars

ivaku

rd.o

rg

Page 3: Hejmar/Nr. 147 Peymanek Nû · 2018. 7. 13. · med li Almanyayê derman bike. Rêvebirê beșa kardiyolojiya za-rokan ya Universitätsklinik Bonn, Prof. Dr. Johannes Breuer, ji bo

Şîrketa Rapirsînê yaSAMERê li 11 bajarênKurdan (Amed, Agirî,Êlih, Bedlîs, Çewlik,Colemêrg, Mêrdîn,

Sêrt, Riha, Şirnex û Dêrsimê) ra-pirsînek çêkir. Di rapirsînê de jisedî 81,5 ji bo Kurdan statûya si-yasî xwestin. Ji sedî 92 perwerde-hiya bi kurdî xwestine. Kesên kufederasyon, xweserî, serxwebûnû xurtkirina rêveberiyên herêmîxwestine pirr in. Tiştê balkêş ewe ku alîgirên AKPê jî bi qasî alîgi-rên BDPê statûyek ji bo Kurdanxwestine. Ji sedî 31ê kesên kutevlî vê rapirsînê bûne dengê xwedidin AK Partiyê. ŞêwirmendêSAMERê yê vê rapirsînê û serokêBaroya Amedê, parêzer MehmetEmîn Aktar, encamên vê rapir-sînê ji Rûdawê re şîrove kirin.

We çima hewcedar î bi rapirsî-neke wiha dît?

Dema meseleya çareserkirinapirsgirêka kurd tê nîqaşkirin, timpirsa “Kurd çi dixwazin?” tê kirin.BDP xweseriya demoratîk dixwaze,HAK-PAR û KADEP federasyonê di-parêzin. Lê bi rastî jî xweserî û fe-derasyon wê li ser kîjan esasîçêbikin, sînor ji kû dest pê dike û likû diqede, kesek nabêje. Di vê pê-vajoya ku makeqanûn tê amadeki-rin de, me xwest em ji gelê Kurdbipirsin ka çi dixwaze. Ji ber vêyekê me li 11 bajarên Kurdan ev ra-pirsîn çêkir. Me dixwest li gorî vê

demografîka Kurdistanê xebatekêbikin. Lewre li vir Ereb, Tirk, herwiha meshebên şafiî, elewî û henîfîdijîn. Her wiha Îsewî hene. Mexwest em daxwaza wan hîn bibin.

Di encama vê xebatê de çi der-kete holê?

Kurd dibêjin bi vî şeklî jiyan ji

bo me nabe. Bi vî

şeklî îdare nabe. Dixwazin sîs-tema îdarekirina Tirkiyeyê bigu-here. Yên xweserî, serxwebûn ûfederasyonê dixwazin hene.Kesên ku dixwazin îdareyên he-rêmî xurt bibe, hene. Lê di en-camê de ji sedî 80 jortir ji boKurdan statû dixwazin.

Yên ku statû dixwazin tenêBDPyî ne yan dildarên AK Par-

tiyê jî hene?Yên ku dengê xwe dane AK Par-

tiyê jî statû dixwazin. Gellek kesênku rayên xwe dane AK Partiyê serx-webûnê dixwazin. Yên ku rayênxwe dane AK Partiyê ji sedî 15 serx-webûn, ji sedî 27 xweseriya demo-kratîk, ji sedî 7 federasyon, ji sedî13 xurtkirina îdareya herêmî dix-

wazin. Sedî 62 alî-

girên AK Partiyê statû dixwazin.

Yên ku rayên xwe dane BDP’ê çidixwazin?

Ji sedî 20 serxwebûn, ji sedî 55xweseriya demokratîk, ji sedî 15federasyon xwestine. Ji sedî 96BDPiyan statû xwestine. Bi tevahîyên ku di vê rapirsînê de cîh gir-tine, ji sedî 19 serxwebûn, ji sedî41 xweseriya demokratîk, ji sedî12 federasyon xwestine û ji sedî 9xurtkirina otonomiya herêmîxwestine. Yanê ji sedî 82 statûxwestine. Dibe ku encama vê ra-pirsînê ne li gorî dilê AK Partiyê ûne jî li gorî dilê BDPê be. Lê dax-waza gel ev e. Dil dixwaze hin ra-pirsînên din jî çêbibin. Egerrapirsînên din jî çêbibin, wê bibewesîqeyên wisa ku kes êdî nikareînkar bike ku Kurd statû dixwazin.

Madem tabana AK Partî û BDPêji Kurdan re statû dixwazin, geloçima herdu partî nikarin ji hevbixwin, rayên hev bistînin?

Belkî rayên diçin AK Partiyê biçin

BDPê lê rayên BDPê naçin AK Par-tiyê. Hem AK Partî dibêje ez statûqebûl nakim, zimanê kurdî nabe zi-manê perwerdehiyê û hem jî Kurdrayên xwe didin vê partiyê.

Sedema vê yekê li gorî we çi ye?Kurdên ku rayên xwe nadin

BDPê û statû dixwazin, ji neçariyêray didin AK Partiyê. Di nava Kur-dan de ji sedî 30 rayên dîndar ûmuhafezekaran heye. Ev ray hel-bet bê xwedî nîn in. Dibe ku BDPêweke partiyeke çep dibînin, ji bervê yekê ray nadin BDPê. Hinek jivan rayên xwe didin AK Partiyê,hinek didin Saadetê û hinek jîdidin Has-Partiyê. Hinek jî dibeqet naçin ser sandoqan. Eger par-

tiyeke ku ji bo Kurdan statû dix-waze, ji bo zimanê kurdî perwer-dehî bixwaze û muhazakar bêavakirin, mimkun e rayên AK Par-tiyê kêm bike. Yan jî BDP di aliyêoldaran de hurmetkar be, di kad-royên xwe de, şaredariyan de cîhbide wan û ji wan re deriyek veke,mimkun e bikaribe rayê wî aliyîbigre. Eger BDP partiyeke Kurdis-tanî be, wê bikaribe eniya xwe yaraywergirtinê fireh bike.

AK Partiyê herçiqas gavên wekeTRT-6 û avakirina kursiyan dizanîngehan de avêt jî, piştî hilbi-jartina 2011ê gav paşde avêt.Gelo wisa biçe, wê encamekeçawa derkevê holê?

Di demên dawî de girtin zêdebû. Li Roboskiyê qetlîamek çêbû,ev 5 meh in ti gav nehatine avê-tin, kiryarên vê bûyerê nehatindarizandin, nehatin cezakirin. Vêyekê hêviya mirovan şikand. Ditabana AK Partiyê de jî nerazîbûnheye. Parlementerên di nava AKPartiyê de jî êşiyan. Di tengasi-yeke zor de ne. Ji ber vê yekê her-kes ji xwe re rêyek vedike. Lê jiber nîmetên desthilatdariyê nika-rin dev ji parlementerî û meqamaxwe berdin. Lê ez baş dizanim hinparlementerên di nava AK Par-tiyê de li der û dorê gotine rêyaku AK Partî diçe ne ti rê ye. Wij-danê wan diêşe, gellekî aciz bûne.Ji evqas girtinan aciz in. Dewletniha dibêje muxatab li kû ne? Mu-xatab hemû di zindanan de ne. Temuxatabên xwe avêtine girtîgehêû tu behsa muzakereyê dikî.

Kesên ku di vê rapirsînê de dengdane, ji kîjan qadên civakê pêktên?

Jinên ku di mala xwe de dixebi-tin, xwendevan, karker, karmen-dên dewletê, esnaf, bazirganstatû dixwazin. Ev kes dizanin kueger statûyek neyê naskirin, evtêkoşîn û şer wê bidome. Ev yekdi meseleya ziman de jî wisa ye.Daxwaza gel pirr zêde ye. Ji sedî91 dixwazin perwerdehiya zi-manê kurdî pêk bê.

RûdawHejmar 147 Rojev 3

Reşad Ozkan

Cîhgire serokê HAK-PARêFehmi Demîr dawiya heftaborî li bajarê Munchenê bû.

Siyasetmedarê HAK-PARê Demir jialiyê komeleya Komkarê ji bo se-mînera bi navê “Karên ji bo Make-zagona Nû û Pirsgirêka Kurd liTirkiyeyê” hatibû dawetkirin.

“Makezagonek nû pêwîst e”

Demir di axaftina xwe de bibîrxist ku PKKê berê serxwebûn ûyekitiya herçar perçeyên Kurdis-tanê dixwest û niha tiştekî ji oto-nomiyê kemtir dixwaze û got kupartiya wan doh jî federalizm dix-west û îro jî. Cîhgirê serokê HAK-PARê Kurd û Tirkan wek goşt ûneynûk binav kirin û wiha axivî:“Pirsgirêka Kurd, pirsgirêkeke za-gonî ye, ne pirsgirêkeke dewle-tek serbixwe ye. Makezagonek nûji Tirk û Kurdan re pêwîst e. Divê

makezagona nû cîh bide daxwa-zên bingehî wek: Naskirina nas-nameya kurdî, li Kurdistanê divêzimanê kurdî wekî fermî bê qe-bûlkirin û perwerdeya kurdî ûstatûyek siyasî ji bo Kurdistanê.”

Dewletek federal û du neteweDemir destnîşan kir ku make-

zagonên berê li ser bingehek oto-rîter, yek al, yek milet, yek zimanû yek nîjadî hatibûn amadekirinû got, “heta niha hemû makeza-gonên Tirkiyeyê maf û berjewen-diyên Kurdan yên demokratîk ûnetewî înkar kirin. Hilbijartinên12ê Hezîranê û referendûma 12Îlona sala 2010ê rêya makezago-nek demokratîk vekirin, divê evfersend ji dêstên me neçe.”

Demir daxuyand ku partiyêntirk jî dizanin ev sîstema nijadpe-rest û otoriter edî nikare bê dom-kirin û axaftina xwe wiha domkir: “Konjuktûra herêmî û ya din-yayê jî edî ne amade ye. Tirkiyedivê xwe biguherîne û pirsgirêkaKurd çareser bike û pêşiya xwe jibo demokrasiyê veke. Divê Tir-kiye bibe dewletek demokratîk û

federal ku ji 2 neteweyan, Tirk ûKurdan, pêk tê. Hemû kêmnete-wên din jî divê mafên xwe yên de-mokratîk bistînin. Lewma emdixwazin di makezagona nû defederalîzm jî cîh bigre û bo Kurdxwe bi xwe îdare bikin, ji bo Kur-distanê statûyekî federalî bê nas-kirin. Em naxwazin ji dewleta tirkbiqetin, Kurd û Tirk wekî goşt ûhestiyan bi hevre dijîn. Xweserî jî

ne xirab e, lê em dewletek ser-bixwe naxwazin.ˮ

Demir di çareseriya pirsgerêkaKurd de BDPê wek aliyekî kurd di-bîne lê rexne jî dike: “Em siyasetaBDPê şaş dibînin. Erê rast e, me bitaktîkî di hibijartinên 12ê Hezîrana2011ê de alîkarî da BDPê û ji bopartiya me ev biryarek pirr giranbû. Me di nav xiraban de BDPê yabaş dît. Me raya giştî agahdar nekir,lê endam û alîgirên me ji vê siya-seta me ya referendûmê agahdarbûn.ˮ

“Em amade ne Burkay bibe serokê HAK-PARê”

Fehmi Demir: Birêz Burkay di siyaseta Tirkiyeyê û ya Kurdan dekesayetek pirr girîng e. Hatina wî ya Tirkiyeyê pirr kevir le-

qand, çavên siyasetmedar û medyaya tirkî li ser wî bûn û hêjî liser wî ne. Burkay bi fermî heta niha ji bo serokatiya HAK-PARêxwe pêşniyar nekir, lê em di nava xwe de hemfikir in: Rêvebirênpartiyê û hemû alîgirên me dixwazin Burkay bibe serokê HAK-PARê. Ez niha naxwazim pirr eşkerê bikim, lê ez bawer dikim kuew jî bo serkeftina siyaseta kurd û xurtbûna HAK-PARê amade ye.

“Makezagona nû bo çareseriyê fersend e”

Fehmî Demîr

Encama rapirsîna li 11 bajarên Kurdan:

81% Kurdan statû dixwazin

82%

62%

96% 92%

Giştî AlîgirênBDPê

AlîgirênAKPê

Perwerdeyazikmakî

(giştî)

Kurd li Bakurê Kurdistanê çi dixwazin?

Statûya siyasî

Mehmet Emîn Aktar: Kurd êdînaxwazin di nava vê sîstemaheyî de bijîn û dixwazin sîstembi temamî bê guhertin.

Wên

e: R

ûdaw

Eger BDP partiyeke Kurdistanî be, wê bika-ribe eniya xwe ya raywergirtinê fireh bike.

Sedî 62 alîgirên AK Partiyê statûdixwazin.

Wên

e: R

ûdaw

www.ars

ivaku

rd.o

rg

Page 4: Hejmar/Nr. 147 Peymanek Nû · 2018. 7. 13. · med li Almanyayê derman bike. Rêvebirê beșa kardiyolojiya za-rokan ya Universitätsklinik Bonn, Prof. Dr. Johannes Breuer, ji bo

Kurdistan Rûdaw4 Hejmar 147

Hêmin Xoşnaw

Piştî ku 13 leşkerênTirk 14ê Tîrmeha2011ê de di bose-yeke gerîllayênPKKê de hatinkuştin, êdî rê ne-

hatiye dayîn ku Rêveberê PKKê,Abdullah Ocalan li Zindana Îmra-liyê de parêzerên xwe bibîne.Çavdêrekî Tirk vê siyaseta hikû-metê weke hewleke SerokwezîrErdogan dibîne di rêya ku bibeSerkomarê Tirkiyeyê de, herwihadibêje “piştî destpêkirina proseyatecrîda Ocalan alîgir û hevsozênPKKê bêtir bûne.”

Li Zindana Îmraliyê, çendîncaran di bin navê têkçûna rewşahewayê, tirafîka deryayê yan xira-bûna keştiya veguhestinê rê ne-hatiye dayîn ku parêzer ûkesûkarên Ocalan wî bibînin. Lêti caran tecrîdê weke vêcarê domnekir. Îro pêncşem (17ê Gulanê)296 roj in ku Ocalan parêzer û ke-sûkarên xwe nedîtine.

Ocalan ku sizayê zîndankirinaheta hetyê li zîndana tîpa F ya gir-tîgeha leşkirî ya Îmraliyê derbasdike, niha di temenê 63 saliyêdeye û ev 13 salin di vê zîndanêde ye. Parêzerên Ocalan heta nihaji ber tercrîda ser muwekîlê wan,çendîn caran serlêdana komîteyarêgirtina li îşkencekirinê CPT ki-rine û komîteya navhatî 4 car ra-porên lêkolînê amadekirine.

CPT di rapora 16ê Sibata2003yê de behsa astengkirina dî-tina Ocalan ligel parêzerên wîdike û dibêje "rewşa hewayê egerne musayid be, divê hevdîtin neyêretkirin, lê bê paşxistin bo rojadin.ˮ

Di rapora sêyem a vê komîteyêde jî ku di 22yê Gulana 2007ê dehatiye belavkirin, dibêje "li Îmra-liyê ji sala 1999ê heta niha tiştekînehatiye guhertin." Di rapora2010ê de jî dibêje "divê ev tecrîdaku li Îmraliyê tê domandin, bidawî bê." Helbet piştî derçûnahukmê Ocalan, çendîn caran as-tengkirina dîtina wî dubare bûye,lê vê carê ji hemû carên berêbêtir domkir.

“Tecrîda ser Ocalan ji ya Mandella girantir e”

Di meha Çileya 2005êde parê-zerê Serokê berê yê AfrîkiyaBaşûr, Nelson Mandella, EsaMosa bi armanca serdana Îmra-liyê gihişt Tirkiyeyê. Lê WezaretaDada Tirkiyeyê destûr nedayê.Mosa ev biryarê rexnekir û got"tevî ku Mandella li cizîrekê zîn-danî kiribû, lê çendîn girtiyên dinjî li cem wî bûn û ew ne bi tenêbû. Tecrîda Mandella weke yaOcalan giran nebû.ˮ

Hevdîtinên wî hatine kêmkirin

Yekemîn hevdîtina Ocalan ligelparêzeran di 25ê Sibata 1999ê dehat pêkanîn. Di sala yekem a gir-tina wî de mafê wî hebû di heftiyêde du caran parêzerên xwe bi-bîne. Parêzerên wî di vê salê de46 caran ew dîtin.

Lê ji destpêka sala 2000yê êdîmafê parêzerên wî hebû di hef-tiyê de tenê carekê wî bibînin. Bivê şêweyê jî di wê salê de 32caran Ocalan dîtin, di sala2001êde jî parêzerên Ocalan 33caran ew ziyaret kirin, di sala2002yê de jî bi giştî 46 carançûne cem wî û 12 caran jî daxwa-ziyên hevdîtinê hatin retkirin. Disalên dûv de hejmara hevdîtinanhatin kêmkirin, bi şêweyekê bûku di sala 2004ê de tenê 19 caranOcalan dîtin û di sala 2005êde jî45 caran doza hevdîtinê kirin, lêtenê 15 caran hevdîtin pêkhat.

Di sala 2008ê de astengkirinaserdana Ocalan rekord kir û 147rojan li ser hev rê nedan Ocalanparêzerên xwe bibîne. Di sala2009ê de jî careke din 77 rojan liserhev rênedan ew parêzerênxwe bibîne.

Dawî hevdîtina Ocalan di 27êTîrmeha sala borî de bû. Parêze-rên Ocalan 59 caran çûne ben-dava Borsayê da bi keştiyê biçin

Îmraliyê, lê Dozgeriya Bursayê bihênceta têkçûna rewşa hewayêrênedaye wan.

Nahêlin kesûkar jî wî bibînin

Astengkirina dîtina Ocalan netenê parêzerên wî digire, lê kesû-karên wî jî digire. Di 19ê Çileyasala 2011ê de bo cara dawiyê bi-rayê wî yê biçûk Mehmet Ocalançû Îmraliyê lê ew jî bêyî dîtina wîvegeriya û karbidestên Îmraliyênameyeke Ocalan nîşanî wîdabûn ku tê de nivîsandibû "rewşgellekî aloz e, hevdîtina me wêbaş nebe.ˮ

Piştî çaverêbûneke dirêj û dibin goşarên CPTê, di 17ê Mijdara2010ê de 5 girtiyên siyasî yênPKKê veguhestin zîndana Îmra-liyê cem Ocalan. Li gor daxuyani-yên Ocalan piştî birina van 5girtiyan, ew di heftiyê carekêhevdû dibînin û nêrînên xwe go-tûbêj dikin. Lê piştî tecrîda ser

Ocalan ji 27ê Tîrmeha borî, rênayê dayîn ku parêzerên van 5girtiyan jî biçin Îmraliyê.

Mehmet Ocalan derbarê rêne-dana dîtina birayê xwe dibêje, liTirkiyeyê mafên Kurdan li gor ya-sayê nehatine parastin, yan yasanikare mafên Kurdan biparêze.Ocalan bo Rûdaw got, "ti zanyari-yên me derbarê rewşa tendirustîû jiyana Ocalan tunene. Li gor

yasa û mafên zîndaniyan her gir-tiyekî mafê wî heye ku kesûkarênwî di mehê de carekê serdana wîbikin. Lê ev nêzîkî salekê ye minbirayê xwe nedîtiye.ˮ

Mehmet Ocalan di dirêjahiyaaxaftinên xwe de got "berê birêya kesûkarên girtiyên Îmraliyêcarna me dengûbasên wî dizanîn,lê ev pênc meh in em tiştekî jê ni-zanin. Saziyên têkildarên YekîtiyaEwropayê di vê derbarê de ber-pirsyariyên xwe nakin. Ev di warêsiyasî û yasayî de helwesteke me-tirsîdar e.ˮ

Ocalan nizane armanca dew-letê ji encamdana vê tecrîda serbirayê wi bo vê dema dirêj, çi ye“em nizanin projeya dewleta Tir-kiyeyê ji tecrîda ser birayê min çiye. Lê divê her kes vê rastiyê nasbike ku Apo bo çareseriya aşiti-yane û demokratîk a pirsgirêkaKurd, aktorê sereke ye. Rêjeya jisedî 90ê Kurdan aşitî û çareserki-rina pirsgirêka Kurd bi azadî ûmuxatebgirtina Ocalan girêdane."Herwiha got “ev rewşa ku seroktê de ye giran e û êdî nayê qebûlkirin. Eger tiştek bi serê Ocalanbê, wê pirsgirêka Kurd gellekî jiberê aloztir bibe. Deriyê çareser-kirina pirsgirêka Kurd bi vekirinaderiyê hevdîtina Ocalan, vedibe.ˮ

Tevî ku astengkirina hevdîtinaOcalan ligel parêzer û kesûkarênwî, bandor nekiriye ser têkiliyênTirkiyeyê ligel welatên din û sazi-yên mafên mirovan, lê carna Ye-kîtiya Ewropa û CPTê daxwaz jiTirkiyeyê dikin ku ew êdî mafênOcalan weke zgirtiyekî binpênekin. Hikûmeta Tirkiyeyê jî bovê mebestê çendîn caran hewldane çarçovekî yasayî bo tecrîdaser Ocalan bibîne, lê heta nihaserketî nebûye.

"Tecrîda Ocalan alîgirên wî zêde dike"

Serokê Odeya ParêzerênAmedê, Parêzer Emîn Aktar boRûdaw dibêje "xwestin tecrîdaser Ocalan bikin tiştekî yasayî,dixwestin yasayekê derxînin kumafê dadwerî hebe hevdîtina gir-tiyekî bo mawê 6 mehan qedexebike, lê piştre dest jê berdan.ˮ Ni-vîskar û çavdêrê siyasî yê Tirk,Cuneyt Ulsever bawer dike ku gi-rankirina tecrîda ser Ocalan pey-wendî bi hewlên SerokwezîrênTirkiyeyê heye ku xwe bo Serok-komariyê amade dike.

Ulsever di daxuyaniyekê de boRûdaw got "Di siyaseta Serokwe-zîr de himber pirsgirêka Kurdpaşdezivirînek heye. Îro Serok-wezîr siyaseteke neteweperistîya tund himber Kurdan dide me-şandin. Armanca wî jî bidestxis-tina baweriya neteweperistênTirk e di hilbijartinên SerokatiyaKomarê de ya sala 2014ê. Lomaez bawerim ku tecrîda ser Ocalanwê heta 2014ê bidome.ˮ

Ev nivîskarê Tirk derbarê ban-dora vê siyasetê li ser Kurdan ûBakûrê Kurdistanê dibêje “vê si-yasetê sûdeke mezin gihandPKKê. Lîberalên Kurd heta nihahinek helwestên PKKê rexne di-kirin, lê bi saya vê siyaseta Hikû-metê ew bûne hevsozên PKKê.ˮ

Mehmet Ocalan:Deriyê çareserki-rina pirsgirêkakurd bi vekirinaderiyê hevdîtinaOcalan vedibe.

293 roj in Ocalan parêzer û kesûkarên xwe nedîtine

Mehmet Ocalan ji tendirustiya Serokê PKKê Abdullah Ocalan bi guman e

"Tirkiye heta 2014ê rênade bo dîtina Ocalan"

www.ars

ivaku

rd.o

rg

Page 5: Hejmar/Nr. 147 Peymanek Nû · 2018. 7. 13. · med li Almanyayê derman bike. Rêvebirê beșa kardiyolojiya za-rokan ya Universitätsklinik Bonn, Prof. Dr. Johannes Breuer, ji bo

Umer Osê (1958)yek ji Kurdênnaskirî ye, yênxwedî girêda-nên bi rejîmaSûriyê re. Di hil-

bijartinên heftiya borî ya parle-mentoya Sûriyê de Umer Osê jîwek parlementer hat hilbijartin.Ew bi eslê xwe ji bajarê Dirbêsiyêye, lê ev bêtirî 30 sal in ku ew liŞamê dijî. Osê bi salan kadroyekîPKKê bû, dema serokê PKKê Ab-dullah Ocalan li Sûriyê bû. Birayêwî yê biçûk Welat Osê di navrêzên PKKê de şehîd ketiye, xwiş-keke wî heta berî demeke kurtgerîllayeke PKKê bû, berî ku ew jiber rewşa xwe ya tenduristî berêxwe bide Ewropayê. Di vê hev-peyvîna ligel Rûdawê de UmerOsê behsa helwesta rejîma Sûriyêû ya opozîsyonê beramber gelêkurd li Sûriyê dike.

Rûdaw: Însyatîfa Niştimanî yaKurdên Sûrî çi ye?Umer Osê: Em şepêleke nişti-manî ya sûrî ne. Rêxistina me di2009ê de hat damezirandin. Rê-xistina me xwe mijûlî pirsa kurdîli Sûriyê dike. Pêkhatiya kurdî liSûriyê yek ji pêkhatiyên mezin ûkevin ên gelê sûrî ye. Ew di bêtirji pêncî salên borî de ji jiyana si-yasî ya niştimanî ya sûrî dihat bi-dûrxistin û niha jî piştguhkirinberdewam e. Kurd ji mafên xweyên çandî bêpar in û ew di des-tûra Sûriyê de nehatine pejiran-din. Em dixwazin ku Kurd dihikûmet, parlemento, dezgehêndewletê û îdara mehelî de cîh bi-girin. Herweha em doza perwer-dekirina bi zimanê kurdî lidibistanên li herêmên kurdîdikin. Em dixwazin ku mafênKurdan di destûrê de bên miso-ger kirin.

Lê Însyatîfa Niştimanî ya KurdênSûrî çi ye?

Tevlî ku pirraniya endamênÎnsyatîfa Niştimanî ya KurdênSûrî Kurd in, lê di nav me de her-weha Ereb, Ermen, Siryan, Kel-danî-Aşûrî û Çerkes hene. Li gorrêbaza me her welatiyekî sûrî di-kare bibe endamê rêxistina me.

Rêxistina we fermî dixebite?Na. Lê niha em li ser dixebitin

ku em wek partiyeke siyasî bênpejirandin. Lê ji ber ku qanûnahilbijartinan partiyên li ser bin-geha neteweyî, olî, mezhebî yanherêmî qedexe dike, emê navêpartiya xwe bikin "Şepêla Muba-dera Niştimanî". Ji bo em destûrêbistînin, diviyabû em navê"Kurdî" rakin.

Heta niha dewleta Sûriyê li dijîKurdan gellek proje pêk anîne.Yek ji wan projeyan bi navê"Kembera Erebî" ye. Li gor wêEreb hatin anîn ji bo herêmênkurdî, daku demografiya wan bêguhertin. Helwesta we berambervan projeyan çi ye?

Li Sûriyê niha ji aliyê serokBeşar el-Esed ve vekirineke bal-kêş û giring peyda bûye. KêşeyaKurdên ku di sala 1962ê denasname ji wan hatin stendin,çareser bû. Herweha kêşeyaKurdên "mektûm" jî çareserbû. Û niha alavên ragihandinêyên sûrî balê dikişînin ser Kur-dan. Ez û kesayetiyên din ênkurd di bernameyên zindî yêntelevizyonê de derdikevin. Em jielif ta ya behsa pirsa kurdî dikin.Ez bawer im ku gellek pirsgirê-kên Kurdên Sûriyê mîna mafênsiyasî û çandî û herweha projeyaKembera Erebî wê bên çareserkirin. Ez dibînim ku hikûmetên liSûriyê yên di dema borî de heta80ê ji sedî di ber kêşeya kurdî deberpirs in. Lê tevgera kurdî jî ber-pirsa piştguhkirina Kurdan e. Emwek Însyatîfa Niştimanî ya Kur-dên Sûrî ligel peywendiyên ligelrêjîmê ne, çi di asta siyasî de û çijî di ya ewlekarî de. Em bi roj ligelberpirsên dewletê dicivin, ne bişev û bi dizî wek berpirsên parti-yên kurdî. Partiyên kurdî ajende-yan pêşkêş dikin ku ne guncaw inbi rewşa Kurdan li Sûriyê. Li cemme Kurdan ti coxrafiyeke hevgirtîtine û li herêmên me Ereb û Filehjî dijîn.

Te got pirsa Kurdên bênifûs ûyên "mektûm" hat çareser kirin.Li Sûriyê bêtirî 150.000 Kurdên

"mektûm" hene. Heta niha ti bir-yareke fermî derneketiye kuewê nasnameya sûrî bistînin.

Piraniya Kurdên "ecnebî" nas-nameya sûrî stendin. Hin keshene ku li derve dijîn, eger ew ve-gerin Sûriyê, ewê jî paseportanbistînin. Li parêzgeha Hesekêdora 3000 heta 5000 kesên"mektûm" hene. Pirraniya wanKurd in, lê herweha hin Fileh ûEreb jî di nav wan de hene. Serokbiryarek stendiye ku nasname-yan bide wan. Lê heta niha ji berhin kêşeyên burokratîk ev kêşenehatiye çareserkirin. Di hefte-yên bê de ewê nasnameyên xwebistînin.

Tevgera kurdî herêmên kurdî liSûriyê wek beşek ji Kurdistanêdibîne. Ji bo we jî ew dever Kur-distan e?

Ji mafê gelê kurd e ku çareni-vîsa xwe bi xwe diyar bike. Mafêmiletekî, ku endamên wî dora 40- 45 milyon e, heye ku bibe xwedîdewleteke fermî. Lê em di Însya-tîfa Niştimanî ya Kurdên Sûrî debi çavekî din li meseleyê dinêrin.

Pirsa kurdî li Sûriyê naşibihepirsa kurdî li Kurdistana Îraq,Îran û Tirkiyeyê. Em doza mafênxwe li jêr seqfê dewleta sûrîdikin. Em doza cudabûn, federalîyan hikûmzatî nakin. Eger embala xwe bidin Kurdistana Îraqê,ew doza dewleteke kurdî nakin,tevLî ku ev ji mafê wan e.

Erê, hûn dibêjin li Sûriyê beşek jiKurdistanê heye?

Ev rastiyeke dîrokî ye. Embeşek ji vê coxrafiya û demogra-fiya dîrokî ne. Lê em niha dozatevlêkirina me di jiyana siyasî yaSûriyê de dikin, wek neteweyekduyem li Sûriyê, di hundirê dew-leteke sûrî ya yekgirtî de.

Di nasnameya her welatiyekî jiSûriyê hatiye nivîsandin ku ewwelatiyekî erebî yê sûrî ye. Evçawa çêdibe ku welatiyek kurddi heman demê de ereb jî be?

Bi rastî demeke dirêj pêwîst eheta em mafên xwe yên rewa bidest bixin û bibin welatiyên astayekemîn li Sûriyê. Em Kurd in ûne Ereb in. Nabe kesek bi zorêbibe Ereb. Pêşî em sûrî ne, piştreKurd in an Ereb in an Misilman inan Fileh in. Me hêvî dikir ku des-tûra nû ya Sûriyê bi şêweyekîzelal hebûna Kurdan bipejirîne.Lê destûr ne Quranek an Încîlek

pîroz e. Ezê van pirsan di Parle-mentoya Sûriyê de bidim nîqaşkirin. Divê li Sûriyê rêz li nas-nameyên cuda yên ne erebî bêgirtin.

Hûn helwesta opozîsyona sûrîberamber pirsa kurdî çawa dibî-nin?

Ew komên ku li hundir û der-veyî Sûriyê navên opozîsyonê lixwe kirine, ji hikûmetên ku didema borî de li Sûriyê hebûn, xe-rabtir in. Ew ji wan hikûmetanşovenîtir in. Ji aliyekî ve opozîs-yona di Encûmena Stenbolê de[Encûmena Niştimanî ya Sûrî,Rûdaw] heye, ku xwe avêtiyehembêza Recep Tayyip Erdogan,ew Osmaniyê Selçûkî yê nû. Ewdoza destwerdana leşkerî ji aliyêNATOyê ve li dijî Sûriyê dikin, bialîkariya Tirkiye û ErebistanaSiûdî û hevkarên wan ên din. Ji bowan ne giring e ku Îsrael jî beş-darî rûxandina rêjîmê bibe. Ewne tenê rêjîmê ji xwe re armancdibînin, lê belê tevaya Sûriyê. Ewdixwazin Sûriyê ji hev bixin û wêdabeş bikin, bikin kanton û dew-letên wehabî yên selefî. Ev opo-zîsyona ne niştimanî ye.Opozîsyoneke din li hundir heye,ku li dijî destwerdana leşkerî ye,lê herweha li dijî diyaloga bi rê-jîmê re ye jî. Ez helwesta wan be-

ramber pirsa kurdî negatîv dibî-nim. Helwesta rêjîmê niha ji yaopozîsyoinê baştir e. Opozîsyo-neke sêyem heye ku niştimanî yeû ligel diyalogê ye û em jî xwe jiwê dibînin.

Partiyên kurdî jî bi opozîsyonasûrî re di diyalogê de ne. Gerekew çi bikin?

Ez şîretê didim partiyên kurdîû ji wan tika dikim ku xwe ji vantevgerên opozîsyonê vekişînin.Ez pêşniyar dikim ku ew bigihinhev û lêvegereke kurdî ya nişti-manî saz bikin û di zûtirîn demêde bi serokatiya siyasî ya dewletêre bikevin diyalogê. Dergeh ji bowan vekirî ye. Mixabin wan diasta stratejîk ya niştimanî de hinşaşitî kirine. Wan diyalog û hev-dîtina bi serok Beşar el-Esed reboykot kir. Ev firseteke dîrokî bû.Em ligel mayina vê rêjîmê ne,tevlî aliyên wê yên negatîv. Bedîl,Xwedê neke ku bê, wê ji bo Kur-dan gellekî xerabtir be.

Hûn dibêjin ku helwesta rejîmêberamber pirsa kurdî ji ya opo-zîsyonê baştir e. Çawa baştir e?

Eger hûn bala xwe didin ragi-handina Sûriyê, hûnê bibînin bêew çiqas giringiyê dide Kurdan.Vê salê kanala televizyonê ya sûrîya fermî bernameya nûçeyan birîû ahenga Newrozê li Helebê zindîweşand. Niha vekirinek heye ûdivê partiyên kurdî alîkariya minbikin, ji bo ku em mafên siyasî ûçandî bi dest bixin. Ez bawer imku rejîm niha ji opozîsyonê bêtiramade ye ku ji bo Kurdan tenazu-latan pêşkêş bike.

Beriya du mehan hûn ji bo ser-danekê chûbûn Silêmaniyê. Ser-dana we fermî bû?

Na, ne fermî bû. Ev yekem carbû ez chûm Herêma Kurdistanê.Ez mêvanê serok Celal Talabanîbûm. Ez wek çalakvanekî sûrî yêkurdî dora hefteyekê li Silêma-niyê mam. Min ti name ji serokêSûriyê yan hikûmeta sûrî bi xwere neanîbû. Min ji serok Talabanîre helwestên serok Beşar el-Esedşirove kirin. Wî nameyeke devkîji bo gelê kurd û yê sûrî û her-weha serokatiya Sûriyê bi min reşand. Wî got ku ew ligel gelê sûrîye û ku Îraq wê nebe xwedî hel-westeke dijminane li hember Sû-riyê di vê rewşê de. SerokTalabanî, û ez bawer im herwehaserok Mesûd Barzanî, dilsozmane ji bo peywendiyên xwe bimalbata Esed û gelê sûrî re. Ewêalîkariya Sûriyê ji wan re, di demaopozîsyonê de, ji bîr nekin.

Hevpeyvîn: Sîrwan Hecî Berko

5RûdawHejmar 147 Kurdistan

Umer Osê, Însyatîfa Niştimanî ya Kurdên Sûrî:

Em ligel danûstandinênbi rêjîma Sûriyê re neSerok Talabanî û ez bawer im

herweha serok Mesûd Barzanî dilsozmane ji bo pêwendiyên xwe bi malbataEsed û gelê sûrî re.

Li cem me Kurdan ti cografyeke hevgirtîtine û li herêmên me Ereb û Fileh jî dijîn.

Niha vekirinek heyeû divê partiyên kurdîalîkariya min bikin.

Pêşî em Sûrî ne, piştre Kurd.

Em doza cudabûn,federalî yan hikûm-zatî nakin.

www.ars

ivaku

rd.o

rg

Page 6: Hejmar/Nr. 147 Peymanek Nû · 2018. 7. 13. · med li Almanyayê derman bike. Rêvebirê beșa kardiyolojiya za-rokan ya Universitätsklinik Bonn, Prof. Dr. Johannes Breuer, ji bo

Kurdên Ewropayê Rûdaw6 Hejmar 147

Azad Dîcle

Hilbijartinên pêş-wext yên li Eya-leta AlmanyaN o r d r h e i nWestfalenê en-cameke balkêş

derxist holê: Partiya Çep ya ku têde 5 berendamên kurd hebûn,nekarî benda ji sedî 5 derbas bikeû nekete parlementoya eyaletê. JiPartiya Keskan Arif Unal ku jiGoksuna Mereşê ye û bi eslê xweÇerkez e, ji bajarê Kolnê caraduyem hat hilbijartin. Unal boRûdawê daxuyand ewê hewl bidedi demeke nêzîk de bo huner-mendên kurd ên ku li Ewropayê

dijîn, careke din civîneke dorfirehli dar bixe.

Roja 13ê Gulanê li eyaleta Al-manyayê NRWê, ku eyaleta Kurdheri zêde lê dijîn e, hilbijartinênpêşwext hatin li dar xistin û par-tiya sosyal-demokrat SPD bi 39%bi ser ket. Partiya Çep ku tê de çen-dîn namzetên Kurd jî hebûn, li gorhilbijartina sala 2010ê, gellek kêmdeng standin û nekarî bikeve par-lementoya eyaletê. ParlamenterêKolnê yê esil Çerkes Arif Unal ku bixwe pisporê beşa kîmyayê ye û dirêvebiriya çar nexweşxaneyênKolnê de cîh digire, cara yekem dihilbijartina 2010ê de kete perla-mentoyê û di hilbijartina dawî dacareke din bû perlamenterê Kolnê.

Unal bibîr xist ku di destpêka sala2012yê de bi amadekariya wî liavahiya parlementoya NRWê ligelnêzîka 95 hunermendên kurd civî-nek li dar xistine û got, “Em hewldidin guh bidin hunermend û rew-şenbîrên kurd ên li Ewropayê dijînû pirsgirekên wan li gor derfetançareser bikin. Bi alîkariya WeqfaŞivan Perwer me xwe gihand gel-lek hunermendên kurd yên ji Tir-kiye, Îran, Îraq û Sûriyeyê ku liEwropayê dijîn.“

Civîn dimîne piştî damezirandina hikûmetê

Arif Unal daxuyand ku li gorpilana wan wê civîna duyem di

destpêka Hezîranê de bihata li-darxistin, lê got, “Ji ber hilbijar-tinên pêşwext zehmet e ev pilandi heman rojê de pêk bê. Divê emli benda damezirandina hikû-meta eyaletê bisekinin û li gortexmîna min wê civîn piştî bên-vedana havînê, ango di meha Te-baxê an jî Îlonê de, bêlidarxistin.“ Unal rexne li du par-

lementerên partiya Die Linkeyên parlementoya NRWê jî kir ûgot, “ji bo çareseriya pirsgirêkaKurdan ne bes e ku mirov bi xweKurd be.“

Di hejmara borî de Rûdawê navêArif Unal di nava berendamên kurdde weşandibû. Lê Unal ji gundêKorkmaz yê navçeya Goksunê ya serbi Mereşê ye û bi eslê xwe Cerkez e.

Partiya Keskan çavî Kurdan dikeArif Unal di hilbijartinên herêma NRWê de dîsa bi ser ket û

planek wî ji bo hunermendên kurd yên li Ewropayê heye.

Arif Unal: Ne bes e ku mirov bi xwe Kurd be

Nesrîn Rojkan

Ev 10 roj in ku 20 mêrênkurd yên di temenên 20heta 50 salî de li Navenda

Penaberî li Sigerslev, li giravaSydsjællandê bi li dijê saziyênpenaberî yên Danmarkê, ketinegreva birçîbûnê.

Penaberan bersîva neyînî jibo daxwaziya penaberiyê li Da-nîmarkê wergirtine, lê ji berrewşa nearam li Sûriyê jî nika-rin vegerin warê xwe. Herwihanikarin li welatekî din yê Yekî-tiya Ewropayê jî daxwaza pena-beriyê bikin, ji ber ku qanûnênwelaten Ewropayê destûra vêyekê nadin.

Penaber di kampa penaberande dimînin, bê ku bizanin ka si-beroja wan bi çi rengî dibe. Wanniha kon vedane û ji bo mafê pa-neberiyê ketine çalakiya grevabirçîbûnê. Dengê baranê li konêwan dide û wan destê xwe daye

ber rûyê xwe û kûr kûr jiyanaxwe diponijin. Yek ji wan nexweşketiye heta niha, lê ew dibêjin”em ji mirina xwe natirsin”lewra tu deriyek vekirî nemaye jiwan re. Hêviyên wan pûç bûne ûti çareseriyê nabînin.

Li gor malpera kurdî Jiyan.dk,namzedê parlemena danimarkîyê nîv-kurd, Lars Aslan Rasmus-senê Sosyal-Demokrat, ji berrewşa penaberan xemgîn e. LarsAslan Rasmussen wiha dibeje:”Ez ji bo rewşa Kurdên di grevêde gellekî xemgîn im. Ew direwşeke gellekî tevlîhev de asêmane, ne dikarin ji Danîmarkêderkevin, ne jî dikarin vegerineSûriyê. Ew bi pêşerojeke nedi-yar re li navenda penaberan gi-rêdayî mane.”

Lars Aslan Rasmussenê li berredkirina daxwaziya penaberiyawan dikeve, lewra dizane ku timafekî Kurdan li Sûriyê tine,herwuha ”em dizanin ku rejîma

wir dikare îşkenceyê li mixali-fên xwe bike, yan jî hema wanbidin kuştin.” Hêviya Lars Aslanew e ku saziya penaberan carekdin li rewşa wan binêrin û siya-seta penaberiyê ya hikûmetaberê jî biguhrînin ku bikarinmafê runiştina mirovî li Danî-markê bidine van penaberan.”Bêguman, ji ber ku hêviyênmin ji hikûmeta niha ew e ku si-yasetek bêtir mirovane ji bo pe-naberan pêk bîne, li gorhikumeta berê.

Li gor Jiyan.dk, Saziya mafêpenaberan (Asylret) di peyamaçapemeniyê de radigihîne ku”Erka partiyên hikûmetê ya si-yasî û mafê mirovî ewe ku bixwe biçe cîhê xwepêşandanê ûbi xwe xwe derbarê rewşa ten-duristiya çalakvanan xwe agah-dar bike. Sazî bal dikşîne ser wêyekê ku çalakvan dizanin ku xe-teriya birçîbûnê heta mirinê jîdikare biçe.

Kopenhag: Kurdên penaberdîsa di greva birçîbûnê de ne!

Stockholm (Rûdaw) – Piştî ve-şartina wê bo dema salekê li nav-çeyeke nêzîkî bajarê Dihokê, birêya hewldana çend çalakvanênsivîl û mafê mirovan, herwiha lijêr zexta polîsan û piştî girtinaçend endamên malbata wê,W.M.A. ya 16 salî bi hevrêtiya bi-rayê xwe beriya çend rojan û birêyeke nediyar gihişte Swêdê ûniha di mala xwe de li jêr çavdê-riya polîsên de dijî.

Keça ku hatibû revandin ragi-hand ku pirsgirêka wê nemaye,lê çavkaniyekê ji polîsên swêdî jiRûdawê re daxuyand: “Ew di tir-seke mezin de dijî û em gumandikin hêjî gef li ser hebe. Egerawê yekê heye bi kotekî û bi awa-yekî neyasayî hatibe zewican-din.” Ev zêdeyî salekê ye kuW.M.A bi kotekî ji aliyê endamênmalbata wê ve biribûn Kurdis-tanê û guman tê kirin ku li wirmirovekî xwe hatibe mehrkirin.

Medyaya Swêdê berê belav ki-ribû ku keçeke kurd ya li Swêdêhatiye revandin û ew birine Kur-distanê û jiyana wê di metirsiyêde ye. Hênceta birina W.M.A ji boKurdistanê, ku medyaya Swêdêwê bi nasnavê Yasemîn didenasîn, fêrbûna zimanê kurdî bû.Lê çalakveneke mafê jinan liSwêdê dibêje eger ne ji girtinaendamên malbata wê bûna, ji-yana wê di metirsiyê de bû. Nihaji ber rewşa derûnî ya xirab ya wêkeçê, polîsên Swêdê lêkolînêndosyaya wê rawestandine û jixeynî dabînkirina çavdêriyê, li dûagahiyên derbarê bi kotekî mêr-kirina wê digerin. Ji ber revan-dina keçika 16 salî, çend

endamên malbata wê, ku li bajarêCalmar dimînin, ji aliyê polîs ha-tine girtin.

Herçiqasî cîhê hewandin û pa-rastina W.M.A. ji aliyê şaredariyabajarê Calmar hat dabînkirin jî,lê li ser razîbûna xwe keçik vege-riya mala xwe û bi malbata xwere dijî. Polîs jî di gumanê de ne ûbi awayekî berdewam çavdêriyêli mala wê dikin. Polîs ditirsin kuweke gellek mînakên din, ewkeçik jî bê xapandin û dûre biawayekî nehênî bê kuştin. Heyaniha jî zêdeyî 10 dozên bi vîawayî hatine tomarkirin.

Zewaca bi kotekî ya keçan liSwêdê, nemaze bi xizman re, û kul-tura parastina namûsê û gefên liser jiyana keçan, yek ji diyardeyêndi nav malbatên penaber yên liSwêdê ye. Lewma hikûmet vêgahewl dide yasayeke nû derxe ji bonehiştina zewaca bi zorê û tundki-rina cezakirina tawanbarên ze-waca bi zorê û nehiştina zewaca dinavbera xizman de, nemaze di nav-bera pismam û dotmaman de kuyek ji diyardeyên civakên Rojhilatîye.

Di hundirê 3 mehên borî de evbûyera pêncemîn ya vegerandinawan keçan e ku bi mebesta ze-waca bi zorê, bi rêya firokexane-yên Kurdistanê, tên HerêmaKurdistanê û navçeyên din yênÎraqê. Yek ji goriyên berê jî bû-yera Barîn a 19 salî bû, ku piştîvegerandina wê ji Kurdistanê boSwêdê, li cîhê jiyana wê li Carls-tadt, ji aliyê kesekî nediyar ve hatkuştin û birayekî wê yê 16 salî bitometa beşdariya di tawanê dehat girtin.

Keçek ji Dihokê vegerandin Swêdê

Li jêr zexta polîsên Swêdê

Wên

e: R

ûdaw

www.ars

ivaku

rd.o

rg

Page 7: Hejmar/Nr. 147 Peymanek Nû · 2018. 7. 13. · med li Almanyayê derman bike. Rêvebirê beșa kardiyolojiya za-rokan ya Universitätsklinik Bonn, Prof. Dr. Johannes Breuer, ji bo

7RûdawHejmar 147

Mehmet Sebatli

Mizgîn Barandema jigundê xwederket û berêxwe da Çi-yayê Gebarê,

hêj 15 salî bû. Jiyana wê û serpê-hatiyên wê yên 19 salên dawîweke panaromaya gellek jinênkurd ên welatparêz ên ji du nif-şên dawiyê ye. Ew ji bo guhertinarewşa siyasî û ya civakî ya gelêKurd tevlî nava refên gerîlla bû, lêdi 19 salên dawî de dema ew lipaşeroja xwe dinêre, dibîne ku ji-yana wê gellekî guheriye. MizgînBaran ev 18 sal in ku herdu lin-gên wê nalivin û nikare rabe serlingan û bimeşe, lewma li ser kur-siyê biteker jiyana xwe didomîne.Ligel pilan û xwestekên xwê yênsiberojê wê ji me re behsa xew-nên xwe jî kir û got, “Ez di xew-nên xwe de hertim dibînim kudimeşim.“

Neçûye dibistanê…

Mizgîn Baran di sala 1978ê deli gundekî Kercewsa ser bi Mêr-dînê hatiye dinyayê. Ew qet ne-çûye dibistanê û dema di sala1993ê de, di 15 saliya xwe de,tevlî gerîlla dibe, ne dikare bix-

wîne û ne jî dikare binivîse: “Mintenê dikarî bi kurdî biaxivim. Lêez niha ligel kurdî û tirkî baş di-karim bi almanî jî biaxivim, bix-wînim û binivsînim.“ Ew niha libajarê Duisburga Almanyayê dimalekê de bi serê xwe dijî û di-kare hemû karên xwe bi serê xwepêk bîne.

“Navê min di lîsteya şehîdande derbas dibû”

Mizgîn nêzika salekê di navagerîlla de dimîne û di bihara sala1994ê de ji pişta xwe birîndardibe. Ew bo me behsa rojên zor ûzehmet dike û dibêje, “ji ber birîndi pişta min de bû, hevala kêlekamin ditirsiya ku avê bide min, wêdigot qey birîna min di hundir deye û dema ez avê vexwim wê bi-mirim. Lê min jî gellek xwîn wen-dakiribû û ez pirr tî dibûm. Minbirîna xwe ji bîr kiribû û tenê dix-west hinek av vexwim.“ Mizgîndema ku birîndar dikeve, ligel ge-rillayeke jin, heftiyekê ji grûbaxwe veqetandî dimînin. Ew heftroj di jiyana Mizgînê de rojên herîzehmet in ku ti carî nikare ji bîrbike: “Dema me xwe gihand he-valan jî, em rastî surprîzekêhatin. Navê min weke şehîd ha-tibû belavkirin û dema ku heva-

lan em dîtin, di şûna ku bi birînamin re mijûl bibin, bi saxlemiyazindîtiya min kêf kirin.”

Di havîna 1994ê de MizgînBaran bo tedawiyê tê Almanyayêû li bajarê Duisburgê serî li pena-bertiya siyasî dixe. Di demekekurt de îlticaya wê tê pejirandinû bo çareseriya herdu lingên xwe

li doktor û nexweşxaneyan di-gere: “Ez li gellek nexweşxaneyangeriyam, lê ti çareseriyek bo minnehat dîtin. Sinêra herdu lingênmin ji pişta min qetiyaye û ez nedikarim pê bihesim, ne jî dikarimlingên xwe tevbigerînim. Ev bûn18 sal ez li ser kursiyê bitekerdijîm.”

Jiyan bê lingan jî dimeşe

“Ez di xewnênxwe de dibînimku dimeşim“

Li Almanyayê fêrî xwendin û nivîsandinê dibe

Di vê navberê de Mizgîn diçedibistanê û fêrî xwendin û nivî-sandinê dibe, herwiha di demekekurt de fêrî almanî jî dibe û ji bokarên wergerê pêdiviya wê bi ke-sekî din re namîne. Ew niha di-kare hemû karên xwe yênburokratîk bi serê xwe birêve-bibe, pêdiviyên xwe yên rojane bixwe pêkbîne û weke ew dibêje,“Ez carina li komeleya Duisburgêji bo wergera almanî alîkariyahinek Kurdan jî dikim.”

Di Roja Dayîkan de MizgînBaran diyar dike ku ev 19 sal indayîka xwe nedîtiye û dibêje, “Embi telefonê diaxivin û carina jî liser înternetê di kamerayê de emhevdû dibînin. Ji ber pirsgirêkênsiyasî ez nikarim herim welat û jiber pirsgirêkên aborî jî ez nika-rim wan bînim vir bo hevdîtinê.”

Xewnên avê û meşandinê

Di dawiya axaftina xwe de Miz-gîn Baran ji me re behsa hêvî ûxewnên xwe dike û dibêje, “Pêdi-viyên mirov çi bin xewnên mirovjî wisa dertên. Dema ez birîndarbûm, min di xewnên xwe de her-tim avê didît û ev zêdeyî 18 salane ku ez di xewnên xwe de dibînimku dîsa dimeşim.”

Mizgîn hewl didealmaniya xwe xur-tir bike, daku di ko-meleyê de zêdetiralîkariya aktîvîte-yên civakî bike.

Mizgîn Baran: Min di xewnên xwe de hertim av didît

Kurdên Ewropayê

Wên

e: R

ûdaw

Holenda (Rûdaw)- Cîgirê se-rokwezîrê Îraqê Husên Şehris-

tanî li Holenda “Xelata RooseveltBo Azadiyê“ wergirt. Kurdên li

Holenda jî li ber avahiya ku Şeh-ristanî xelat tê de wergirt, xwe-pêşandan li dar xistin.

“1 milyar diziye”

Roja 12ê Gulanê li bajarê Midle-burgh li Holenda l4 xelat bo 4 ke-sayetiyên ji welatên cihanê hatindabeşkirin. Ew xelat wek “4 Xela-tên Roosevelt Bo Azadiyê“ tênnaskirin û bo wan kesên ku rolawan di vejandina azadî û kêmki-rina kambaxiyên mirovatiyê dehebû, tên dayîn. Yek ji wan kesa-yetiyan cîgirê serokwezîrê ÎraqêHusên Şehristanî bû, ku bi bawe-riya komîteya dabeşkirina xelatan“bi dirêjiya jiyana xwe ji bo çes-pandina nirxên demokrasiyê xebi-

tiye.” Di rêwresma xelatkirinaŞehristanî de, şahjina HolendaBeatrix û serokwezîrê HolendaMarkt Rutte amade bûn. 44 rê-xistin û komeleyên kurdî li Ho-lenda zêdeyî du heftiyan dihewldanê de bûn, daku şahjin ûserokwezîrê Holenda di rêw-resma xelatkirinê de amadenebin. Wek ku di daxuyaniya vansaziyan de hatiye nivîsandin,“Şehristanî ne hêja ye bê xelatki-rin, lê pêwist e lêpirsîn pê re bêkirin li ser gendeliyên ku di sek-tora petrolê de kirine û milyarekDolar diziye. Herwiha di cudaka-riya nijadî de li dijî Kurd û Suni-yên Îraqê roleke serekî jî lîstiye.”

Siyasetvanê Kurdistanî-Ho-lendî Guhdar Mesûm ji Rûdawêre got: “Ev biryareke çewt e ku

hatiye standin. Şehristanî li bazêdeyî ji sedî 50ê xelkê Îraqê ne-hezkirî ye û ne ew kes e ku dez-geha Roosevelt xelatê bide wî.”Bi baweriya Mesûm, divabû ewxelat ji bo xelkê Helebçe bûya:“Lê mixabin petrola Helebçe tineheya xelatê bidinê!”

Wek piştgiriya Kurdên li Ho-lenda, parlementerê holendîHarry van Bomel ji serokwezîrêHolenda pirsyarek şand û pirsî jibo çi Şehristanî bo xelatkirinêhatiye destnîşankirin. Serokwe-zîr jî di bersivê de dibêje: “Evxelat ji aliyê enstîtuya Roosevelttê dayin û wan biryar daye kuçawa be û bo kê be. Heya niha jîtenê çend Kurdên xwedî berje-wendî nerazîbûna xwe ji vê xe-latkirinê nîşan dane.”

Şehristanî li Holenda hat xelatkirinKurdên li Holenda ne razî ne

Husên Şehristanî dema ku xelatê digre (li kêleka Beatrix)

www.ars

ivaku

rd.o

rg

Page 8: Hejmar/Nr. 147 Peymanek Nû · 2018. 7. 13. · med li Almanyayê derman bike. Rêvebirê beșa kardiyolojiya za-rokan ya Universitätsklinik Bonn, Prof. Dr. Johannes Breuer, ji bo

Rûdaw8

Sezona 2011/2012 ya futbolê li Tir-kiyeyê hefta borî bi dawî bû. Di LîgaSuper de Galatasaray bu şampiyon.Di lîgên 2. û 3. de jî çendîn tîmênKurdan cih digirin û 3 tîm wê ji bo

lîgeke jor tevlî maçên Play-Offê bibin û 2 tîmjî rasterast daketin lîga amator ya herêmî. Di-yarbakirspor maça xwe ya dawî vê heftê dile-yîze û ya ew ya jî Tokatspor dadikeve lîga jêr.

Diskispor ber bi lîga 2.ve

Tîma Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê,Diskispor di dawiya sezonê de 67 puan civan-din û di tabelleyê de bû sêyemîn. Sampiyonêlîgê İnegolspor rasterast tevlî lîga 2. bû ûtîmên 2.,3. û 4. Diskispor, Bayrampaşa, Hacet-tepe û Gumuşhanespor wê hefta bê li Îzmîrêdi neva hev de maç bileyîzin û ji 4 tîman wêyek di dawiya Play-Offê de tevli lîga 2. bibe.

Di heman lîgê de û grûba duyemîn de jî şam-piyon Nazilli Belediyespor rasterast tevlî lîga

2. bû. Bingolspor, Keçiorengucu,Trabzon Yalispor û K.Maraşspor jîwê tevlî maçên Play-Offê bibin ûyek ji wan wê tevlî lîga 2. bibe. Er-ganispor jî daket lîga amatoran yaherêmî.

Di heman lîgê û grûba sêyemînde şampiyon Hatayspor rasterasttevlî lîga 2. bû.

Wê Siirtspor ligel Tarsus İdmanYurdu, Bursa Niluferspor û San-caktepe Belediyesporê Play-Offbileyîze û ya serkeftî wê tevlî lîga2. bibe. Kayapinar Belediyespor jîrasterast ji vê lîgê daket û dîsatevlî lîga amatoran ya herêmî bû.

Diyarbakirspor ma hefta dawî

Qedera Diyarbakirsporê jî bimaça dawî ve girêdaye. Hefta borî disaheya xwe de ligel Pendiksporê le-yîst û leystikvanê Diyarbakirsporêgol avêt qeleya xwe û Pendik ketepêş, di deqeya 80.de jî Diyarbakirs-por bi penaltiyê bû 1-1. Puanên Di-yarbakirsporê 25 in û pûanênTokatsporê jî 25 in. Maça dawî wêdiyar bike ka ji her du tîman kîwenda bike wê dakeve lîga 3. Maça

Diyarbakirsporê ya dawî li deplasmanê ye û di-berê wê jî Konya Torku Şekerspor e.

Sezon bi dawî bû

Li gorî versiyona elek-tronîk ya kovara Kic-ker, lîstikvanê esil

Kurd Eren Derdiyok kuniha di nav tîma BayerLeverkusenê de dilîze, wêligel tîma Hoffenheimêheya Hezîrana 2016êkontratekî bo çar salanîmze bike.

Lîstikvanê Bayer Lever-kusenê yê Kurd-Swîsrî disala 1988ê de li Baselê jidayîk bûye lê ew bi eslê

xwe ji Dêrsimê ye.Di versiyonên îngilîzî,

spanî, almanî û fransî yênWikipedia de behsa kurd-bûna Eren Derdiyok têkirin, ku eslê wî Kurd eyan jî ew ji KurdistanaBakur e, lê di Vikipedi(versiyona Wikipedia yabi zimanê tirkî) de qetbehsa vê yekê nayê kirin,

tenê dibêje ku ew hevwe-latiyê Sîwsre û Tirkiyeyêye.

Derdiyok di nav 89maçan de ku heya nihalîstiye, 25 gol avêtibûn, jisala 2008ê ve heya nihaligel tîma netewî yaSwîsrayê di 38maçan de lîstiye.

3 Tîmên Kurdan Play Offê dileyîzin

Amed (Rûdaw) - Klûba Şa-raderiya Bajarê Mezin yaAmedê leystika Birê moder-nîze kir û tûrnovayek li darxist. Serokê Şaradariya Ba-jarê Mezin ya Amedê OsmanBaydemir jî ragihand ew êbo Birê lîgek taybet avabikin.

Li çendîn herêmên Kurdis-tanê ji mêj ve leystika Birêya ku weke futbola Amerî-kayê lê bê gok tê leyîstin.Destpêka vê heftê li taxaAmedê Baglarê bi tevlîbûna12 koman Birê hat leyîstin ûdi heman demê de jî bo coş-kirina leystikê muzîkên ge-lêrî hatin pêşkêşkirin.

Di leystika Birê de dukomên dijber hene û yek yaparastinê û ya din jî êrîşkere. Endamên koma êrîşkerhewl didin di navbera komaparastvan de herin heta qe-leyê bêyî ku bên girtin û as-tengkirin. Dema kesek bêastengkirin ew ji leystikêderdikeve.

Serokê Şaredariya BajarêMezin ya Amedê OsmanBaydemir bibîr xist leystikaBirê salê du caran, payîz ûbiharê tê leyîstin û got, “Emê hewl bidin ji bo Birê lîgeketaybet ava bikin.ˮ

Vikipediya tirkîbehsa kurdbûna Derdiyok nake

Futbola Amerîkayê yabê gok: Birê

Li pêşiya Diyarbakirsporê maça dawî ya krîtik heye

Tîma Şaredariya bajarê Mezin a Amedê sezona borî dîsa tevlî Play-Offê bû, lê bi serneket

Hejmar 147

www.ars

ivaku

rd.o

rg

Page 9: Hejmar/Nr. 147 Peymanek Nû · 2018. 7. 13. · med li Almanyayê derman bike. Rêvebirê beșa kardiyolojiya za-rokan ya Universitätsklinik Bonn, Prof. Dr. Johannes Breuer, ji bo

Zinar Balikî

Fîlmê derhênerEkrem Heydo yêbi navê ‘Helepçe-Zarokên Wendaʼhata niha di 13festîvalen fîlmên

navnetewî de hat nişandan û gel-lek xelatên girîng wergirtin. Lêheman fîlm li Başûrê Kurdistaneheta niha nehatiye nişandan. Der-hênerê fîlm Ekrem Heydo gazincji vê yekê dike û dibêjê, “fîlmênkurdî divê di serî de li HerêmaKurdistanê werin nîşandan. Boderhênerên biyanî pereyan ter-xan dikin, lê guh nadin fîlmênderhênerên Kurd.ˮ

“Helepçe- Zarokên Wendaˮ di serîde li Fîlm Festivala Gulfê xelata fîlmêherî baş û xelata derhênerê herî başwergirt. Sala borî di Festîvala Fîl-mênbelgeyî ya Dubaî de xelata jurîya mezin wergirt. Li Film Amedê, xe-lata fîlmê herî baş, li Festîvala Fîl-man a Yilmaz Guney a li Batmanêxelata fîlmê herî baş û di fîlm gellekfestîvalên din de jî hat nîşandan ûxelatên cuda wergirt. Lê heman fîlmheya niha li Başûrê Kurdistanê ne-hatiya nîşandan. Ekrem Heydo fîlmşandiye festîvalen wek Duhok û Si-lemenî lê neketiye bernameyê û ne-hatiye nîşandan.

Fikra fîlmê Zarokên Wenda yênHelebçe çawa derket. Çi bûsedem ku te fîlmekî wiha çêkir?

Helebçe parçeyek ji jiyan û be-dena her Kurdekî ye; di dilê herkesî de heye. Navekî û sembolekegirîng e. Mixabin em zêde li dûnakevin, rêz û hurmetek heye ûhew. Gava bûyera Helebçe çêbûez 15-16 salî bûm. Ji me jî ne gel-lek dûr bû. Li cem wan Baas hebû,li ser serê me jî heman rêxistinhebû. Wê demê me digot, belkîew gaz bigihê aliyê me jî yan jî

heman bûyer li ser me jî pêk bê.

Bûyera Helebçe çawa ket rojevaKurdên Rojava, çi li ser dihatgotin?

Wê demê qedexe bû ku li serbûyerê bi kurdî û erebî bê nivî-sandin. Pergala Suriyeyê jî qetbehsa bûyerê nedikir. Kurdan dinav xwe de dianîn ziman, hindşev û civîn dihatin lidarxistin.Pirr dihat gotûbêjkirin, lê wekrewşa niha ya Sûriyeyê zêde re-aksiyon nebûn. Wisa di dilê minde ma, heta di sala 2004ê de ezçûm Helebçe. Ji bo fîlmê “BêhnaŞêveˮ min jî di nav wî projeyê decîh girt. Li wir min ji xwe şermkir, 16 sal di ser vê komkujiyê re

derbas bûne, her sal seremoniyênku êdî bê mane ne, tên lidarxistin.Li aliyekî mîna ku li devereke dina dinê qewimî be yan jî 200 salberê rûdabe.

Bi taybetî çîrok û serpêhatiya Elîku di nav miriyan de jî hatiye hij-

martin û dû re bi saxîvedigere Helebçeyê, evçawa bi destê te ket?

Di çûna Helebçeyê demin got divê ez tiştek liser Helebçeyê çêkim.Cara duyemîn sala2007ê min dest bi kişan-dina hinek dever û beşankir. Min dixwest Helebçebi şêwayeke din nîşanbidim. Ne bi awayên kuheta wê gavê hatibûn nî-şandan. Min xwest birêya çîrokek dest pêbikim, ez di çapemeniyê

de rastî Elî hatim. Min biryar dabûku zarokên Helebçeyê derxim pêş,lê Elî tenê rasthatinek bû û li ar-

manca ku ez lê digeriyam jî, dihat.

Belgefîlm di qada navnetewî degellek deng veda û xelatên girîngwergirtin. Kurdan fîlm çawa pêş-wazî kirin?

Fîlm, heya niha li tevahiya cî-hanê di 13 festîvalên navnetewîde hat nîşandan. Ji Tehran bigreheya Brezilya yê. Eleqeyek mezindît û gellek hat pêşwazîkirin. Birastî jî fîlm ji aliyê sînemavanêncîhanê ve hat ecibandin. Lê Kur-dan mafê fîlm nedan. Ez li virbehsa Bakurê Kurdistanê nakim.Wek hemû cîhanê li bakur jî fîlm,li gellek cîha hat nîşandan. Li fes-tîvalen wek Amed û Batmanê hatnîşandan û wek fîlmê yekemînhat hilbijartin. Lê li başûr ev tiştçênebû. Li Silemanî û Duhokêsala borî festîval hatin li dar xis-tin, fîlmê min nehat nîşandan. Evji bo wan şermeke mezin e. Evfîlm berhemek wir e û perçeyekjiyana Helepçe ye. Ji bo fîlmek He-lepçe peran didin biyaniyan lê

derhênerek Kurd berhemek çê-dike kes lê xwedî dernakevê.

Te fîlm ji bo festîvalên başûr şan-dibû?

Belê min hem ji Fîlm FestîvalaDuhokê re hem jî ji ya Silemanîre şand. Lê nehat nîşandan. Se-demê wî jî ez nizanim.

Ev helwest li ser çêker û derhê-nerên Kurd tiştek çawa derdi-xîne holê?

Bi rastî jî ev helwestek ne başin. Psîkolojiyek xirab li ser sîne-mavanên Kurd çêdike. Em dixwa-zin dema me fîlmek çêkir beriyaher kesî bila temeşevanên Kurdfîlm bibînin û fîlm pêşî di festîva-lên Kurdan de bê nîşandan. Lêmixabin ev tişt çênabe. Ev jî ji bopêşketina sînemaya kurdî rewşekne baş e.

9Rûdaw Hejmar 147 Ç a n d û H u n e r

GemeinschaftspraxisGohdarz Hajo I Cheirko Hajo

Emser Straße 26 12051 BerlinTel. 030 - 62 84 58 59 Fax 030 - 62 84 58 61

ÖffnungszeitenMo, Di, Do 9-18 • Mi & Fr 9 - 15 Uhr

Verkehrsverbindungu + S Hermannstraße U + S Neukölln

Reklam

“Fîlmê Helepçeçima li Başûr

nayê nîşandan?”

Fîlmê Helebce heta niha li 13festîvalên navnetewî hatpêşkêşkirin, lê li HerêmaKurdistanê na.

Fîlmê Ekrem Heydo li Festîvala Dubaî jî xelata jurî ya mezin wergirt

Ekrem Heydo li festîvala Dûbaî

S t e n b o l(Rûdaw) –StranbêjH av î n ,ya jiBakurêKurdis-t a n ê ,niha biberhe-manînaa l b û m axwe yaduyemînve mijûl eû di vîwarî de di-bêje: “Al-bûma min yavê carê cudaye, ji ber ku karê min yê berêhinekî bilez hat kirin, kêmasîtê de hebûn û jê ne razî bûm.”

Havîn ku di sala 1993yê de liAlmanyayê ji dayik bûye, ji 7saliya xwe ve stranan dibêje ûniha temenê wê 18 sal in ûxwediya albûmeke stranan e.Havîn diyar dike ku ew ji hertakekesekî Kurd hez dike û se-demên vê yekê jî wiha diyardike: “Kurd xwedî rûmet ûnamûs in, lewma divê em her-dem şanaziyê bi xwe bikin kuem Kurd in, her Kurdek jî licem min hezkirî ye, nemazeKurdên Başûrê Kurdistanê kurêz û hezkirineke mezin ji Ha-vînê re nîşan dan, vê yekê jî qetji bîr nakim.”

Piştî ku Havîn tevlî berna-meyeke kanala asmanî yaKorek TV bû, ew li Başûrê Kur-distanê hat naskirin, nemaze libajarê Hewlêrê. Havîn li serHewlêrê dibêje: “Pirr spasiyahezkirina bajarê Hewlêrêdikim ku zêde ji Havînê hezdikin, lewma ez jî bi karên baş-tir û ciwantir bersiva vê qen-ciya wan didim.”

Havîn: Ji albûmaxwe yayekê nerazî bûm

www.ars

ivaku

rd.o

rg

Page 10: Hejmar/Nr. 147 Peymanek Nû · 2018. 7. 13. · med li Almanyayê derman bike. Rêvebirê beșa kardiyolojiya za-rokan ya Universitätsklinik Bonn, Prof. Dr. Johannes Breuer, ji bo

Di hevpeyvînekeligel Rûdawêde, Serokê Ens-tîtuya Çandî ûHunerî ya Eh-medê Xanî li

Urmiye, Vecdî Hatemî, bal kişandser hemû aliyên kar û têkoşîna vêsaziyê wek tekane NGOya bajarêUrmiye li Rojhilatê Kurdistanê û ji-yana siyasî, aborî, civakî û çandîya Kurdên vê devera girîng a Kur-distanê.

Rûdaw: Ligel ku 10 sal in hatiyeavakirin, lê gellek kes EnstîtuyaÇandî û Hunerî ya Ehmedê Xanîli Urmiyê baş nas nakin. Vecdî Hatemî: Wek saziyek sivîlû çandî, di piratîkê de EnstîtuyaXanî li Urmiyê û gellek bajarênKurdan wek Mehabad, Sine, Kir-maşan pirr bi nav û deng e. Mixa-bin bi sedema nebûna çape-meniyê xebatên me li derveyîKurdistanê nayên berçav. Em te-kane saziya sivîl a kurd in li Ur-miyê.

Armancên sereke yên EnstîtuyaEhmedê Xanî çi ne?

Karê Enstîtuya Ehmedê Xanî liUrmiyê xebata çandî, hunerî û lê-kolînên civakî û siyasî di civakakurdî de ye.

Hûn bêtir giringiyê didin kîjançalakiyan?

Em girîngiyê didin xebatên kul-tûrî. Hunera me xemilandin ûpêşdebirina çand û kultûra kurdîye.

Di warê aborî de hûn çawa xwerêve dibin?

Di warê aborî de tenê endamênenstîtuyê beşdar in û heya niha jibo birêveberiya xwe me ti alîkarîji saziyên hikûmetî û sivîl werne-girtîye û wernagirin jî. Em diwarê aborî de serbixwe ne.

“Em tekane saziya sivîl a kurd in li Urmiyê”

Berê saziya we wek navend dixe-bitî, niha bûye enstîtû. Sedem çibûn?

Mirov dikare bêje navend ligel

gelê xwe kar dike û enstîtu birewşenbîrên civaka xwe re dixe-bite, her du nav jî ji me re bi rastîbikar tên.

Hûn serokê enstîtuyê ne. Gelohûn hilbijartina rêveberiyê dikinbo enstîtuyê? Çiqas şax û enda-mên rêveberiya we û endamêngiştî hene?

Em li gorî pêrew û programaxwe, ku saziyek îdarî ye, nikaringellek dest li şêweya rêveberiyêbi awayekî fermî bidin, lê awayekrêveberiya me ya navxweyî ya“central democratic” heye. Enda-mên Enstîtuya Ehmedê Xanî ligor xebatên wê kêm û zêde dibin.Di enstîtuyê de ti kes bi pere karnake û bi giştî bi hesta kurdper-weriya xwe xebatê dikin.

Pêwendiya we ligel saziyên sivîlên din li Rojhilatê Kurdistanêçawa ne?

Pêwendiyên me ligel bajarêndin ên Kurdan û saziyên wir ênçandî hene, em beşdarî bername-yên wan dibin û ew jî tevlî berna-meyên me dibin, alîkariyên me bihev re hene.

Çima tenê ev saziya çandî û hu-nerî li Urmiyê heye?

Mixabin xebata çandî di wela-tên desthilatxwaz de gellekî dij-war e û karekî giran e.

Rêjeya beşdariya hevwelatiyandi kar û projeyên we de çawa ne?

Heya niha gellek baş bûye ûgelê me pirr berfireh beşdar dibe.

We sala borî hemû saziyên sivîlên Rojhilatê Kurdistanê civan-din. Armanca we ji wan civînançi bû?

Me xwestiye çeper an eniyek jihemû saziyên Kurdan çêbikin; ewkarek dijwar û girîng e û bi der-basbûna demê wê çareser bibe ûtenê bi xebata me nabe û divêşert û mercên wê jî pêk bên.

Kovara Xanî û kovarên din nihabelav dibin?

Na. Vê demê ti kovarên mebelav nabin, lê berê kovara Çand,kovara taybet a jinan bi navêXatûn û kovarek qaşoyan bi navê

Xanîtimes û kovarek bi navê En-dîşeya Mîrgever jî belav dibû.

Niha kovara Çand bi kurmancîweşanê dike?

Mixabin ew jî hat qedexekirin ûderfeta vê çendê nema bibe kova-rek bo hemû parêzgehê.

Xebatên we di warê fêrkirina zi-manê kurdî de çawa dimeşin?Hûn bi azadî kursên ziman rêvedibin?

Belê, polên fêrkirina zimanêkurdî hene û gelê me jî beşdardibe. Zimanê kurdî nasnameyame ye û naveroka bingehîn a xe-bata me ye.

“Hesta neteweyî di nav Kur-dên Urmiyê de xurttir dibe”

Rewşa çandî û rewşenbîriyaKurdan li Urmiyê çawa ye?

Rewşa kultûrî mirov nikare bêjebaş an xirab e, lê dikarim bêjimhesta netewî berçav e. Xwende-warî di nav Kurdên Urmiye de gel-lek bûye û niha belgeyên girîng ênzanistî digirin û asta rewşenbîriyêber bi başî diçe, lê mixabin hêjbandora nexwendewariyê li sercivakê wek kêmasî dibînim.

Urmiye bajarekî pirrnetewî ye.Rewşa Kurdên Urmiyê çawa ye?Çiqas Kurd li Urmiyê hene?

Du grûbên netewî li Urmiyêhene, Kurd û Azerî. Azerî di navdesthilatê de ne û Kurd derveyîdesthilatê. Azerî wê hêzê ji boberjewendiya xwe ya netewî ûaboriya xwe bikar tînin, lê Kurdti derfet û desthilatek nîn in ûdivê bi xwe pirsgirêkên xwe yênaborî, siyasî û civakî çareserbikin û ser pîyê xwe rawestin. Diwarê siyasî de mirov dikare bêjeKurd di kolanek bingirtî a siyasîde mane. Li Urmiyê û herêmênderedora wê ji sedî 50ê daniştva-nan Kurd in.

Mêjdem wek radyo û televiz-yona yek saetî ya kurdî li Ur-miyê kar dike. Niha rewşa radyoû televizyona kurdî ya Urmiyêçawa ye?

Min di televizyona Urmiyê de

heya niha ti karek nekiriye, ewsaet bername jî bala kesê naki-şîne û xwedî kêmasî ye.

Di dewrana Xatemî de saziyawe bêtir çalak bû. Demekê newisa bû, lê niha 2 sal e dubareaktîf bûye.

Xebata me di dema serokkoma-riya Xatemî de gellek berfireh bû.Hindî zeman derbas dibe, em jî dikarê xwe de pisportir dibin û xe-batek zêdetir dikin.

“Li Urmiyê Azerî di nav desthilatê de ne û Kurd li derve hiştine”

Kurdên Urmiyê vê carê bêtirbeşdarî hilbijartinan bûn.Sedem çi bû? Gelo mafê KurdênUrmiyê li Meclîsa Îranê tenê nû-nerek e?

Cara borî Kurdan ti nûner ne-şandin meclisê, loma vê care bihêzek mezin xwestin li nûnerênxwe binêrin. Beşdariya vê gerê

reaksiyona cara din bû. Kurd gel-lek beşdar bûn û ew rikeberiyeknavçeyî bû, ne ya giştî. Lê bi rastînizanim bêjim ku li Urmiyê Kur-dan mafê nûnerekî meclîsê heneyan çend.

Eger ev rewşa niha berdewambe, hûn çi encaman bo civakakurd pêşbînî dikin?

Pirsgirêka Kurd dozek etnîkî yeû heya ew mesele çareser neberewş wê wiha be û pisporên kurdeger wiha ji rêveberiyê bêpar bin,wê pêşerojê reaksiyonan nîşanbidin.

Dema erdhej li Wanê çêbû, wegellek alîkarî kom kir û we alî-karî gihandin xelkê Wanê. Vêyekê gel kêfxweş kir. Hûn girîn-giya wan karan çawa dibînin?

Ew yek dibe sedema yekîtiya ne-tewî ya Kurdan li derveyî sînoran.

Hevpeyvîn: Azad Kurdî

Çand û Huner Rûdaw10 Hejmar 147

Tel.: 0221 – 16 83 17 42 • Fax: 0221 – 16 83 17 43e-Mail: [email protected] • web: www.zen-tax.de

Mihesebeya MalîMihesebeya Heqdestê KarkeranHesabê SalêBeyanên BacêŞêwirmendiya Avakirina KargehanKarên Din

FinanzbuchhaltungLohnbuchhaltungJahresabschlüsseSteuererklärungenExistenzgründerberatungSonstige Leistungen

Reklam

Navnîşan: Hohenstaufenring 55 • 50674 Köln

Em dixwazin bibeşdariya hemû saziyên Kurdan eniyek ava bikin

Serokê Enstîtuya Çandî û Huneriya ya Ehmedê Xanî li Urmiyê, Vecdî Hatemî, bo Rûdawê axivî:

Vecdî Hatemi: Ev yek dibe sedema yekîtiya netewî

Di sala 1960î de li gundê Lo-rine li devera Mirgever a

Urmiyê hatiye dinê. Di 1986êde Zanîngeha Kirmaşanê qe-dandiye û endazyar e. Di nav-bera salên 1981 -1982yê de kuzanîngeh li Îranê hatin daxis-tin, li Tehranê di televiyonê dekar kiriye. Çend salan di kovara

kurdî ya Sirwe de kar kiriye kupiştî zêdeyî 20 salan sala borîweşana wê hat sekinandin. Ewkarê endazyariyê dike û çendsal in serokatiya EnstîtuyaÇandî û Hunerî ya EhmedêXanî li Urmiyê dike. Xwende-karê doktoraya zanistên navne-tewî li zanîngehê ye.

Vecdî Hatemî...Biyografî

Wên

e: R

ûdaw

www.ars

ivaku

rd.o

rg

Page 11: Hejmar/Nr. 147 Peymanek Nû · 2018. 7. 13. · med li Almanyayê derman bike. Rêvebirê beșa kardiyolojiya za-rokan ya Universitätsklinik Bonn, Prof. Dr. Johannes Breuer, ji bo

11Hevpeyvîna HefteyêRûdawHejmar 147

Hi q û q n a sDoç. Dr.Vahap Coş-kun, ku liZanîngehaDîcleyê yaA m e d ê

dersên hiqûqê dide, derbarê ma-keqanûna nû ya li Tirkiyeyê têamadekirin de, fikr û ramanênxwe ji Rûdawê re parve kirin. Dr.Vahap Coşkun xwest ku di make-qanûna nû de mafên statû, per-werdehiya zikmakî bê naskirin ûKurd bikaribin bi navê “Kurd ûKurdistanê” partî û saziyên sivîlava bikin. Coşkun got, bi şertê kuserî li tundiyê nedin, divê parti-yên ku serxwebûnê jî diparêzinbikaribin bên avakirin.

Dema em li komîsyona makeqa-nûnê binêrin, hûn bawer dikinwê bikaribin hersê xalên ewil bi-guherînin?

Du ramanên cuda hene. AKP ûBDP dibêjin ew makeqanûnekenû çêdikin, girêdayî ti xalî nîn in.Lê MHP û CHP dixwazin ev hersêxal jî weke xwe bimînin. Li gorîmin ji bo ku makeqanûn nû be,divê hersê xal jî bên guhertin. Divê meseleyê de wê nîqaşên girîngçêbibin. Yan divê qet ev xal tinebin, anjî divê naveroka van xalanbiguherin. Li gorî baweriya minev hersê xal jî wê bên rakirin.

Di makeqanûnê de tê gotin“makeqanûn li hemberî mafênmirovan hurmetkar e”. Gelo evxal wê weke “makeqanûnmafên mirovan esas digre” bê

guhertin yan na?Li gorî min herçar partî jî wê li

ser vê xalê li hev bikin û wê bibê-jin makeqanûn pêwîst e li seresasê mafên mirovan û bi temamîgirêdayî mafên mirovan be.

Xala 42emîn li hemberî perwer-dehiya zikmakî asteng e. Hûn vêyekê çawa dinirxînin?

Di vê xalê de tê gotin zimanêperwerdehiyê tirkî ye û ji xeynîzimanê tirkî ti ziman ji bo welati-yên Tirkiyeyê nikare weke per-

werdehiya zikmakî bê dayîn. Ev lihemberî daxwaza perwerdehiyazikmakî ya Kurdan asteng e. Li virdu rê hene. Yan hûnê perwerde-hiya zikmakî di makeqanûna nûde bi cîh nekin û ji qanûnan re bi-hêlin, yan jî hûnê perwerdehiyazikmakî weke xaleke cuda di ma-keqanûnê de bi cîh bikin. Mînakdi makeqanûna Azerbaycanê,makeqanûna Rûsyayê de mafekebi navê “mafê zimanê zikmakî”heye. Li gorî vê xalê hemû kes di-kare zimanê xwe yê zikmakî diperwerdehî, çand û hunera xwede bi kar bîne. Ev xal wê di çêki-rina makeqanûnê de pirr bê nî-qaşkirin.

BDP û partiyên din wê li ser vêxalê bikaribin li hev bikin?

Bi qasî min bihîst, BDP dixwaze“mafê zimanê zikmakî” di make-qanûnê de weke xaleke cuda bêbicîhkirin. Lê partiyên din ên si-yasî li hemberî vê daxwazê der-dikevin. Eger xaleke kuastengiyan li pêşiya mafê zikmakîradike di makeqanûnê de bê bi-cîhkirin, ev pirsgirêk, hindik be jî,wê çareser bibe.

Welatîbûna makeqanûnê jî nîqa-şeke cuda ye. Li gorî vê xalê her-kes weke “Tirk” tê dîtin.

Di vê xalê de welatî na, Tirk tênravekirin. Hemû kes weke Tirktên nîşandan. Ev xeletiyeke mezine. Li gorî qenaeta min BDP, AKP ûCHP wê dê li ser ravekirina “we-latîbûna Tirkiyeyê” li hev bikin.Lê MHP wê dijberiya vê yekêbike. Bi ya min divê welatîbûn li

ser nijadekê neyê ravekirin û jinijadbûnê bê safîkirin. Divê wela-tîbûn an weke “welatiyê KomaraTirkiyeyê” yan jî tenê weke “we-latî” bê binavkirin.

BDP dixwaze makeqanûn bêalî ûnotir be. Lê KADEP û HAK-PARdixwazin di makeqanûnê de ni-jada Kurd bê destnîşankirin.Kîjan maqûl e?

Li gorî min welatîbûna make-qanûnê çêtir e. Du taybetiyên vêyên girîng hene. Yek; welatîbûn li

ser nijadek nayê çêkirin, du; we-latîbûn weke amûra ragihandinênikare bê bikaranîn. Li gorî qe-naeta min, welatîbûn divê li seresasê nijadekê neyê terîfkirin ûwelatîbûn bêalî be. Yan jî divê dimakeqanûnê de welatî neyên te-rîfkirin. Bila tenê berpirsyarî ûmafên welatiyan bê ravekirin.Makeqanûna Danîmarkê wiha ye.Li gorî ravekirina makeqanûnaDanîmarkê, welatî xwedî azadiyadîn û wijdanê ye. Eleqeya xwe binijad û baweriya kesî nayîne. Ra-vekirineke wiha maqûltir e. Ligorî hin derdorê Kurd jî, divê dimakeqanûnê de bê gotin “Tirk ûKurd avakarên vî welatî ne”. Evravekirin jî pirsgirêk e. Lewreeger hûn herdu nijadan wekeavakar bibînin, wê çaxê hûn nija-dên din red dikin.

Hin derdorên Kurd dibêjin eger“nijada kurd” di makeqanûnê decîh negire, wê înkara Kurdandîsa bidome…

Kurd êdî nayên înkarkirin,jixwe êdî kes nikare Kurdan di vêserdemê de înkar jî bike. Pêşve-çûnên li cihanê vê yekê ji holêrakir. Tirkiye êdî Kurdan înkarnake. Li aliyê din jî Herêma Fede-ral a Kurdistana Îraqê heye. Hertişt li wir li ser Kurd û Kurdaye-tiyê dimeşe. Di rewşeke wiha dekes nikare Kurdan înkar bike.

Înkar qediya lê asîmîlasyon ber-dewam nake?

Asîmîlasyona li ser Kurdan mi-xabin didome. Îro astengkirinaperwerdehiya kurdî, berdewam-

kirina vê polîtîkayê ye. Her serêsibeyê zarokên kurd radibin, li di-bistanan dibêjin “xwezî bi wîkesê ku dibêje ez Tirk im”. Evencam û nîşaneya vê yekê ye.

Bi nîqaşên makeqanûnê re “per-gala serokatiyê” kete rojeva Tir-kiyeyê. Ev model ji bo Kurdanbaştir e yan na?

Li gorî min bi pergala parle-menterî, pergala serokatî û per-gala nîvserokatiyê jî mirov dikaredemokrasiyê bi pêş bixe. Divê ra-yeyên navendî ji herêman re bênhiştin. Mînak li Amerîkayê parti-yên bi disîplîn nîn in, partiyên bêdîsîplîn hene. Daraz, rêveberî ûqanûnçêkerî bi temamî ji hev ser-bixwe bin. Lê ger Tirkiye sîstemaserokatiyê bipejirîne, wê çaxêneçar e herêmên xweser îlanbike. Kurd jî wê ji vê yekê payêxwe bigrin. Eger pirsgirêka kurdtinebûya, niha zû de Tirkiye jixwe re modeleke xweserî, fede-rasyon an jî eyaletan ava kiribû.Lê ji tirsa ku wê “Kurd serê xwerakin û veqetin”, Tirkiye pergalaxwe naguhere. Bi ya min herçiqasSerokwezîr Recep Tayyîp Erdo-gan pergala serokatiyê diparêzejî, di nava AKPê de kesên dijbe-riya vê pergalê dikin jî hene. Se-rokkomar Abdullah Gul û kesênweke Bulent Arinç naxwazin per-gala serokatiyê çêbibe. Eger Tir-kiye bixwaze vê pergalê ava bikejî, bawer im rasterast nikare per-gala serokatiyê deyne. Dibe kupêşî pergala nîvserokatiyê ji xwere deyne. Li gorî min pergala nîv-serokatiyê wê zêdetir daxwazênAKPê bi cîh bîne. Eger ev sîstemçêbibe, daxwaza Kurdan a sta-tûyê û xwebirêvebirinê, bi qismîjî be, wê çareser bibe. Li gorî hinsiyasetmedaran, Fransayê piştîku pergala nîvserokatiyê anî,pirsgirêka Cezayîrê çareser kir.Pirsgirêka Cezayîrê bi pergalaparlementoyê çênedibû.

Herçar partiyên Kurdan jî di ma-keqanûna nû de dixwazin 4 dax-wazên hevpar bi cîh bên.

Belê herçar partî û saziyên dinên Kurdan jî dixwazin nasnameyakurd bê qebûlkirin, mafê statûyasiyasî bê naskirin, perwerdehiyabi kurdî bê pejirandin û mafêxwebirêxistinkirinê bê naskirin.Li gorî min ev daxwazên maqûl ûrewa ne. Tê xwestin ku bi navê“Kurd û Kurdistanê” partî û sazi-yên sivîl bikaribin bên avakirin.Daxwaza xwebirêvebirinê dax-wazeke pirr maqûl e. Divê partî ûsazî bikaribin bi navê “Kurd ûKurdistanê” bên danîn. Bi şertêku serî li tundiyê neyê dayîn, divêpartiyên ku bikaribin serxwe-bûnê biparêzin jî bên avakirin.Divê partiyên ku serxwebûnê dix-wazin neyên astengkirin. Ev yekwê bi xwe re zelaliyê bîne. Wê pê-şiya siyaseteke durû jî bê girtin.Ev daxwaz ne tenê ji bo çareser-kirina pirsgirêka kurd, ji bo de-mokratîkbûna Tirkiyeyê jîdaxwazên rewa, demokratîk ûxwezayî ne.

Hevepyvîn: Maşallah Dekak

Doç. Dr. Vahap Coşkun:

Înkar qediya lê asîmîlasyon didome

Bila partiyênserxwebûnê dipa-rêzin jî bên ava-kirin.

BDP, AKP ûCHP wê dê li serravekirina “wela-tîbûna Tirkiyeyê”li hev bikin.

Eger pirsgirêkakurd tinebûya,niha zû de Tir-kiye ji xwe re mo-deleke xweserî,federasyon an jîeyaletan ava ki-ribû.

Bi şertê ku serî litundiyê neyê dayîn,divê partiyên ku bi-karibin serxwebûnêbiparêzin jî bên ava-kirin. Divê partiyênku serxwebûnê dix-wazin neyên asteng-kirin.

Wên

e: R

ûdaw

www.ars

ivaku

rd.o

rg

Page 12: Hejmar/Nr. 147 Peymanek Nû · 2018. 7. 13. · med li Almanyayê derman bike. Rêvebirê beșa kardiyolojiya za-rokan ya Universitätsklinik Bonn, Prof. Dr. Johannes Breuer, ji bo

Rûdaw12 Hejmar 147Aborî

graf-adolf-str. 70a40210 düsseldorf

tel.: 0211 - 17957982fax: 0211 - 17957983

[email protected]

mobil : 0173 - 270 67 81

werbeagentur & verlag gmbh

Bi m

e c

ihêw

az b

ibin

.

Ji bo reklam, dîzayn û çapkirinê em di xizmeta we de ne.

Reklama televizyon û rojnameyan, flayer, afîş, name, eşyayên xelatan, kovar, pirtûk, malperên înternetê, dawetname…htd.Bi kurtasî ji bo her pêwîstiyek we di aliyê reklam û çapkirinê de…

Hûn jî xwe bighînin me…Hûn jî cihêwaziyê hîs bikin!

Rek

lam

Rêxistinên Kurdan didoza kurdî û dax-waza welatekî azad

an jî federetîv de, tenê biçavên ideolojîk û leşkerî lidoza xwe dinêrin. Ka di vêwarê de çiqas serketine liholê ye.

Lê bêlê pirr tiştekî bal-kêş e ku Kurd ji ber sede-mên bindestiya welatêxwe, (dewlemendiya ser ûbin axa Kurdistanê), ti si-yasetekî baş û bi bingehneanîne holê. Dewlemen-diya Kurdistanê sedemaherî mezin e ku dijminênme Kurdistanê di bin destêxwe de dihêlin.

Kurdên karsazên ku gel-lek tişt bi destê wan dibe, jiber sedemê tunebûna rê-xistinên xwe, ew nikarinwek karsazên Kurd jî bênnaskirin. Ew karsazên Tirk,

Ereb û Faris in. Ev jî rew-şeke ji jiyana neteweke bin-dest e ku xwe gellek trajîkli ber çavan dide raxistin.

Siyasetmedarên welatênserbixwe di hemû beşên ji-yanê de xebat dikin. Tune-bûna rêxistineke karsazênKurd kêmasî û valahiyekegellek mezin e, ev jî bohemû diasporaya Kurdwisa ye, bê guman ev jîdide zanîn ku siyasetekeKurdistanê di vê warê dexwediyê ti taybetmendiyeknîne. Hêjayê gotinê ye kuHikûmeta Herêma Kurdis-tanê dikare piştgirî bidekarsazên Kurd, da ku rêxis-tinek li ser hîmê karsaziyêwere damezrandin.

Karsazên her welatekî fi-roşkerên welatê xwe ne.

Ger firoşker nebin, ewwelat jî nikare bikeve navpêwendiyên navnetewî. Jiber ku karsaz li pey berje-wendiyên xwe ne, sînorênti welatan jî nasnakin. Jiber vê jî hewce ye em qalaglobalîzmê bdikin. Kumirov rola xwe di nav glo-

balîzma îro de baş bilîze,wê karsaz jî karibin xiz-meta welatê xwe bikin.

Me di destpêkê de got kudewlemendiya Kurdistanêbela serê Kurdan e. Belêdewlemendiya Kurdistanêbela serê me Kurdan e, jiber ku feyda vê dewlemen-diyê nagihije Kurdan. Dibeku Kurd di vê warê de jîçek bi destê xwe bixin, ev jîrêyeke sazkirina dezgehênkarsaziyê ye. Ev jî di navxwe de dibe sedem ku abo-riya Kurdan divê bi profes-yonelî bixebite. Bê rêxistinbazirganiya Kurdan nagi-hije ti dîsîplînê.

Tirk dibêjin ku ew li Al-manyayê ji sedî bîst û pên-can grûba herî mezin yahemû biyaniyên li Alman-yayê pêktînin. Ji sedî bîst ûpêncê grûba herî mezin yaku Tirk iddia dikin, nîvawan zêdetir Kurdên ji Ba-kûrê Kurdistanê ne. Ku Kur-dên ji başûr û ji parçeyêndin jî di nava Kurdên BakurêKurdistanaê de werin hesi-bandin, bê guman hêzaaborî ya Kurdan ji grûbaTirkan derbas dibe û hê-zeke gellek xûrt jê çêdibe.

Herwiha tê gotin ku 80

hezar karsazên Tirk li Al-manyayê hene. Mirov di-kare bi hêsanî bêje ku nîvawan karsazan Kurd in. Kukurdên ji perçeyên din jî liber çav werin girtin, hej-mara Kurdên karsaz li gorgrubên din yên biyanî digi-hije asteke bilind. Hejmarakarsazên Kurd di navbera40 û 60 hezaran de ye. Evpotansiyel dikare karêncûrbecûr pêkbîne ku ka-ribe li ser rewşa polîtîk aKurdan jî bi awayeke erênîbandorê bike.

Li Rojhilata Navîn hinekwelat hene ku beriya 40-50salan ew jî bindest bûn. Jiber lîstina rola xwe ya erênîû xebata lobiyê de gellekencaman politik bidest xis-tine. Îro jî gellek welat di-karin bi rêya alîkarî ûpiştgiriya lobiyê li ser piyanbimînin. Herwiha dikarin liseranserê dinyayê bibinxwediyê gotinê jî. Ne şert eku Kurd berê serbixwe binû paşî bibin xwedîyê sermi-yanekê netewî.

Organîzekirina sermîyanêrê li pêşiya siyaseta Kurdanvedike û rewşa gelê Kurd di-kare di qada navnetewî decihê xwe yê aktuel bigire.

Sîyaset bê abori nabe.Aboriya bê karsazan jî tuneye. Dîvê ev her du tîşt bi hevre werin bikaranîn. Ti dew-let bê organizasyonên sivilbirêve naçe. Divê em li seravakîrîna rêxîstînek an jî or-ganizasyoneke karsaziyaKurd bixebitin. Herwihadivê ew rêxistina karsazî yaku were damezrandin jihemû fikrên kurdî re veki-rîbe. Ji kîjan perçê Kurdis-tanê dîbe bîla bîbe, nêzîkêkîjan partiyên Kurdan dibebila bibe, dîvê Kurdên kar-saz di nav sala 2012yê dexwe bîgîhînên rexistinek anjî organizasyonek. An orga-nizasyonên lokal, an organi-zasyonên netewî, an jîorganizasyoneke navnetewîbê avakirin. Divê KarsazênKurd raste rast têkiliya wanbi hev re çêbe. Bi alîkariyahemû medyaya kurdî divêem bo avakirina organizas-yona karsazên Kurd dest bixebatê bikin.

Bi hêviya welatekî azadû wekhevî û demokrasiyabi pratîk û ne teorîk. Bi hê-viya netewekî xwediyêhemû organizasyonên kupêwistiya wan di hemûbeşên jiyanê de hene.

Kurd û Lobî

Armanc Egîd Nêrweyî

Cemşîd Mihemed Ebdullahji bajarê Silêmaniyê ye û jisala 1996ê ve li Berlînêdijî. Ew xwediyê xwarin-

geha navdar Lasan e ku xwarinênkurdî dipijîne. Ebdullah ji Rûdawê rediyar kir ku wî navê keça xwe lixwaringehê daniye. Li xwaringehawî ligel xwarin û nanê germ ê bitam, muzîka resen a kurdî jî heye.

Rojane li xwaringeha Lasan bêtir800 nanên tenûrê tên çêkirin û firo-tin, bi awayekî paqij û bi tamekexweş. Ew bi komeke 6 kesî rojanenan dipijîne. Weke Cemşîd Mihe-med Ebdullah dibêje, muşteriyênnanê wî Kurd û biyanî ne û Alman jî

hene: “Ji ber ku xwarina nanê te-nûrê pirr sivik e.ˮ Cemşîd bavê duzarokên bi navên Lasan û Lewend eû ew ligel hevjîna xwe li Berlînêdijîn. Wêneyên wî ligel Serokê He-rêma Kurdistanê, SerokkomarêÎraqê û pirraniya serokên partiyênKurdistanî hene û herwiha huner-mend û rewşenbîrên Kurd hatinecem wî û li xwaringeha wî bûnemêvan.

Ji 70 % muşteriyên wî biyanî ne

Lasan xwaringeha Kurdan e lêwek ku xwediyê wê Ebdullah dibêje,“Kurd ji sedî 30 muşteriyên min in,lê ji sedê 70 muşteriyên min biyanîne.ˮ Ew derbarê sedemên çima Kurd

kêmtir tên cem wî dibêje, “Em Kurdfêrî kultura derve nebûne û nizanînçawa tevlî malbat û dostên xwe hef-tiyê carekê derkevin û li cîhekî wekexwaringeha me, ku bi tama xwarin ûmuzîka resen û xizmeteka pirr baş e,rûnin û xwarin bixwen. Tirk, Ereb ûFars bêtir ji Kurdan fêrî kulturaderve bûne û bi kom, tevlî malbat ûheya mêvanên xwe, tên cîhên dilve-ker û dema xwe lê diborînin.ˮ

Di dawiya axaftina xwe de xwediyêxwaringehê dibêje ji bo Kurdekî jiBaşûr pirr zehmet e ku bikaribe dinava Tirkan de kar bike, ji ber ku “Tir-kan li Kreuzbergê weke Stenbolabiçûk kirine û xwaringeheka kurdî yanavdar li Stenbolê min beriya sê sal ûnîv avakir.ˮ

Li Stenbola biçûkxwaringeheka kurdî ya navdar!

Cemşîd M. Ebdullah û Chopî Fetah li xwaringeha Lasan

Abdullatif Canimana

Siyaset bê aborînabe, aboriya bêkarsazan jî na-meşe. Divê evherdu tişt bihevre bên biukara-nîn.

www.ars

ivaku

rd.o

rg

Page 13: Hejmar/Nr. 147 Peymanek Nû · 2018. 7. 13. · med li Almanyayê derman bike. Rêvebirê beșa kardiyolojiya za-rokan ya Universitätsklinik Bonn, Prof. Dr. Johannes Breuer, ji bo

13RûdawHejmar 147 Jin û Civak

Ferman Çomanî Qeladizê

Beriya 35 salan Mihe-med Ehmedî (59) ûMirwet Ebasî (50)soza "emê bo hevbin, an emê nezewi-

cin" dabûn hevdu. Kesûkarên vanherdu evîndaran bi dirêjahiyavan 35 salan di rêya hevgihiştinawan de asteng bûn. Lê di mehaborî de herdu evîndar ketin qe-fesa zêrîn a hevjîniyê. Ev herduevîndar niha di xaniyekî biçûk deli bajarokê Qeladizê li BaşûrêKurdistanê meha hingivî derbasdikin.

Mihemed ku di nava xelkê nav-çeyê û xizmên xwe de bi "HacîAyşe Reşê" naskirî ye, çîrokaevîndarbûna xwe bo Rûdawêvegot: "Mala Mirwetê li gundêBestestên ê girêdayê navçeyaSengese bû û bi serdanê hatibûQeladizê. Dayika wê keça xalêmin e û dema vegeriyan dayikamin got divê tu ligel wan biçî. Emdi rê de axivîn û ketin davênevînê û min ew razî kir ku bi minre bizewice."

Mihemed heyam heyam ji Qela-dizê diçû Bestestên bo dîtinaevîndara xwe. Piştî çar salan Mi-hemed diçe xwazgîniya Mirwetê,lê kesûkarên wê doza 3 keçênbiçûk li himber Mirwetê dikin:"Tevlî ku mirovên me qayil bûn,lê ez razî nebûm ku ev keç bibinqurban. Ez careke din jî çûmxwazgîniyê û dayika wê her qayilnebû."

Malbata Mirwetê berî 22 salanberê xwe dide Rojhilatê Kurdis-tanê û li gundê Mîraweyê yê girê-dayî qezaya Serdeşt bi cîh dibe.Lê vê dûriyê tiştek ji evîna vanherdu evîndaran kêm nekir û bê-tirî berê ji hevdu hez dikin. Mihe-med dibêje: "Di vê demê dehertim haya me ji hevdu hebû û

me rewşa hevdu pirs dikir. DemaMirwet bi serdan dihat, me bi te-lefonê ligel hevdu diaxivî."

101 misqalên zêr…

Mihemed Piştî 35 salên evînda-riyê careke din diçe xwazgîniyaMirwetê, lê vê carê kesûkarên wêqayil bûn: “Min Mirwet li Îranê li

cem melayekî mehr kir û paşêmin ew anî Qeladizê û li dadgehêgirêbesta hevjîniyê çêkir." Mihe-med herwiha got "min ew li ser101 misqalên zêr mehr kiriye. Lêmin 11 misqal bo wê kirîne û 90misqalan jî deyndar im."

Mirwet Ebas jî bi şermokî di-bêje "tevlî ku ez ji Mihemed dûr jîbûm, lê min dizanî ku ew ne ze-wicî ye û li hêviya min maye.

Loma her kesê ku dihat xwazgî-niya min, min ew bi hêncetekêred dikir. Me soz dabû hevdu."

Mirwet piştî ku hat mehr kirin,rêya qaçax a sînorê navbera dew-leta Îran û Îraqê di 3 demjimêrande derbas kir, heta ku giha Mihe-med. Niha ew di xaniyekî du odeyîde dijîn. Mihemed dibêje "evîname piştî 35 salan roj bo rojê bêtirnû dibe. Ji xweşiyan hemû tehli-

yên berê ji bîra me çûne."Mihemed dibêje çend caran ji wî

re gotine Mirwetê birevîne, lê wîred dikir, "ji ber ku ez piştrast bûmku emê rojekê bigihin hev." Mirwetjî bi heman şêweyî dibêje "xelkê di-gotin xwe ligel wî bide revandin. Ditemenê ciwaniyê de ev daxwaz jimin bikira ez ligel wî diçûm, lê piş-tre ez poşman bûm."

Tevlî ku kesûkarên wan bo ava-kirina vî xaniyê ku lê dijîn arîka-

riya wan

k i -rine jî, lê

ti dahatekewan tine. Mihemed

mûçeyekî mehane wer-digre ku tenê 75 hezar Dînar e (60Dolar) û îmkanên wî yên karkirinêjî tine, loma ew doza arîkariyê ji hi-kûmetê dike. Mihemed nikarîbûdaweta xwe û Mirwetê jî li dar bixe,"me govend saznekir, tenê mirovênme yên nêzîk hatin û me hinekwêne girtin. Ji aliyekî temen û ji ali-yekî din jî mesela darayî astengbûn bo sazkirina ahengê, yan medixwest em dawetê bikin."

Ji ber meziniya temenê wan,hêviyên çêbûna zarokan boherdu evîndaran kêm e, lê dîsa jîhêvî dikin ku xweda zarokekîbide wan û dibêjin, "eger keçekeme çêbû, emê rê lê negirin û divêew bi xwesteka xwe bizewice."

Ferman Çomanî Sengeser

Li devera Raperîn, li BaşûrêKurdistanê, bi hewlên ça-lakvana mafê jinan, Few-

ziye Mela Nebî, tenê îsal 95 keçênku bi zarokatî hatine mehrkirin,karîne berdana xwe bidin qebûl-kirin û azadiya xwe bistînin. Few-ziye Mela Nebî kariye heta niha150 keçên di vê rewşê de bideberdan. Du keçên ku van rojan biarîkariya Fewziye xwe dane ber-dan, Fatê Resûl Mistefa (55) ûAyşe Şêxe (59) ne. Her yek ji wanev 55 sal in ku çaverê bûn, heta evkesên ew bi zarokatî mehr kiri-bûn razî bûn ku wan berdin.

Beriya 55 salan, dema Fatê jidayik bû, ew li xortekî hat mehr-kirin. Fatê dibêje: "Dibêjin dayikamin bi wî şertî dabûn bavê min, kueger keçeke wan çêbû, ew wê keçêbidin xortekî malbata dayika min.

Wate, berî ku ez bêm ser dinyayê,bazara min kiribûn û dema ezhatim ser dinyayê, wan rasterastez li pismamekî dayika min mehrkirim û berî mehekê ez berdam."

Fatê heta niha nezewicî ye. Heftsalan berê jî, dema bavê wê wefatkir, ew bi tenê ma û niha li gundêDerekotrî ye girêdayî navçeyaSengeser di xaniyekî axê de dijî ûbo peydakirina pariyê jiyanê jî duçêlekan xwedî dike. Ew dibêje: "Evkesê ku ez lê hatibûm mehrkirin,gellekî daxwaz kir ku ez pêre bi-zewicim, lê ez pê razî nebûm ûmin hertim xwe jê dûr dikir û hercîhê ew diçûyê ez nediçûm wir."Ev kesê ku Fatê lê hatibû mehrki-rin, bavê xort û keçekê ye. Fatê di-bêje heta wê roja ku ew berda jî,vî zilamî her dixwest ew bizewi-cin: "Eger ez di dergûşê de lêmehr nekiribûma, ezê pê re zewi-cîbûme. Lê eger min daxwaz bi-

kira, wî ez bernedidam û min jî wêşerm bikira ku doza berdanêbikim. Lê niha ku ez hatime ber-dan, êdî temenê min mezin e û eznaxwazim bizewicim."

Ayşe Şêxe bi heman şêweyê Fatêbi zarokatî, di temenê 4 salî de, ha-tiye mehrkirin. Ayşe ligel Fatê ha-tiye berdan û li heman gundî jî dijî.Ayşe dibêje: "Dema mamê min jinanî, ez û keçeke din li şûna jinamamê min dan. Min jî ji ber kesa-tiya bav û mamê xwe ti carî dozaberdanê nekir, dilê wan ji min regirîng bû. Ew kesê ez lê hatibûmmehrkirin jî ez bernedam, tevlî ku9 zarokên wî jî hebûn."

Adetên eşîrî

Ayşeya niha 59 salî li mala bi-rayekî xwe dijî û ji hikûmetê dix-wazê ku mûçeyekî mehane bide

wê. Axa Şêxe (37) erkê xwedîki-rina Ayşê girtiye ser milê xwe. Ewdibêje: "Ji ber zalbûna adetêneşîrtî, kesî keç û xwişkên xwe ne-dikirîn heta dizewicîn, loma me jîxwişka xwe nekirî. Bêguman evmehrkirin jî sedemek bû kuxwişka me nezewice."

Çalakvana mafên jinan ya ji ba-jarokê Sengeserê, Fewziye MelaNebî, ku bêtiriya demên xwe borizgarkirina van keçên ku bi zaro-katî hatine mehrkirin terxan ki-rine, ku ew bi xwe jî yek ji van bû,dibeje ku niha navê bêtirî 100

keçan li cem wê hene û ew boberdana wan dixebite. Fewziyederbarê van herdu keçên bitemen dibêje: "Min dît ku temenêvan herduyan kamil bûye û minzanî ku ew şerm dikin doza ber-danê ji mezinan bikin. Loma me jidesgirên wan xwest ku ew wanazad bikin. Bi rastî mixabin ku jiber zalbûna adetên eşîrtî kesûka-rên wan jî berê neçûne keçên xwebikirin, loma heta niha mane ûnezewicîne û bûne qeyre [keçênku temenê zewacê derbas kirine– Rûdaw]."

Mihemed û Mirwet piştî 35 salan gihiştin hev

Di ciwaniya xwe de soz dan hev…

“Dibêjin dayika min bi wîşertî dabûn bavê min, ku

eger keçeke wan çêbû, ewwê keçê bidin xortekî

malbata dayikamin.”

Piştî 55 salan hatin berdan

Fatê û Ayşê di dergûşê de mehr kirinFatê û Ayşê di dergûşê de mehr kirin

Ayşe Şêxe Fatê Resûl Mistefa

Wên

e: R

ûdaw

Wên

e: R

ûdaw

Wên

e: R

ûdaw

Mirwet û Mihemed

www.ars

ivaku

rd.o

rg

Page 14: Hejmar/Nr. 147 Peymanek Nû · 2018. 7. 13. · med li Almanyayê derman bike. Rêvebirê beșa kardiyolojiya za-rokan ya Universitätsklinik Bonn, Prof. Dr. Johannes Breuer, ji bo

Nêrîn Rûdaw14 Hejmar 147

Maf nabin mijara nîqa-şan. Eger rapeçek(xesb) li ser mafekîhebe, divê bêgengeşî

rabe, derfetê nede hewildanêntûnd û tûjiyê. Di sazûmanên de-mokratîk de, zagon çarçoweyaerk, sûc, ceza û çawaniya sepan-dinê digrin nav xalên xwe. Her-weha qedexekirina mafan nabinmijara xalên makezagonê jî, kuberevajî makezagon çarçoweyaserweriya dewletê diçespîne.

Nabe ku mafên miletê kurd jîbibin mijara zagon û makezago-nên dagirkerên Kurdistanê. Mi-xabin rewşa îro ne weha ye, jiber ku zagonên dagirkeran nedemokratîk in, herweha çandekîdemokratîk hêjî li van welatancîh negirtiye.

Ji ber vê, mixabin gellek caranji dagirkeran peyamên ji hedêxwe der, tên bihîstin.

Herî dawî Nurî Malikî bal ki-şand ser makezagonê, ku make-zagon rê nade çarenivîsa gelêkurd. Li Bakurê Kurdistanê pe-yamên weha her roj tên bihîstin.Ev jî ne li ser çarenivîsê, gengeşînegihiştiye wê astê, carinan liser perwerdeya bi zimanê kurdî,lê pirranî li ser çend mafên"marjînal" e.

Heçku, makezagon peymanêncivakî ne, ku ew sazûmana vîwelatî diyar dikin. Gellekî girîng

e ku makezagonek demokratîkhebe û dewlet û desthilat rêz lêbigre û xalên wê bisepîne.

Eger ew nebe, rewşek nû der-dikeve holê û layên siyasî, angelek û kêmjimarên wî welatî,mafê wana heye ku helwestek si-yasî ya nû bigrin. Ev him mirovîû him jî hiqûqî ye.

Li Îraqê heta îro ne tenê Ma-likî, hikûmetên berê jî rêz li ma-kezagonê negirtin. Dîktatorekîdin li Bexdayê aj dide an nadeew mijarek din e, bicîhneanînamaddeya 140ê ya makazagonaÎraqê tenê bes e ku gelê kurdhelwestek siyasî ya nû bigre.Heta rêvebiriya Başûr derengma. Lewra, desthilata Bexdayêrêz li makezagonê negirt/nagireû ne diyar e ku wê çawa û kîjançaxî maddeya 140ê bicîh bike.

Niha li Bakur jî gengeşiyekberdewam e. Ji ber ku "makeza-

gonek nû" tê nivîsin, gengeşiyêndi vê mijarê de gellekî girîng in.Lê belê fêla hikumetê ne paqiş e,dilê wê tine ye ku di makeza-gona nû de dev ji nijadperestiyêberde û qet nebe pêşîya perwer-deya bi zimanî kurdî vebe. Jixwebilêvkirina federasyon, xweserîan statuyekî siyasî wekî daxwa-zek "heram" tê dîtin û bi ya wandivê kêsên van tiştan dixwazinbêne cezakirin. Him jî xwe dis-pêrin xweşbêjeyên (retorîk) olî.

Bêfikare gellek caran zimandi-rijiya parçeyên din yên Kurdis-tanê dikin. Binêrin, bi navê Prof.Abdulkerim Zeydan aqildanekîhikûmeta tirk li ser helwesta Ba-şûrê Kurdistanê û pirsgirêka Ker-kûkê qaşo "fetwayek" çawa dide:"Peyana (teşebbûs) ku bi awa-yekî federalî an sitema herêmîÎraqê qet bike, herhal (ferz) divêbê tine kirin. Ji kesên dixwazin vî

tiştî bikin re bi fiîlî, bi gotin, bipesandin, bi aborî û hwd. alîkarîne caîz e. Heta bi kesên weha redivê pêwendî qut bibin û li dijîvana helwestek protestoyî bêstendin. Peyanek weha guneh e ûrewa ye ku kesên peyan didinbêne ceza kirin."

Niha li Tirkiyeyê êdî mafênmiletê kurd bi nirxandinên olîtêne bilêv kirin. Retorîkên olî ûmafên miletê kurd di heman he-vokê de cîh digrin. Divê mirovbipirse, çi pêwendiya federa-lizma welatekî wek Îraqê û Tir-kiyeyê bi "qet bûna ummetê" veheye? Mitîngerî weha ye, bi me-besta ku pergala xwe bidomîne,wijdan didin aliyekî, dikeve paşperdeya nirxên pîroz.

Hemî gelên misilman dewle-tên wana hene, "ummet" bi vêqet nebûye, çima bi nîv-dewletakurdî qet bibe?

Bêguman dîroka olanbi dîroka mirovan rehevrast diçe. Ol hê-maneke bingehîn ajiyana civakî ye. Û

rast e ku ol bi peyamên dadmendîû wekheviyê derdiketin. Lê dipratîkê de encam berevajiya vanpeyaman e. Desthilatdar, dagirkerû mêtinger ol û baweriya girse-yan ji bo berjewendiyên xwe bikar tînin.

Em dûr neçin, di dîroka nêzîkde rewşa Kurdan bidin ber çavênxwe. Her çar dewletên serdestênKurdistanê xwedêgiravî bi bawe-riya Îslamê tevdigerin. Her timqala dadmendiya Îslamê û bira-tiya Misilmanan dikin. Lê ev çidadmendî û biratî ye ku her tim lidijî Kurdan e; yên din azad, Kurdkole ne; yên din dewlemend,Kurd hejar in; ziman û çanda yêndin azad, lê ya Kurdan qedexe ye.

Em baş zanin ku gava desthila-tên Tirkye, Îran, Îraq û Sûriyêkomkujî li dijî Kurdan dikirin, pe-yamên îslamî bi kar dianîn. Ji1880î heya demên dawî kesaye-tên olî rêberiya berxwedan û ra-perinên Kurdan kiribûn. ŞexUbeydullah, Şex Seîd, Seyîd Riza,Qazî Muhammed û Mistefa Bar-zanî serokên olî bûn jî. Zêdeyiyawan, ji aliyê xwedêgiravi Misilma-nan hatibûn daleqandin. Li Tir-kiye, Îran, Îraq û Sûrîyê ti

zanyarên îslamê ev bûyer neanînerojeva xwe, ti gotinên wan li sertine ne û hêjî darvekirinan û ve-şartina termên serokên Kurdanşermezar nakin û ti nakokî di navtevger û helwesta xwe de nabînin.

Di 1924ê de li Elkê (Beytûşşe-bap) eşîran li pêşberî arteşa tirkli ber xwe dan. Ji aliyê Sêrtê, di serBerwarî de, yekîneyên artêşa tirkber bi Elkê ve diçûn. Di pêşiya leş-keran de melayekî dengxweşhebû. Bi dengekî zîz û bilindQuran dixwend. Vê jî bandor liKurdan dikir. Lê li leşkerên tirknedikir, wan komkujiya xwe ber-dewam dikirin. Di 1984ê de, li de-vera Elkê, gundiyekî pîr ji eşîraJirkiyan ev bûyera balkêş û sosretji min de got. Wî bi xwe hingê şa-hidiya bûyerê kiribû.

Li Kurdistana Rojhilat leşkerênXumeynî li ser navê Îslamê Kurdgulebaran dikirin. Wêneyên gule-barankirinê li dinyayê dibûn wê-neyên yekemîn yên salê. Îran liser navê Îslamê tekoşerên kurddarvedikir û hêjî dike, him jî biawayekî qebûxwestine.

Helepçe, sal 1988ê, êdî di me-jiyê me de, bi awayekî ku qet der-nekeve cîh girtiye. 5 hezarKurdên bêguneh bi çekên jehrhatin qirkirin. Saddam Huseyn diheman salê de komkujiyên xweberdewan kirin. Nêzîkî 200 hezarKurd hatibûn kuştin. Ji xaçperes-

tan çek dikirîn, birayên xwe yênmisilman, lê yên ne ji nîjada xwe,qir dikirin. Çi bû? KonferansaDewletên Misilman, bi yek gotinêbe jî, komkujî û nîjadkujî şerme-zar nekirin. Ji ber ku yên hatibûnkuştin Kurd bûn.

Em hêjî pêve herin: KenanEvren dibe ku di jiyana xwe debergê Quranê ranekiriye, eşheda-nînê nezane, ti caran nimêj neki-riye, lê di serdemaserokdewletiya xwe de, di civînênxwe de, ji Quranê ayet dixwendinû digot ku “şervanên kurd xaçpe-rest û ermenî ne.”

Ez bi sedîsed jê bawer im kuTansu Çiller nezane Kabe li kû yeû berê wê bi kû derê ve ye. Lê se-rokê dezgeha Diyaneta Tirk li piştvê kesa gemar disekinî û peya-mên kiret weke “rakirina termênkesên bi AIDSê dibe, lê ya şerva-nên Kurd nabe” didan. Û ev kesxwedêgiravî berpirsiyarê serekêyê ola Îslamê bû.

Balafirên tirkan ayetên olî dia-vêtin her gund û bajarên Kurdan.Bi tamîmên Diyanetê melayênmizgeftan li dijî tekoşîna Kurdanweaz didan û hêjî didin. Ji Baasêheya çepgir û bizavên olî yên tun-drew, di nexşeyên Ereban de Kur-distana Başûr û Rojava di navxaka Ereban de ye. Herçiqas liBaşûr herêma xweser hebe jî. Linexşeya Rojhilata Navîn binêrin,

ka çend dewletên ereban hene?Gellek ji wan, dev ji komhejmaraKurdan berde, ji bajarê Amedê jîbiçûktir in. Misilmanên xwedêgi-ravî birayên me, herêmeka xwe-ser jî ji me de zêde dibînin.

Li belavokên El-Qaîde binêrin,gelên kole û bindest ên misilmantên rêzkirin: Afganîstan, Îraq,Bosna, Çeçenîstan û her car Filîs-tin heye, lê ti caran mirov rastînavê Kurdan naye. Weke ku Kurdtine bin, anjî weke ku Kurd ne mi-silman û ne însan in. XwedêgiravîEl-Qaîde rêxistineke înternasyo-nalîst ya îslamî bû. Lê eşkere ye kugava pirsa kurd derketiye pêş, nî-jadperestiyê xwe dida pêş û dest.

Diyar e ku di diyardeyê de na-kokiyek heye. Di Quranê de ji borewadîtina zordariya li ser Kur-dan û qedexekirina nirxên wanên netewî ti peyam tine ne; bere-vajî wê, dihat destnîşankirin ku“mirovahî ji gelan û êlan pêkdihat” û dîsa dihat diyarkirin ku“mirovê ku li himberî qewmaneheq û zilmdar raneweste, nî-jadperest e.”

Ji Kurdên ji rêzê, heya yênoldar, rewşenbîr û zanyar, erkekaawarte li pêşiya me ye; ku em liser vê nakokiya bûyerê bisekinin,lêkolîn û hûrnêrînan li ser sede-mên wê bikin û encaman jê der-xînin û li gorî encaman helwestêwergirin. Him jî bi lezgînî.

Selahattin Çelîk

Maf û retorîka olî

Her tim qala dad-mendiya Îslamê û bi-ratiya Misilmanandikin. Lê ev çi dad-mendî û biratî ye kuher tim li dijî Kurdane; yên din azad, Kurdkole ne; yên dindewlemend, Kurdhejar in; ziman ûçanda yên din azad,lê ya Kurdan qedexeye.

Mahmut Kilinc

Pirsa Kurd, ol û nîjadperestiya desthilatê - I

Mitîngerî weha ye,bi mebesta ku per-gala xwe bidomîne,wijdan didin aliyekî,dikeve paş perdeyanirxên pîroz.

www.ars

ivaku

rd.o

rg

Page 15: Hejmar/Nr. 147 Peymanek Nû · 2018. 7. 13. · med li Almanyayê derman bike. Rêvebirê beșa kardiyolojiya za-rokan ya Universitätsklinik Bonn, Prof. Dr. Johannes Breuer, ji bo

15RûdawHejmar 147

Çeperast: 1-Misilman ji fi-lehan re dibêjin, xwedêne-nas, ate – Boyax kir, rengorengo kir, neqiş kir. 2- Agire, dişewitîne, xeter e – Dizimanê tip ê de arkun, na-mûsa jinê (berepaş) – Ra-ketin, nivistin, di xew reçûn. 3- Zîvronek, fitlonek –Kurtkirina navê Zeynep(berepaş) – Mektûp, reşbe-lek. 4- Mirovî, mirovatî –Notayek (berepaş) – Stra-nên bê xwedî, stranên ge-lêrî û xwedî ne diyar. 5- LiPakistanê bajarek (bere-

paş). 6- (Îmmanuel .....) fîlo-zofekî Alman ku di sala1724 an de çêbûye – Bi zi-manê Swêdî axavtin, peyi-vîn. 7- Kulîlkek zer ûbîhnxweş – Heke, eger,meş, seyran. 8- Damar, reh,kok – Pê mû tên hilkirin,meqesê mûhilkirinê. 9- Fê-kîyek kesk û şîrikî – Navêdans û govendek Îskoçî. 10-Navekî jinan, jina nermik –Sê tîpên gotina “revok”.

Serejêr: 1- Valakirin, wê-rankirin, xirakirin. 2- Êş,

jan, agirpêketin – Adet,tore, çand. 3- Îmkan, mecal,derfet – Du tîpên gotina“car”. 4- Ajansa Anadolû yê– Xilas, bê kêmasî, tevahî,erê. 5- Li der û dora Mêr-dînê kêmneteweyek nîvKurd û nîv Ereb – Heywa-nek bi strî, derhêner Bah-man Gobadî ew firandibûnezmanan. 6- Kesê ku çop ûzibil ji kolanan dide hev(berepaş). 7- DeJaneîro,duyemîn bajarêmezin li Brezîlyayê – Agir,namûs, heya – Deng, awaz,

sewt. 8- Bi rengên cudaboyaxkirî, neqişandî, ren-gane (berepaş). 9- Kesênku goşt naxwin, pincarxur(berepaş). 10- Destnîşanki-rina tiştekî – Îş, xebat, fêde– Bangkirina li dû zilaman -Li Swêd, Norwêç û Danî-markayê sendîqeya karki-ran. 11- Çêbû, hat dinyayê,şîn hat. 12- Deng, awaz. 13-Tîyatro, lîztika ser dikê. 14-Bangdana melê, gazîya ji bonimêjê. 15- Navekî mêran,navdar. 16- Xwedîyê huner,mahîr, pispor (berepaş).

1

2

3

4

5

6

7

8

9

10

1 2 3 4 5 6 7 8 9 10 11 12 13 14 15 16

Xaçepirs

Bersivên hejmara 146

Tendirustî

MezopotamyaWeqfa Şandina Cenazeyan

Mezopotamyacanazeyên we dişîne herçar beşênKurdistanê

Mobil: 0178 - 18 56 9700172 - 27 24 163

Navnîşan: Frankstr. 6 • 58135 Hagen/AlmanyaE-Mail: [email protected]

www.mezopotamya-cenazefonu.com

Tel.: 02331 - 47 33 886

Di rojên dijwar deem bi we re ne

Qerebalixa zêde: Li tenişta dengêbilind karkirina berdewam dibe se-demê lawazbûna hesta bihîstinê ûcarna jî ji dibe sedemê kerrbûnê. Dora30 milyon amerîkî ji ber karên xwe ra-berî metirsiya ji destdana hesta bihîs-tinê ne. Lewma ji bo kesên ku li kêlekadengê bilind kar dikin, pispor dibêjin,wergirtina bêhnvedanê yan bikara-nîna parêzerê guh pêwsit e.

Birîndarî yan lêdana tund:Lêdan yan derbên tund li serî carinadibe sedemê livandina hestiyên guhênavîn, yan jî ziyanê digihîne dama-rekî. Guherîna ji nişka ve ya stresaderveyî, wek firîn yan noqbûna di avêde xeter e, bikaranîna darikên paqij-kirina guhê hundir dibe ku bibe se-demê teqandina perdeya guh.

Derman: Bandora hinek derma-nan dibe sedemê lawazkirina hesta

bihîstinê, hinek dermanên dijî bakte-riyan, (çareseriya kanserê) lewmadivê bi şêwira doktor nebe û ji neça-riyê nebe ti dermanek neyê bikaranîn.Herwiha bikaranîna Asprîn ji bo de-meke dirêj hesta bihîstinê lawaz dike.

Nexweşiyên demdirêj: Hineknexweşiyên demdirêj ku ne girêdayîguh in dibin sedemê lawazkirina bi-hîstinê, ew jî ji ber kêmbûna hatinaxwînê ji bo guhê navîn û mejî weknexweşiyên dil, şekir û daketina ber-giriya laş.

Dengê bilind yê ji nişka ve: Ji berdengê pirr bilind û ji nişka ve (wek te-qeya demançe, teqîn, lîstikên agirînî)dora ji sedî 71ê ciwanên amerîkî astabihîstina wan nizim e.

Zimîniya aheng û konseran:Dengê stranên bilind, dû re di guh de

dubare dibe, (jê re tê gotin zimînî)carna rêjeya bilindiya dengê konse-rekê digihe 110 dîsîplan, ew jî ewqasîbilind e ku bibe sedemê ji destdana bi-hîstinê piştî 15 xulekan. Ji destdana bi-hîstinê rû dide ger kesek ji bo demekedirêj li pêşber dengekî 85 dîsîplî de be.

Headphone: Di dema guhdarîki-rina muzîkekê yan her tiştekî bi he-adphone, yê li tenişta te, pêwîst edengê wê kêm bikî, bilindiya dengêheadphone, bikaranîna wê ji bo de-meke dirêj, dibe ku bibe sedemê jidestdana bihîstinê.

Kombûna mûma di nava guh de:Mûma ku di nava guh de heye, ji pîsîtîû bakteriyan kanalê diparêze, lê ca-rina ew mûm kom dibe û req dibe, evjî li ser bihîstinê bandorê dike û dibeku guh azar bike jî.

Nexweşiyên zarokan: Hinek nex-weşiyên zarokan bandorê li ser bihîs-tina zarokan dikin. Mînak: kulbûnaguhê navîn dibe sedemê qelsiya bihîs-tinê.

Pîrî: Ligel zêdebûna temen hêza bi-hîstina guhan lawaz dibe, ger mirovdi tevahiya temenê xwe de guhên xweparastibin jî her lawaz dibin. Rêyektune ji bo girtina rê li ber lawazbûnabihîstinê li cem kesên pîr, lê rê hene kuvê yekê kêm bikin, wek çareseriyên pi-zîşkî.

Sedemên lawazbûna bihîstinê

Yek ji mamosteyên diyaryên beşa saxlemiya

giştî ya Zanîngeha Oxfordêji hikûmeta Brîtaniya dax-waz kir baceke zêde bavêjeser xwarinên ku ziyanê di-gihînin saxlemiya giştî ûbrîtaniyan qelew dikin.

Dr. Michael Rainer dibêjepêwîst e bacekî ku bi qasîdu caran li nirxê wan be, liser vexwarinên xazî û têrdohn bê danîn.

Dr. Rainer eşkere kir ku jiher çar brîtaniyan ya yekqelew e yan jî giraniya wîzêde ye. Ev jî wisa dike dez-geha xizmetguzariya tendi-rustiyê ya niştimanî salane8 milyar Dolaran zerer bike.

Navbirî navê vexwarinênku divê bac li ser wan bêdanîn diyar kirine û herwihabac ji ser fêkî û sewzeyan

(şînkatiyan) bê kêmkirin.Berê Denmark bac li ser

dohn daniye û xwarinên kurêjeya dohn di wan de bi-lind e giran kiriye, herwihali Fransayê jî bac li serPepsi û Coca cola hatiyedanîn, ev jî salane 400hezar kesan ji qelewiyê di-parêze û du hezar kesan jîji mirinê diparêze.

Dr. Rainer dibêje: “Ne gi-rîng e xwarin germ yan sarbe, ji xwarinên lezgîn yanxwaringehan be, tiştê gi-rîng ew e pêwîst e bacekîzêde li ser her xwarinekêbê danîn ku ziyanê didetendirustiya mirov, divê jixwarinên bi doh bê destpê-kirin heya xwarinên şêrîn ûşor, ger ev tedbîr neyên gir-tin jî êdî rêjeya qelewiyê ducaran li niha zêdetir dibe.”

Nehiştina qelewiyê bi rêya bacê

www.ars

ivaku

rd.o

rg

Page 16: Hejmar/Nr. 147 Peymanek Nû · 2018. 7. 13. · med li Almanyayê derman bike. Rêvebirê beșa kardiyolojiya za-rokan ya Universitätsklinik Bonn, Prof. Dr. Johannes Breuer, ji bo

Rojbûn an jî şahiya te ye û tu jî dixwazî wêneyêxwe li vir bibînî? Ji me re bişîn: [email protected]

Silav hevalno, ez Re-wend im, 9 salî me ûdi pola sêyem de dix-

wînim. Ez ligel malbata xweli welatê Norwêcê dijîm. Ezji çêkirina wêneyan gellekîhez dikim. Hûn dizanin ma-moste gellekî xwe di berme de diwestînin û kedê diber me de didin. Lewmadema ez mezin bûm, ez

dixwazim bibim mamoste.Ez heya niha çar carançûme Kurdistanê, gellekîkêfa min ji Kurdistanê retê û ez dixwazim ku dêba-vên min bizîvirin Kurdis-tanê. Ez nizanim hûn jikîjan stranan hez dikin, lêez hem ji dengê Şakîra,hem jî ji stranên EzîzWeysî gellekî hez dikim.

Li gor lêkolîneke nû, şadî ûkêfxweşiya dêbavan di jiyana rojanede, bandorê li ser şadî û kêfxweşiya

zarokan jî dike. Lê şadî, an jî neşadiya bavê, bi qasîdayîkan bandorê li ser zarokan nake. Lê-kolîn diyar dikin eger dayîk di nav malêde hertim kêfxirab bin, zarok jî li derve,li dibistanê nebextewar dibin û têkiliyênwan ên sosyal jî xirab dibin.

Eger dayik şad be,

zarok jî şad e…

Hejmaran girê bide

Çiyayê bê kevir Deryaya bê av Daristana bê dar Bajarê bê mirov. Ew çi ye?

Bersiv: Nexşe

Tiştanok

www.ars

ivaku

rd.o

rg